Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê
Aziz Gezik
Aryen
.....
Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de.
.....
Ji ber vê yekê û di encama xwendina van çîrokan de mirov digihêje baweriyeke weha ku pirtûka bajarekî hebe, wê ev pirtûk hêjayî hilgirtina navê "Pirtûka Kobanê" be. Dibe ku hîn gelek pirtûkên din li ser Kobanê û serboriya wê ya dîrokî bêne nivîsandin, lê wê ti pirtûk nikaribe vî navî ji çîrokên keç û xortên Kobanê, ku hem li ser axa wê dijîn û hem jî beşdarî dermankirina birînên wê dibin, bistîne. Min demeke pir xweş bi xwendina van çîrokan re derbas kir. Ev demeke dirêj e ku em bi kar, ked û li ber xwedana keç û xortên ku Kobanê bilind kirin asta sembolekê serbilind in. Niha jî em dikarin bêjin ku em bi nivîs û çîrokên wan ên ku ji nav kûrahiya giyan û hişên van nivîskarên ciwan derdikevin serbilind in. Min çîrokên vê pirtûkê bi hezkirineke mezin xwendin. Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de, ez êşandim û hem jî bi zeftkirina gi-ringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî, kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke.
Naverok
Pêşgotin / 5
Şehîdê Warê Keça Xwe / 7
Di Şevekê De / 15
Cêwîtiya Şer û Bêdengiyê / 19
Heval / 29
Qedera Qederê / 35
Dudilî / 43
Hûnandinek / 51
Şeva Veciniqî / 57
Jiyanek Ji Gornê / 65
Zarokên Me Sêwî Neke / 69
Bêhna Axê / 77
Rengê Girêdanê / 85
Çaya Berbangê / 89
Hazirkirina Taştê / 93
Ax Ax / 95
Paş Dîwarekî / 101
Serşoka Pergal Belavbûnê Ye / 103
Rêwîtiyê Hişt Diya Şehîd Nas Bikim / 107
Soza Serkeftinê / 111
Min Dît / 115
Sê Kulîlkên Kobanê / 121
Hêvî / 125
Ez ê Keça Xwe Bibînim / 131
PÊŞGOTIN
Pirtûka Kobanê
Li cîhanê kêm caran li ser kurdan tê axavtin. Ji nişkê ve, di rojine biêş de ji rojên welatekî birîndar, ev dîmen bi temamî hat berovajîkirin û bajarekî kurdan di çapemeniya cîhanê de bû navdartirîn bajar. Li hin deveran wekî paytexta li ber xwedana cîhanê hat binavkirin. Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de. Di van çîrokan de em li bavê ku li gel keça xwe şer dike, li birayê li gel xwişka xwe, li keç û xortên ku ji dûr hatine û xwe li bêhna azadiyê girtine, li kal û pîrên heta dawiyê bi axê ve girêdayî, rast tên. Her yek xwedî rewşeke cihê ye, lê hemû di bin banê Kobanê ya bi mirinê dorpêçkirî de gihîştine hev û xewna jiyanê dirêsin. Taybetiyên van çîrokan ne tenê ji hêla naverokê ve, lê belê ji hêla form, ziman û şêweyên hûnandin û nivîsandina xwe ve jî xwe didin pêş. Gelek xalên hevbeş di nav çîroknivîsan de hene. Ji bilî ku hemû ji Kobanê û ji nifşê nû ne, xwedî zimanekî şayîk û bi şêweyê reyalîst çîrokên xwe hûnandine. Ev nayê wê wateyê ku her çîroknivîsek ji wan ne xwedî hin xisletên cihê be. Ji ber vê yekê û di encama xwendina van çîrokan de mirov digihêje baweriyeke weha ku pirtûka bajarekî hebe, wê ev pirtûk hêjayî hilgirtina navê "Pirtûka Kobanê" be. Dibe ku hîn gelek pirtûkên din li ser Kobanê û serboriya wê ya dîrokî bêne nivîsandin, lê wê ti pirtûk nikaribe vî navî ji çîrokên keç û xortên Kobanê, ku hem li ser axa wê dijîn û hem jî beşdarî dermankirina birînên wê dibin, bistîne. Min demeke pir xweş bi xwendina van çîrokan re derbas kir. Ev demeke dirêj e ku em bi kar, ked û li ber xwedana keç û xortên ku Kobanê bilind kirin asta sembolekê serbilind in. Niha jî em dikarin bêjin ku em bi nivîs û çîrokên wan ên ku ji nav kûrahiya giyan û hişên van nivîskarên ciwan derdikevin serbilind in. Min çîrokên vê pirtûkê bi hezkirineke mezin xwendin. Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de, ez êşandim û hem jî bi zeftkirina giringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî, kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke.
Helîm Yûsiv
Şehîdê Warê Keça Xwe
Aras Hiso
Êdî şerê giran ji aliyê rohilatê Kobanê ve gihiştibû binaniya Miştenûrê. Gel, zarok û dayik hemû koçberî bakurê Kurdistanê bûbûn. Rênas jî li gel Apê Mihemed ê ku jê re digotin Hemedê Tekercî dixebitî, ji ber ku hevalan nedixwest ew tevî zarokên xwe koçberî bakur bibin. Ji ber vê yekê Apê Mihemed jî nedixwest dev ji axa Kobanê berde û xwest ku her tiştê ji destê wî bê bi hevalên YPG û YPJê re bibe alîkar. Lê mixabin êdî hawinên çeteyên DAIŞê li nîveka bajêr diketin, malbata Apê Mihemed mecbûr ma ku xwe li sînorê bakur biqelibîne. Apê Mihemed bi tekerên erebeyên hevalan ve mijûl dibû, bi mirûzekî tirş ji Rênas re got:
"Rênas zû ji min re kilîta 14-15 bîne!”
Wî ji tirsan baz da ku biçe kilîtê bîne. Hevalê Fedekar yê ku li ser cebheya xeta Rojhilatê disekinî, hat bi ser wî de sekinî û jê re got:
"Ya hevalê Mihemed ka zû ke malbatê derbas bike, berî ku tiştek bi wan were."
Apê Mihemed dev ji karê di destê xwe de berda û ji Rênês re got:
.....
Aziz Gezik
Çirûskek ji Berxwedana Kobanê
Aryen
Weşanên Aryen
Weşanên Aryen || 04, Çîrok || 03
Çirûskek ji Berxwedana Kobanê
Amadekar: Aziz Gezik
Aras Hiso
Ednan Hesen
Heysem Mislim
Cîhan Hesen
Ridwan Deharo
Şivîn Ehmed
Selah Mislim
Sozdar Mehmûd
Zîlan Hemo
Rodîn Mihêdîn
Nisrîn Kenan
Mihrîvan Beyro
Edîtor: Roj Agir
Redaksiyon: Hebûn Stembar
Dîzayna Bergê & Mîzanpaj: Sadik Hangul
Wêneyê Bergê: Sinan Hezer
Çapa Yekem: Enqere - Adar, 2017
ISBN: 978-605-83043-3-8
Sertifika No: 34548
Weşanên Aryen:
Cumhuriyet Mah.
Selanik Cad. No:6/31
Çankaya / Ankara
e-mail: aryenyayinlari@gmail.com
facebook.com/aryenyayinlari
Çap: Ceylan Matbaa-Ahmet Uçar
Guven iş Merkezi B Blok No: 318
Topkapi / istanbul
Tel / Fax: 0212 613 10 79
Sertifika: 23352
Copyrighr© 2017 Weşanên Aryen
Mafê wê parastî ye.
Ji bilî danasînê beyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê zêdeklrin