La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko


Éditeur : Nas Ajans Date & Lieu : 2015, İstanbul
Préface : Pages : 290
Traduction : ISBN : 978-9944-221-15-3
Langue : KurdeFormat : 165x230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Mar. Dil. N°Thème : Politique

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko


Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko

Faris Medeni Marsîl


Nas Ajans


Bala min kişand ku di derbarê Hîkmet Buluttekîn (Çeko) de tiştek nahê zanîn û hevalên wî jî zêde tişt di derheqî wî de nizanin. Wek bi serê derzîyê bîrê bikolim, li vir û li wir min di derheqê wî de agahî berev kir. Lê agahî ne ew agahî ne û têr nake meriv di derheqê wî de bibe xwedîyê zanyarîyeke ku ruhiyeta wî zanibe ka çima ew di emrek weha ciwan de terka mekteba xwe û malbata xwe kiriye û bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Meriv Dr. Şivan hinek fehm dike, tiştên di derheqî wî de hatine nivîsandin û gotin de diyar dibe ku ew xwe mîsyonerek doza Kurdistanê hesibandîye. Him hissî him jî rasyonal fikirîye. Him xwestîye heyfa malbata xwe ku di Dersîmê de hatine kuştin hilîne him jî bi tevayî Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzma Tirkiyeyê xelas bike. Kefenê xwe li serê xwe pêçandîye. Ev fikra rizgarîya Kurdistanê rûh û mêjîyê wî dorpêç kiriye û nikaribûye xwe jê xelas bike û ji bo ku xwe ji vê dozê ‘rizgar’bike nikaribûye xwe îqna bike.

Lê Çeko li gor Dr. Şivan ciwan e, ev ciwantîya wî û konjuktura wê demê tesîr lê kiriye. Ew Atmanekî ye. Atmanekî wek aşîret, aşîretekê serê xwe ji yekê re natewînin, herweha hin hevalên wî dibêjin bawerîya wî ya bi dozê û bawerîya wî ya bi Dr. Şivan du fenomenên bingehîn in ku bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Li gel bawerîya wî bi Dr. Şivan re muşterekîya wan yên din jî hene; herdu jî di dema xwendakarîya xwe de jîr û zîrek bûne û di dibistanên dewletê yên leylî de xwendine û mek-tebên xwe bi dereceyên herî bilind xelas kirine.

Çeko bi xwe him jî di wan salan de, bi kurdî gelek nivîs nivîsandîye û gelek nivîs wer-gerandîye kurdî. Di derheqê xwe de tiştek nenivîsandîye. Ji xwe wê demê di derheqê xwe de nivîsandin ne karê şoreşgêr û welatperweran bû. Ew şoreşgerekî bi nav lê bê nîşan e. Di wan salan de û di wî emrî de ew bi karê ji xwe mezintir rabûye; di dema xwe de di nav wan neslên xwe de cîyekî wî yê taybet heye; di civatek normal de û di welatekî azad û xwedîyê dewlet de ew bi her awayê piralî objekta lêkolin û nirxandinên taybet e; lê ez di çerçeweya ku ew nehê ji bîr kirin û keda wî ji bo neslên pişt wî ve bihê zanîn de, mam. Ji xwe di nav ciwanên kurdan de yên ku naznavê wî ”Çeko" ji xwe re hilbijartine û didin jiyandin, hene.

Faris Medenî Marsîl, di sala 1956ê de li Diyarbekirê hat dinê. Dibistana seretayê, navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Ji ber sebebên sîyasî Enstituya Perwerdê ya Konyayê (Selçuk Egitim Enstitusu) di sala dawîyê de terk kir. Di sala 1978ê de bû xwedîyê kovara Devrimci Demokrat Gençlik. Ji bo vê di sala 1979ê de hat girtin û salekê di girtîgeha Diyarbekirê de ma; 8 sal ceza danê. Lê cezayê wî ji alîyê Mahkemeya Bilind (Yargitayê) ve nehat pejirandin û hat berdan. Lê di doza giştî ya DDKDê de 10 sal cezayê hefsê danê.

Di sala 1981ê de mecbûr ma derket derveyê welêt. Li derveyê welêt Zanîngeha Rojnamegerîyê xwend û têza xwe ya dîplomayê li ser “Di Şerê Cîhanê yê Duyem de Rojnamegerîya Kurdî’’ nivîsand. 10 sal (1988-1998) di redaksîyona rojnameya Armancê de, di navbera salên 1988-1995ê de bi navê Halîm Can berpirsîyarîya kovara Medya Guneşî ya Awrûpayê kir. Ji sala 1999ê heta 2004ê şef redaktorê kovara Berbangê ya Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê kir. Ji sala 2000 vir ve edîtorê www.kurdinfo.com e. Li gel gelek nivîs û maqaleyên wî bi navê; ’Cûreyên Nûçeyên Rojnamegerîyê'(1988) kitebekê wî heye.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues