Versions- Girtî [Kurde, Stockholm, 1986]
- Girtî [Kurde, Stockholm, 1996]
Girtî
Gava ku Zoro Axa ji hespê daket, Cindî bi serê hespa wî girt û bir tewiland.
Zoro Axa bûbû weke îsotê, zû di derencan de bi jor ket û ber bi oda banî çû. Li odê Çolo, Mîro û Bozo rûnişti bûn. Gava ku Axa kete hundir, hersê jî ji cihê xwe rabûn, destên xwe dane ser hev û serê xwe li ber Axê tewandin.
Zoro Axa çavên xwe li ser wan gerandin. Paşê hêdî destê xwe avêt simbêlê xwe û ba da.
Zoro Axa yekî dirêj û bi navmil bû. Ruyê wî gurover û çavin mezin û fereh li ser bûn. Simbêlê wî mezin û boq bû. Tim şelwer, êleg û gomlegê bi stûkur li xwe dikir; şewqe dida serê xwe û tezbîhek libgir û zer di dest de bû. Gava ku tiştek nehata hesabê wî, kanî bû agir bi erdê bixista; qermîçokên eniya wî dibûn weke cihokan û çavên wî sor dibûn... |