The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Beyana Xwarınan û Zewqên Wan


Editor : Peywend Date & Place : 2015, İstanbul
Preface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 978-605-85387-8-8
Language : KurdishFormat : 135x210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Tar. Bey. N°Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Beyana Xwarınan û Zewqên Wan


Beyana Xwarınan û Zewqên Wan

Şêx Muhyedînê Hênî,
Mela Birhanê Tarînî

Peywend

Code IKP Liv. Kur. Tar. Bey. N°
Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn. Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Balkêş e ku ev xwarin, li gor cure û cinsên wan, çêkirin û çêja wan, bi awayekî binyadî hatine rêzkirin. Belê beriya her tiştî metneke helbestê ye, lê di heman demê de belgeyeke antropolojîk û dîrokî ye jî. Lewma xelasbûna wê ya ji ber xezeba dîroka vê cografyayê, payeya textual survivalbexşî wê dike.

Tu behsê ji patîleê qenc bike
Çi reng tête xwarin zebanî veke

Digel rûnê teze we toraqa pak
Bi zehter welê qenc tenik be jî çak

Eger bête pehtin bi sêlê bixwu
We ger bi firinê ye esla mexwu

Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr
Tu guh dêre vê bendê min ey emîr

Şêx Muhyedînê Hênî - Li gor jêderên zarekî, texmînî di sala i849an de, li Karazê hatiye dinyayê. Zarokê pêncem ê Şêx Ehmedê Karazî ye. Zarokatiya wî li Hênê derbas bûye. Ji bo xwendinê çûye Mêrdînê û li wê derê bi Şêx Evdirrehmanê Axtepî re ji heman muderîsan ilm hîn bûye. Li ser daxwaza bavê xwe hew vegeriyaye Mêrdînê û li wir di medreseya bavê xwe de li cem birayê xwe yê mezin Şêx Me’rûf perwerdeya xwe domandiye. Piştî wergirtina îcazetê bi qasî çend salan li gundên Liceyê, Balicnê û Zobrînê, melatî û dersdarî kiriye. Di xezel û menzûmeyên xwe de mexlesên wek Sa’î û Heqî bi kar aniye. Simatiyeya wî ya bi navê Fî Beyanî’l Et ‘îme we Mezaqîha [Beyana Xwarinan û Zewqên Wan] di edebiyata kurdî de yekta û bêhempa ye. Ji dîwana wî ya wenda îro di dest de 4 xezel û muxemmesek heye. Şêx Muhyedînê ku qabîliyeta wî ya helbestê ji aliyê Şêx Evdirrehmanê Axtepî ve bi gotina “Ez bavê şa’ira me, Sa’î jî diya wa ye” hatiye teqdîr kirin, di sala i897an de li Hênê wefat kiriye.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals