The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ciweyna (perperoka li ser gula maçkirî)


Author : Hecî Nehsan
Editor : Aryen Date & Place : 2017, Ankara
Preface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 978-605-81987-0-8
Language : KurdishFormat : 130 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Neh. Ciw. N° 5171Theme : Poetry

Ciweyna (perperoka li ser gula maçkirî)

Ciweyna
(perperoka li ser gula maçkirî)

Hecî Nehsan

Aryen

...
min di bedana te de şopa gulan maç dikir
hingê navê te li mêla min nîn bû
hingê canê te li hêla min bû ciweyna

niha navê te ji her berîka ruhê min derdikeve
niha navê te di her kêlîka matmayînên min de dilerize

her çîrok xwe bi te vedibêje
her sibeh bi te re zer dibe
ez jî berê bi darê zorê hebûm
niha tenê bi te heme
û bi vê xeyala ku min bi destê xwe çêkiriye
...

Hecî Nehsan, di sala 1974’an de li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / cerribîn û helbestên wî di kovarên weki Çirusk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylûl, Tîroj û Umuş Eylül de hatine weşandin. 21 sal in ku ji doza siyasî di girtîgehê de ye, niha li girtîgeha Tekîrdagê tê girtin. Berhemên wî:
- Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013 - Amed
- Agrîna (HelbestJ, Weşanên J&J, 2014 - Amed
- Nofa (ÇîrokJ, Weşanên Ar, 2014 - Stenbol
- Şîna Şevê (HelbestJ, Weşanên Ar, 2015 - Stenbol
- Arjenîka (HêçanJ, Weşanên J&J, 2016 - Amed
- Maha (ÇîrokJ, Weşanên J&J, 2016 - Amed


Naverok

kolana dilan / 7
bêrî / 8
mebest / 9
ji kuidanka şevê / 10
li wê hêlê / 11
gulên li ber keviya nameyê / 13
bêrîkirina fêlbaz / 14
jinek ji helbestê / 16
şikestî / 17
baskokirî -1- / 18
baskokirî -II- / 19
janîk / 20
ma tu nizanî / 22
reng didim / 23
qumar / 24
sifre / 25
pirtûka utopyayê / 26
ciweyna / 27
derziya keserê / 30
de were min bibîne / 31
jana peyvê / 32
ji hundir -I- / 33
ji hundir -II-l / 34
ê... / 35
li paş derî / 36
ji kê re çû / 37
dengê bêdengiyê / 38
ku tu nehatayî / 39
hesin / 40
kêlîkênfeodal / 41
here / 42
bûpêl / 43
gulên sirgûnê / 44
esmer / 45
germa ruh / 46
ji agrînê re name / 47
bi ku de / 48
di xewê de / 49
di wêneyî de / 50
cuda / 51
vekişîn / 52
kedî / 53
şevdemî / 54
biwêj / 55
payîn / 56
pêl / 57
xemxan / 58
nîdaba / 59
bila wisa be / 61
wê roj bê / 62
helbet / 63


Em çendîn ji destanekê çûn a din

lingên hespên me şikestin

KOLANA DILAN

min sonda xwe bi dîwarê serê kolanê ve eliqand
min xwe ji bo te hilbijartibû
di ber deriyê xeyalgeha min re
pirr keç çûn û hatin*
di roja kincşûştina wan de
di xwîna wan a bêhn xweş de
li te digeriyam

di eynika rûyê te de li jinekê digeriyam
lê te strana xwe gotibû

baranekê ew kolan şûşt
soza min li erdê herikî
belkî dem tenê dema baranê bû
ma ji baranê çêtir çi heye
ku awazên vê kolanê bişo

* ji kolanên bajêr xweştir dikeniyan.

bêrî

min ji bîr kir dilê mirov çawa tê şikandin
min ji bîr kir mirov hev diterikîne
min ji bîr kir çawa zarok digirîn
min ji bîr kir çawa evîn diqedin
lê min bêrîkirin qet ji bîr nekir

.....


Hecî Nehsan

Ciweyna
(Perperoka li ser gula maçkirî)

Aryen

Weşanên Aryen
Weşanên Aryen │ 11
Helbest │ 02│
Ciweyna
(perperoka li ser gula maçkirî)
Hecî Nehsan

Edîtor: Roj Agir
Dîzayna Bergê & Mîzanpaj: Sadık Hangul
Redaksiyon: Hebûn Stembar
Wêneyê Bergê: Luqman Ahmed
Çapa Yekem: Enqere - Berfenbar, 2017
ISBN: 978-605-81987-0-8
Sertifika No: 34548

Weşanên Aryen
Cumhuriyet Mah.
Selanik Cad. No:6/31
Çankaya / Ankara
e-mail: aryenyayinlari@gmail.com
facebook.com/aryenyayinlari

Çap: Ceylan Matbaa- Ahmet Uçar
Guven iş Merkezi B Blok No: 318
Topkapi / İstanbul

Tel / Fax: 0212 613 10 79

Sertifika: 23352

Copyright© 2017 Weşanên Aryen
Mafê wê parastî ye.
Ji bilî danasînê beyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê zêdekirin.


Downloading this document is not permitted.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals