Hezkiriya xwedê
Kurmancî, îro fênomeneke weha ye ku, hem diêşe û hem jî diêşîne; ji ber ku ji demeke dirêj de ye kengî serê xwe rakiriye, lê civiyane, bi çapan û bi kulman pê ketine û, serî û çav lê pelixandine. Ew pirr êşandine yanî, welhasil fênomena êşiyayî hinekî diêşîne jî, ev paradoksiyek be jî, ji ber ku reflekseke zindiyan e -ku ziman jî zindî ne-, gellekî normal e. Hema dikare bê gotin ku, Îbrahîm Seydo Aydogan û Kurmancî di vê kitêbê de pirr li hev baniyane, pirr li ber hev ketine, ew qasî ku di himbêza hev de giriyane. |