La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Me bak ji ber serê xwe berda


Auteur : Zinar Mistefa
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2015, Qamişlo
Préface : Pages : 68
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Mis. Bak. Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Me bak ji ber serê xwe berda


Me bak ji ber serê xwe berda

Zinar Mistefa

Compte d’auteur


Me çar hevalan: Ez û Seidûn Seidûn, rehmetiyê Rizo yê Osê û Ibrahîm Mirad, li hev kiribû ku em herin Mosko pirsa kirîna 2 kolekên bîrên avê  yên artiwazî li wê derê bikin.

Dr. Evdê Hacî jî, dixwest here serekî bide zar û zêçên xwe ku li Mosko dijîn. Me dest bi kara xwe kir. Yê ku  pesaporta wî neyî çû pesaporta xwe çêkir. Dûvre, me berê xwe da Şamê da em ji xwe re vîza jî ji balyozxana Yekîtiya Sovyet bistînin.Piştî ku me hemû dokûkoment û hewceyiyên xwe yên çûnê pêk anîn, di 27 heyva 10an de sala 1991ê, em ji Qamişlo derketin, û di qapiyê Nisêbînê re em derbasî sînorê Tirkiyê bûn. Qonaxa pêşî ku divîbû em bibrin da bi rêya bejê em bighine Mosko, ji Nisêbînê ta Qersê bû. Lewma me li geraca Nisêbînê pirs kir, ka çawa em bighine bajarê Qersê?

Virde û wê de, piştî seetekê ji pirs û bazaran, me her 5 hevalan û mirovekî Ermenî û keça xwe, û 2 kesên Çerkezî jî, ji xwe re Dolmîşek  heta Qersê bi 225 dolarên Emerîkanî girt.

Xwediyê Dolmîşê û şifêrê wê; derket mirovekî Kurd ji Qurdîsê. Navê wî  Şêxo bû. Arîkarê Şêxo di ajotinê de; kurê xwiha wî bû. Navê wî jî Evdê bû. Şêxo Dolmîş qeliqand û me da rê. Berê, ez 2 caran di salên 1969an û 1983an de çûbûm Tirkiyê, lê rêya ku em vê care tê re diçûn ne rêya berê bû. Şêxo em di wê rêya nû re ku raserî dehla Bûnisra û çemê Ceqceq dikeve birin.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues