Hêvî û jiyan
Kevoka spî
Kevoka spî li jorê bi fira xwe di bilindahiyê de li bin konê asmanê şîn bi birîndariya çengê xwe li hêlînekê, nerm û bê tirs, digere
Dema tu liqasî wê kevokê bibî birîna wê zêdetir kûr neke berde, bila ew li rêya xwe here loma ew, ne li gorê, lê li jînê digere
Eger şiphe ket dilê te jî bêhnferehiyek bide ser dilê xwe û li sitrana wê guhdarî bike ku tu derd û kulên wê bibihîzî çawa ew ji sedema evînê birîndar e
Eger şipha te hê jî ji dil ne çû li çavên wê yên melûl binêre gotinên zêrîn tev hêviyan xuya dikin qet nebe wan bixwîne û bawer bike
|