Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

50 sal li ser rêbaziya Berzanî


Nivîskar : Mihemedê Ûsiv
Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 2002, Stockholm
Pêşgotin : Haluk Öztürk Rûpel : 511
Wergêr : ISBN : 91-631-2069-0
Ziman : KurdîEbad : 150x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 1080Mijar : Dîrok

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
50 sal li ser rêbaziya Berzanî


BÎRANÎN: 50 SAL LI SER RÊBAZIYA BERZANÎ JI BONA AZADÎYA KURDISTANÊ

Pêşgotin

Ev pirtûka di destê we da berhevoka serpêhatî û bîranînên Bavê Rewşan e. Bavê Rewşan, zehmet kêşekî doza azadîya welat e, ku ev pêncî sal e li meydana xebat û fedekarîyê ye. Kesekî ku evqas sal jî bo doza azadîya welatê xwe xebitîbe, bêguman serpêhatî û bîranînên wî yên rengareng, yên ku em jê sûdê wergirin pir in.

Em gelek caran gazinan dikin ku rewşenbîrên me yên berê ku bûne şahidê gelek bûyerên dewra xwe, nivîskî tiştek nehîştine li dû xwe. Yên ku hîştine jî ne gelek in. Niha hêdî hêdî rewşenbîrên me jî bîranînên xwe dinivîsin. Ev tiştekî baş e.

Herçendî Bavê Rewşan, ji berê xwendin û nivîsandina wî tunebe jî, bîranîneke wî ya xurt heye, dîtinên xwe da zelal e, bawerîyê da bi îstîkrar e û ji hemû tiştî giringtir hêvîya wî bê dawî ye... Lewma di temenê xwe yê mezin da çavê wî ragirt ku bîranînên xwe derbasî ser kaxez bike û dûra ser komputerê...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar