Filîtê Quto
Salihê Kevirbirî
Do
"(...) Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze, wan vejîne. Nivîskar Salihê Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van nirxên pîroz kiribû. Dengbêjiya Kevirbirîjî heye. Lê qet nebûye cihê niqaşê. Kevirbirîbi xwe gelek kilaman zane û bi formek modern dibêje. Serpêhatiyên klasîk pêşkêşî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine bicîkirin. Formê dengbêjiya Kevirbirî di pirtûkê bi xwe de jî tê dîtin. Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin: Kilamên orîjînal li ser serpêhatiyê Pêşkêşkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê/senaryo...
Herdu form mecalê didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baştir fêm bikin. Berhema Kevirbirî, ji kesên dixwazin ji awira sînemayî, şanoyî, edebî û hwd jî li ser van serpêhatiyan bixebitin jî deriyên nû vedike. (...)'' |