La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Veger / Birakujî


Auteur : Ebdulla Peşêw
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1996-01-01, İstanbul
Préface : Ebdulla Peşêw Pages : 80
Traduction : Bedran Hebîb | Rûken Bağdu Keskin ISBN : 975-7112-14-3
Langue : KurdeFormat : 95x197 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4537Thème : Poésie

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Veger / Birakujî


Veger / Birakujî û şiîrên bijarte

Ezîzê min,
A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Dema min ew nivîsî li ber çavê min xeyalê hejarekî Şêxellayî hebû, ne yê yekî ji şiîrê têr û ku lê serwer bû. Ev şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. Qûrê qûr e ne hîske hîsk. Ji bo yekî li ber xeniqandinê awayê qîrînê ne girîng e, xurtiya qîrînê pê girîng e. A ku li ber destê te ye qîjîn e. Ji bo ku ji van şiîran û şiîrên din ên birakujiyê fêm bikî divê nexşeya birakujiyê ya ji salên 1 964'an heta îro bînî ber çavê xwe. Divê wê berfirehiya ku birakujî lê qewimiye bînî ber çavê xwe. Min ev qad jî zêde mezin nekiriye lê ez bêjim ev der bi qasî mezinahiya Kurdistanê ye. Ka ew cih ku birakujî ew neherimandiye? Kîjan komê ne-aniye ber kîjan komê, kîjan malbatê neaniye ber malbateke din? Siwar eynî siwar in, eynî şivanên gurzade.

Min tenê qala birakujiya van çend deh salên dawî kir. Ergena dîroka me ya bi vî rengî li ber çay e. Çi cara ku neteweyekî ji bo azadî û serxwebûnê serî rakiribe an ku daxwaza mafekî piçûk kiribe şerê navxweyî rabûye. Heta hatina ola îslamê jî, dewleta Bîzansî û Faris kurd hemû weke sîperê di navbera xwe de hiştine. Piştî wê jî em bûn ardûyê şerê navbera Împaratoriya Osmanî û Îranî. Herin li dîroka mîrekiyên kurdan binihêrin bê çi anîne serê hev. Her yek di nava xwe de çawa rê li ber hev girtine. Ez dijminekî mezin ê birakujiyê me. Di van salên ku ez dûrî welat bûm, her çend min xwe derbederê siyaseta şovenîstî ya dagirkerên Kurdistanê zanî bêhtir jî min xwe derbederê siyaseta kurdkujîn ya li nav partıyên Kurdistanî zanî.

Ji ber vê yekê heta ji destê min bê û piyên min erdê bigre li dijî birakujiyê ezê bixebitim û ezê bipeyivim. Tu tişt birakujiyê li ba min pak nake. Gemartirîn şer, namerdanetirîn şer, bêşereftirîn şer, şerê birakujiyê ye. Ev jî bela serê Kurdistana ku di nav xwe de welatêkî dagirkirî, bêserûberkirî, parçekirî, talankirî ye. Ev şerê navxwêyî li welatekî wek Kurdistan ji xwekujiyê pê ve ne tiştekî din e. Gava ku tu şiîrên min dixwînî, bi te wisa xuya ye min zimandirêjî kiriye, pirrbêjî kiriye. Û hişk im? Xwezî di ferhenga zimanê kurdî de ez şarezatir bûma û ji van peyv û tabîran yên mezintir min zanibûna! Pirraniya van helbestên ku di destê te de ne li şekrebajarê Hewlêrê min nivisîne. Kîjan Hewlêr? Ewa ku di mehekê de derketina derve mêrxasiyek bû... Min dît... Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan, li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne. Min didît ku çawa li dora bajarê min î şêrîn dûmana dexl û danê hejarên Kurdistanê bi roj sînga esman tarî dikir. Bi şev jî gurika agir wê tariya şevê ronî dikir. Roj nîn e bi dengûbasên van gund şarên Kurdistanê ez aciz nebim. Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xorteki hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe 0 deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî kurd ku bi bîr bawerî ji ma¬la xwe dertê 0 cihê xwe vala dihêle, her ku namûs diheti¬ke, her xaniyên ku bi gulla bûne bêjing û li ber roketan mane;

Kurdistana min î enfalbûyî enfal dibe.
Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam
Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand
Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.

Evdila Peşêw
30 Hezîran 1994



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues