Veger / Birakujî û şiîrên bijarte Ezîzê min, A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Dema min ew nivîsî li ber çavê min xeyalê hejarekî Şêxellayî hebû, ne yê yekî ji şiîrê têr û ku lê serwer bû. Ev şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. Qûrê qûr e ne hîske hîsk. Ji bo yekî li ber xeniqandinê awayê qîrînê ne girîng e, xurtiya qîrînê pê girîng e. A ku li ber destê te ye qîjîn e. Ji bo ku ji van şiîran û şiîrên din ên birakujiyê fêm bikî divê nexşeya birakujiyê ya ji salên 1 964'an heta îro bînî ber çavê xwe. Divê wê berfirehiya ku birakujî lê qewimiye bînî ber çavê xwe. Min ev qad jî zêde mezin nekiriye lê ez bêjim ev der bi qasî mezinahiya Kurdistanê ye. Ka ew cih ku birakujî ew neherimandiye? Kîjan komê ne-aniye ber kîjan komê, kîjan malbatê neaniye ber malbateke din? Siwar eynî siwar in, eynî şivanên gurzade.
Min tenê qala birakujiya van çend deh salên dawî kir. Ergena dîroka me ya bi vî rengî li ber çay e. Çi cara ku neteweyekî ji bo azadî û serxwebûnê serî rakiribe an ku daxwaza mafekî piçûk kiribe şerê navxweyî rabûye. Heta hatina ola îslamê jî, dewleta Bîzansî û Faris kurd hemû weke sîperê di navbera xwe de hiştine. Piştî wê jî em bûn ardûyê şerê navbera Împaratoriya Osmanî û Îranî. Herin li dîroka mîrekiyên kurdan binihêrin bê çi anîne serê hev. Her yek di nava xwe de çawa rê li ber hev girtine. Ez dijminekî mezin ê birakujiyê me. Di van salên ku ez dûrî welat bûm, her çend min xwe derbederê siyaseta şovenîstî ya dagirkerên Kurdistanê zanî bêhtir jî min xwe derbederê siyaseta kurdkujîn ya li nav partıyên Kurdistanî zanî.
Ji ber vê yekê heta ji destê min bê û piyên min erdê bigre li dijî birakujiyê ezê bixebitim û ezê bipeyivim. Tu tişt birakujiyê li ba min pak nake. Gemartirîn şer, namerdanetirîn şer, bêşereftirîn şer, şerê birakujiyê ye. Ev jî bela serê Kurdistana ku di nav xwe de welatêkî dagirkirî, bêserûberkirî, parçekirî, talankirî ye. Ev şerê navxwêyî li welatekî wek Kurdistan ji xwekujiyê pê ve ne tiştekî din e. Gava ku tu şiîrên min dixwînî, bi te wisa xuya ye min zimandirêjî kiriye, pirrbêjî kiriye. Û hişk im? Xwezî di ferhenga zimanê kurdî de ez şarezatir bûma û ji van peyv û tabîran yên mezintir min zanibûna! Pirraniya van helbestên ku di destê te de ne li şekrebajarê Hewlêrê min nivisîne. Kîjan Hewlêr? Ewa ku di mehekê de derketina derve mêrxasiyek bû... Min dît... Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan, li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne. Min didît ku çawa li dora bajarê min î şêrîn dûmana dexl û danê hejarên Kurdistanê bi roj sînga esman tarî dikir. Bi şev jî gurika agir wê tariya şevê ronî dikir. Roj nîn e bi dengûbasên van gund şarên Kurdistanê ez aciz nebim. Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xorteki hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe 0 deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî kurd ku bi bîr bawerî ji ma¬la xwe dertê 0 cihê xwe vala dihêle, her ku namûs diheti¬ke, her xaniyên ku bi gulla bûne bêjing û li ber roketan mane;
Kurdistana min î enfalbûyî enfal dibe. Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.
Evdila Peşêw 30 Hezîran 1994 Serecem Veger / 7 Birakujî Ezîzê min—Evdila Peşêw / 11 Pêlav / 13 I / 14 II / 15 Dijberî / 1 6 III / 17 Mezinno / 18 IV / 21 V / 22 VI / 2 3 VII / 24 VIII / 25 IX / 26 X / 27 XI / 28 XII / 29 XIII / 30 XIV / 31 XV / 32 XVI / 33 XVII / 34 XVIII / 35 XIX / 36 XX / 37 Tenagihêm / 38 XXI / 39 XXII / 40 Li ber derî Sedan sal e / 43 Leşkerê winda / 50 Newroza 79 / 51 Ji bo çiyayiyên dûr / 53 Dersê zarokan I / 55 Dersê zarokan II / 56 Kurdistan / 57 Li ber derî / 58 Bo Monîka Bogward / 61 Hin peyv li ser dilê min / 65 Berf / 66 Şiîr / 67 Em nakevin / 68 Diyalog / 69 Warşov / 71 Name / 72 Sîle / 74 Têkilbûn / 75 Albûm / 76 Ez berê dam / 77 Ferhengok / 78 VEGER
Evdila Peşêw, yek ji pêşengê şiîrê kurd a modern e. Di payîza 1963'an de li Başûr tevlî şoreşê bûbû, demekê pêşmergetî kir. Pişt re derket derveyî welêt, ev demeke dirêj e ji Kurdistanê dûr e. Piştî salên 90'î, "pêşketin"ên li Kurdistana Başûr; avakirina parlamanê, îlana dewleta federe, hêviyên mezin pê re çêkirin, ji welatên xerîbiyê berê xwe da welatê xwe; piştî demeke dirêj vegeriya Kurdistanê. Ji dêla welatekî azad, li pêla şerê "birakuji"yê rast hat. Ew roj, "ne roja şiîrê" bû êdî. Bi navê "Birakujî' dîwaneke piçûk nivîsand: "A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Dema min ew nivîsî li ber çavê min xeyalê hejarekî Şêxellayî hebû. Ev Şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. (...) Min dît... Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne." "Misîbeta bi pêsîra me girtî tesîreke gelekî negatîv li şaîrê kurd kir. Helwesteke gelekî bi rûmet nîşan da Peşêw; rû neda siyasetên kurdkuj, ji tevgerên siyasî tev de dûr bû, ji bo rêxistinekê rexne bike neket bin siya rêxistineke din. "Di nav manşetên rojnaman de Baas dibînim / Di nav berbûriyên serokan de Baas dibînim / Di fîftî fîftiya nav parlaman de Baas dibînim / Li dîlkuştin, beraat pêdanê / Li zengillêdanê / Li şêlandina nîvê şevê Baas dibînim." Wî bi vê dîwana xwe ya piçûk îsbat kir ku di vî welatê me yî wêranbûyî de hê jî tradisyona Ehmedê Xanî didome, hestên netewî wê rojekê muheqeq bi ser bi kevin. Guh bidin vê gaziyê: "Li zengil didim / Gazî we dikim / Pirr ji gewrî digîjim / Li avzêman / Pêlan radikim ser piya / Hewa meyandî hêrs dikim / Dirî di çavê we radikim / Ta xew ji çavê we berêdim / Xwê dixim birînên we / Heta carekê bisoje / Dev jê bernadim dev jê bernadim / Dev jê bernadim ew birîn bisekinin jî / Ew birîn bitebitin jî / Ku bikewin an biêşin / Rabin ranezin." Evdila Peşêw, di van şiîrên xwe de bi zimanekî gelekî sade diaxive. Zanîn û agahdariyên li ser Başûr ku di van şiîran de cih digrin mirov nikare di tu xebatên din –lêkolîneke dîrokî an jî xebateke soylojojîk– de, bibîne. Kurdistana Başûr, bi dîrok, civak, siyaset, psîkolojî, partî û nakokiyên xwe . li ber çay e: "Di vî niştimanê bextreş de / Çi maye we li hev beş nekiriye / Wek rezê xwe / Her bi şehîdan bilind bû serê me / Wan jî kirin pezê xwe / Newêrim qelemekê hilgirim / Newêrim kirasekî li xwe kim / Rûwê we reş be / Renga jî we beş kir / Ez bêjim xwendekar an qutabî / Jin an afret / Rûwê we reş be / Peyvên nav ferhengê jî we beş kir / Xanî û Hacî Qadir jî we beş kir / Ax û av û agir jî we beş kir / Ka we çi hişt / Ka we kî hişt." Evdila Peşêw, şiîrên xwe li Hewlêrê, di meydanan de xwendin û careke din vegeriya çû... Di van rojên ku ev kitêb wê biweşe, şerê birakujiyê dîsa dest pê kir. Berî çend rojan leşkerên Îran, Kurdistan bombebaran kirin, niha jî "Şekrebajarê Hewlêr" di bin ala Baas de dike nale nal. Bi saya siyasetên kurdkuj, "Cemedana pêşmergekî / Bi salan ku taca ser bû / Li ber çavê min hin maye / Bibe kumê leşkerekî." Bi weşandina vê berhevokê armanca me ne ew e ku em cihêtiyê têxin navbera partî û rêxistinên kurd. Di van rojên ku xwîna kurdan bi destê kurdan tê rijandin eger ev kitêb bibe sedema reaksiyoneke demokratik, wê bigihîje armanca xwe. Bi hêviya ku ev rûpelên reş êdî di dîroka kurdan de bêne qetandin û şaîrên me yên wek Evdila Peşêw mecbûr nemînin van xetên reş binivîsin. Ew jî wek şaîrên dinyayê, ji ber ku gelek tiştên din hene binivîsin, ne birakujî!
Avesta Evdila Peşêw Veger -Birakujî-
Avest
Avesta / şiîr : 14 / 5 Veger / Evdila Peşêw Werger. Rûken Bağdu Keskin—Bedran Hebîb
Edîtor: Abdullah Keskin Dîzayna bergê: Avesta Tîprêzî û mîzanpaj: Avesta Çap: Ceylan matbaacılık Çapa yekem: Îlon 1996, duhezar Ji "Birakujî" û dîwanên din şiîrên bijarte
©Weşanên Avesta, 1996 Mafê wergera kurdî yê Avesta ye. Ji xeynî danasînê bê destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
Avesta yayınları Asmalı mescit sokak Şahin han 55 / 211 Beyoğlu / İstanbul Tel—Faks: (0212) 251 71 39
ISBN: 975-7112-14-3
Evdila Peşêw, di sala 1994 an de vegeriya Kurdistanê. Ji dêla welatekî azad, li pêla şerê "birakuji"yê rast hat Ew roj, "ne roja şiîrê' bû êdî. Bi navê "Birakujî" dîwanek nivîsand. Li Hewlêrê di meydaneke mezin de xwend û welatê xwe disa terk kir.
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|