Zimane Kurdî (Zaravê kurmancî), bona dersxanê VI-IX
Knyazê Îbrahîm
Sozdik-Slovar
Di zimanê k’urdîda, wexta gotin û nivîsarêda hevok bi taybetî p’araveyî ser cur’a dibin. Di zimanê meda sê cur’ê hevokan hene: Hevokên hêsa (sade), hevokê têkel û hevokên rêzik (bargiranî).
1- Hevokên hêsa
Ji wan hevokanra dibêjin hevokên hêsa, yên ku ji xeberekê, carna jî çend xeberan çêdibin.
Mesele:
Ez diçime dibistanê. Payîze. R’onkaya sivêye.
E’h’med sêva dixwe. E’wravîye. Şever’eşe.
Tu kurê bave xweyî biçûkî.
Ez ji te h’ez dikim.
Ji hevokên jêrîn k’îjan yên hêsane, bidine k’ivşê.
1- Çima gak’uvî berjêrî seravê bû?
2- Hema wê wextê çevê wî, nava qamûşanda E'lî k’et û girîya.
3- Mamostê nameyek ji xwendek’arar’a xand.
4- Meh’medê Elî extîyarzane.
Ew p’olîsê dewleta Qazaxistanêye.
.....
Knyazê îbrahîm, di ûnîvêrsîtêya Qazaxistanêye dewletêye ser navê Abayda serokê Navenda Zimanê cîhanêye. Akademîkê Akadêmîya Ulmîye Xwendina Bilînde Navnetewîye. Ji sala 2003’da prêzîdêntê Yekîtiya K’urdên Qazaxistanêye “Berbang”e. Mamoste 30 salî zêdetire, ku di ûnîvêrsîtêyê cuda-cudada k’ar dike. Di dereca dersdayîna ziman û e’debîyata k’urdada, ya rojhilatêda gelek p’irtûk û bernamê dersan hazir kirîye, k’îjan îro jî wek k’itêbên dersan têne qebûlkirinê. Knyazê Îbrahîm cara yekemîn li Qazaxistanê û Asîya Navînda “K’itêba zimanê k’urdî”, “Bername û mêtodîka hînbûna zimanê k’urdî” ji bo dersxanên ll-V-a, VI-IX-a nivîsîye, k’îjan bexşişne mezinin ji boy zarok û xwendek’arên me. Ew k’eda mamosteye p’irsalene û berhema tecrubê wîye pêdagogîyêne. Ji ber van xebatê wîye mezin, ya di milê zanyarî û civakîyêda ew ji alîyê serokkomarê Qazaxistanê bi Ordêna “Kûrmêt” (Şeref) hatîye rewakirinê.
PESGOTIN
Ziman, e’debîyat û çanda k’urda wek dîroka gelê xwe kevnar û dewlemende. Ew dur’ û cewahirê net’ewa me ji k’ûranîya qurna tên, ji elek û bêjînga sal û zemanaye giranra derbaz bûne, ji zara derbazî zara bûne, gihîştine r’ojên meye îroyîn. Şedetîya vê yekê usa jî bi dehan berhem û nivîsên dîrokzan r’êwî û filosofê çîhanêye sedsalêd beriya îsada jiyankirî di xebatê xwe ye granbaha da didin. Ew cavkanîyê Çînê, Babilîstanê. Yûnanistanê, e’reb, faris û yên R’ojhilatêye mayînin. Hele hê qurnên navînda helbestvan û r’onakbirên k’urdaye navdar E’lîê Herîrî, Meleyê Cizirî, Feqîyê Teyran, Meleyê Batê, E’h’medê Xanî û gelekêd mayîn derheqa hînbûn û giringîya zimanê k’urdîda fikrê p’ir qîmet mer’a hiştine. Seydayê mezin Eh’medê Xanî dîroka canda k’urdada ne ku t’enê helbestvan, hozan û fîlosofekî mezine, ew usa jî zimanzan û mamosteyê nemirîyê. Sala 1695-a ew destana (poêma) xweye “Mem û Zin” da derheqa hînbûna zimanê k’urdîda dinîvise, ew usa jî nava dîrok, çand û zanista k’urdada çawa ku zimanzanekî e’yan tê naskirin. Ew sala 1685-a cara yekemîn ferh’enga xweye e’rebî-k’urdî (“Nûbara biçûkan”) dinîvise û medresa xweye şexsîda dersê dide zarokên k’urda. Lema jî seydayê mezin gotîye: “Min ev nivîsî ji bo sahîbrewacan, belkîji bo biçûkên kurmancan”.
Ew gotinên hozan û zanyarê k’urdî nemirî h’etanî îro jî k’emala xweye ulm û fîlosofîyê hinda nekirine, çawa ku, t’emî û r'ênîşa hînbûna zimanê dê bîra medaye. R’aste, K’urdistan di zemanêd cuda-cudada jî alîyê zeftk’arêd der û hundurda hatîye p’arçekirinê, pirsa hînbûna zimanê dê jî pêş gelek astengîêd girane xedar sekinîye. Hebûn-tunebûna netewa k’urd hatîye înk’arkirinê, cîna jî axavtina bi zimanê k’urdî hatîye’ qedexekirinê. K’urdistan her dem bûye pêşe’nîya de’w û doza miletîyê azadarîyê. Ji ber van sîtemên pêşgotî bi h’ezaran k’urd asîmle bûn, zimanê dê bîr kirin, bûn “ewladê” dêmar’îya. Çawa kû kal û bavê me wextêda gotine: “Cavê derîya, xulî serîya”. Ew gotina kal-bavê meye bi çîh, îro jî boy gelê me k’emala xwe unda nekiriye. Nenihêrî van astengîya sedsalîyê dawîda li welatên cûda-cûdada k’itêbên zimanê k’urdî bi tîpên e’rebî, latinî, kirîlî û ermenî r’onahî dîtine.
Bi alîk’arîya wan h’etanî r’oja îro zarokên me, gelê me, ziman.dîrok, e’rf-e’det û çanda xwe bîr nekirine. Ji bo wê yekê em k’eda wan mamoste û zanyarên gelê xweye hêja û pîroz bîr nakin.
Sala 1921-e li Ermenîstanê nivîsk’ar û pedagogê ermenîyayî navdar Hagop Kazaryan (Hagop Lazo) bi tîpên ermenî k’itêba dersêye «Şems» (ji bo dibistanêd k’urdî) neşir kir, lê belê bi van tîpan tenê k’itebek hate çapkirinê. Paşê sala 1929-a bi tîpên latinî nivîsk’arê k’urd E’reb Şamîlov û îshak Morogûlovê asûrî-sûryanî,alfabêya zimanê k’urdî hazir kirin.
Lazime ku em bîr nekin, bona xwendina zimanê k’urdî, li welatê Sovêta berêda bi tîpên latinî k’itêb ze’f hindik hatine çap’k’irinê, k’îjan ku wî wextî bona xwendin û hînbûna zimanê dê gelekî ferzbûn. Paşê derbazî tîpên kirîlî (sala 1945-a) bûne, ku h’eta îro jî, zarên me li ser wî e’sasî xwendin û hînbûna zimanê dê, li dibistananda berdewam dikin. Eva ne qelsî û kêmasîyeke, e’yane ku wexta şertê xweda ew elfabêya k’irîlî gelekî kêrhatî û k’ardar bûye. Lê em binhêrin ku r’oja îroyînda eva yeka têrê nake, çima ku p’areke alem û netewên başqe-başqe, îlahî jî p’iranîna gelê me xwendin û nivîsarên xwe derbazî tîpên latînî kirine. Gelê k’urd jî zûva tîpên k’urdîye latînî şuxulandîye û wexta em dinya k’urdayetîyê dinhêrin, vê derecêda k’eda mamosteyê mezin Celadet Bedirxan begê bi şêkirandin bîr tînin.
P’êwîste bona me k’urdên ku li welatê Sovêtêye berê (Qazaxistan, Rûsîya, Girgizistan, Ermenîstan, Gurcistan, Azerbaycan, Turk’menîstan) dijîn, derbazbûna tîpên latinî bona xwendin û hînbûnê, lazimîyeke ze’f mezine. Îlahî, di dereca helaqetîed navbera meye netewîyê, dîrok, e’debîyet û çandêda. Bi vê k’itêba “Zimanê k’urdî’’ me armanc girt ku, vê valatîya derheqa xwendin û hînbûna zimanê dê bi tîpên latînî, nolî destpêkekêve jî, karibin derbazkin û bi alîk’ar’îya fikir û nêrînêd zanyar, nivîsk’ar, zimanzan û mamosteyên k’urd, feyde û zanînekê nuh bidine gelê xwe, ku hêjayê vê yekêye.
Wextê hazirkirina vê k’itêbê me guhdarîya mezin da ser curê axavtinê (ilahî cem k’urdên Sovêta berê) lema jî gelek cîya me prînsîpên elfabêya k’irilî ya k’urdi xayîkirin. Bi t’aybetî me li vira tipên h’işk û nerm bi nigitkêva dane cudakirinê, k’ijan elfabêya k’urdîya k’irilî da ji hatibûn qebûlkirinê. Ew tipana evin: k-k’; c-c’,e-e\ h-h’, p-p’, t-t’, r-r’.
Lazime bê gotinê ku, wexta nivîsar û hazirkirina vê k’itêbê ji alîyê giramatîka zimanê k’urdîda, me rêç û rêbaza mamoste û zanyarên mezin Celadet Bedirxan, Qanatê K’urdo, Wezîrê Nadirî, Awa Balî, H’ecîyê Cindî. Bavê Nazê û yêd mayin ji ber ce’vara derbas kirin û feydekî mezin ji şêwir û fikrê wane zanistî stendin.
Dema nivîsandin û hazirkirina vê k’itêbê, me ji gelek çe’vkanîya qinyat hildanê. Ewana ne ku tenê k’itêb û p’irtûkêd bi zimanê k’urdîne, usa ji yên bi zimanê başqe-başqe nivîsîne; (qazaxî, ûrisî, t’irkî, azerî, ermenî, farsî, e’rebî, înglîzî û yêd din), k’îjan derheqa hînbûna zimananda dewlemendin.
Vê xebata meye dijwarda alîk’arîya mezin da me k’itêbên folklor, e’debîyat û diroka k’urdaye dewlemende p’ir janir. Usa jî gelek saytê (sîte) k’urdaye întêrnêtê.
Me di vê k'itêba hînbûna zimanê k’urdîda, mêtoda xwendin, serwextbûn û cawdayîna mesele, metelok, têderxistinok, zûgotinok, gilîyên kal-bava, meselên cimae’tê, çîrok, p’arçeyên xwendina e’debiyata klasîk û nûjen e’sas girt. Li vira cî girtine, usa jî berhemên e’debîyata cîhanêye zargotî û klasîk, wekî zarokê me bikaribin bi zimanê dê nasîya xwe bidine wan.
Em gelekî şane, ku îro zarokên me, wê bikarbin dersên zimanê dê dibistananda bixunin û xweyî li dîrok, e’debîyat û zargotina xweye dewlemend derk’evin û di nava cimae'tên dinda pê serbilind bin.
Çawa k’u helbestvanê k’urdî nemirî Cegerxwîn t’emî dike û dibêje:
Bixûne zimanan gelek k’ûr û dûr,
Zimanê te xweş tûj dibe r’engê şûr.
Ji vê k’itêbê ne ku t’ene zarok, lê usa jî ew k’esên ku dixazin zimanê k’urdî hînbin dikarin feydekî baş bistînin. K’itêb tê navkirinê «Zimanê k’urdî»(bona dersxanê ll-V). Ev despêke bona hînbûna zimanê dê. K’itêba duda bona dersxanê VI-IX hatîye nivisarê, k’îjanêda pirsa hînbûn, zanebûna ziman, e’debîyat,dîrok û çanda k’urda bi heralî û k’urayî hatîye cîwar kirinê.
Hazirkirin, çapkirina vê k’itêbêda bi fikir û nêrînê xweye giranbahava alîk’arîke mezin dane me mamoste û zanyarên meye hêja akademîk Nadîrê K’erem, mamosteyê navdar E’zîzê Beyler, profesor Huseynê H’emîd,helbestvan û mamosteyên k’urd H’esenê H’ecîsilêman,H’elîma E’mo, Barîyê Bala, H’esenê E’vdoyê E’lî. Nejmedînê Eh’med, Meh’medê Silêmîn û yêd din.
Tiştekî eşkereye ku wexta k’ar destpêdive û tê kirinê, bê kêmasî nave. Her me ce’dandîye, wekî qusûrî û kemasî kêm bin, lê ji wana jî meriv nikare t’am dûrk’eve.
Emê pêşda spasîya xwe bidine wan mamosteyên qedirbilind, p’êşekzan û xandevanên e’zîz, yêd ku wê bi fikir, nêrîn, p’eşdanîn û r’exnê xweye cîda alîk’arîyeke mezin bidine neşra vê k’itêbêye paşwextîyê.
Knyazê Îbrahîm
Çille,2006
Qazaxistan, Almati
Komara meye h’ezkirî
Qazaxistan komara (r’êspûblîka) mine h’ezkirîye. Ew sala 1991-ê bû dewleteke serbixwe. Ala wê li ser bajarê me dimilmile. Ez li Qazaxistanê ji dîya xwe bûme. Qazaxistan welatê mine. Ez çîya, daristan û xwelîya wêye pîroz, merg û ç’imanê wêye bedew bi dil û can h’ez dikim. Min li vira dibistana navîn û bilind xelaz kirîye.
Naha ez li bajarê Almatê doxtir dixebitim. Wexta ez piçûkbûm, min armanc dabû pêşîya xwe, bibim doxtir. Usa jî bû. Ez p’êşekê xwe p’ir h’ez dikim.
Armanca min ewe, ku ji bo gelê meyî Qazaxistanêda dijî, usa ji bo h’emû gelan, hindikbe jî xizmetekê bikim, ji bona saxlemîya wana k’ar bikim. Bivme h’ekîmekî deste’mel, kêrî merivayê bêm.
Her k’esîra welatê wan şirîne. Minra jî welatê min Qazaxistan wek K’urdistan şirîne. Ez k’ûda jî herim welatê xwe bîr nakim. Ezê her dem navê wêyî pîroz û p’aqij bilind xayîkim.
Spartin
“Qazaxistan welatê mine” - bi vê mijarê nivîsareke serbest deftera xweda binivîsin.
Curê hevokê
Di zimanê k’urdîda, wexta gotin û nivîsarêda hevok bi taybetî p’araveyî ser cur’a dibin. Di zimanê meda sê cur’ê hevokan hene: Hevokên hêsa (sade), hevokê têkel û hevokên rêzik (bargiranî).
1- Hevokên hêsa
Ji wan hevokanra dibêjin hevokên hêsa, yên ku ji xeberekê, carna jî çend xeberan çêdibin.
Mesele:
Ez diçime dibistanê. Payîze. R’onkaya sivêye.
E’h’med sêva dixwe. E’wravîye. Şever’eşe.
Tu kurê bave xweyî biçûkî.
Ez ji te h’ez dikim.
Ji hevokên jêrîn k’îjan yên hêsane, bidine k’ivşê.
1- Çima gak’uvî berjêrî seravê bû?
2- Hema wê wextê çevê wî, nava qamûşanda E'lî k’et û girîya.
3- Mamostê nameyek ji xwendek’arar’a xand.
4- Meh’medê Elî extîyarzane.
Ew p’olîsê dewleta Qazaxistanêye.
Spartin
Çend hevokên hêsa li deftera xweda binvîsin.
Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, yekê gulanê, sala 1947’a li Ermenistanê ji diya xwe bûye. Di ûnîvêrsîtêya Yêrêvanêda xwendina bilind standîye. Ser dîrok, ziman, e’debîyat û çanda k’urda gelek lêk’olîn kirîye, k’îjan usa jî bûne t’êzê wîye doktorîyê.
Sala 1978-a bûye doçent, sala 1988-a bi mijara (têma) “Têk’îlîyê e’debîyata k’urdaye navnetewî” xebata doktorîye nivîsandîye û navê doktorê ulmê fîlologîyê stendîye. Sala 1989-a ew bûye profesor.
Di salêd cuda-cudada p’irtûk û berhemên wîye zanîstî: “Ji dîroka tek’îlîyê e’debîyata k’urda û azerîyan”, “E’debîyatên netewî û têk’îlîyên edebî”, “Asoyê (horîzont) e’debîyatê” (derheqa pêşdaçûyîn û dewlemendiya e’debîyata k’urdîda), “P’ira biratîyê”, “Bext û qedera e’debîyata k’urdaye dîrokîyê”, “K’urd: ênsîklopêdîya piçûk” (bi ûrisî, îngilîzî, qazaxî, holandî), “K’urdê Qazaxistanê”, “E’debîyata k’urda” û yêd din çap bûne. Xencî k’îtêbê ulmî, ew usa jî xebata e’frandarîyê dike, helbest, serhatî û çîrokan dinivîse, k’arê wergerê dike. Ji sala 1985-a endamê yekîtiya nivîsk’arên Sovyêta berê, ji sala 1991’ê virva endamê yekîtiya nivisk’arên Qazaxistanê û ji 2005-ê salêda endamê PEN-a Kurd-a navnet’ewîye. Salêd 1984-1990-î bûye amedek’arê k’ovara “Edebîyata Ermenistanê”, serokê p’ara e’debîyata Azerbaycanêye rex yekîtîya nivîsk’arê Ermenistanê. Ji sala 1992’anda amadek’arê kovara “K’urd”e, (paşwextîyê “Nûbar”), ku h’etanî naha bi k’urdî, ûrisî û qazaxî li Almatê dertê.
Knyazê îbrahîm di ûnîvêrsîtêya Qazaxistanêye dewletêye ser navê Abayda serokê Navenda Zimanê cîhanêye. Akademîkê Akadêmîya Ulmîye Xwendina Bilînde Navnetewîye. Ji sala 2003’da prêzîdêntê Yekîtiya K’urdên Qazaxistanêye “Berbang”e. Mamoste 30 salî zêdetire, ku di ûnîvêrsîtêyê cuda-cudada k’ar dike. Di dereca dersdayîna ziman û e’debîyata k’urdada, ya rojhilatêda gelek p’irtûk û bernamê dersan hazir kirîye, k’îjan îro jî wek k’itêbên dersan têne qebûlkirinê. Knyazê Îbrahîm cara yekemîn li Qazaxistanê û Asîya Navînda “K’itêba zimanê k’urdî”, “Bername û mêtodîka hînbûna zimanê k’urdî” ji bo dersxanên ll-V-a, VI-IX-a nivîsîye, k’îjan bexşişne mezinin ji boy zarok û xwendek’arên me. Ew k’eda mamosteye p’irsalene û berhema tecrubê wîye pêdagogîyêne. Ji ber van xebatê wîye mezin, ya di milê zanyarî û civakîyêda ew ji alîyê serokkomarê Qazaxistanê bi Ordêna “Kûrmêt” (Şeref) hatîye rewakirinê.
Knyazê îbrahîm, di ûnîvêrsîtêya Qazaxistanêye dewletêye ser navê Abayda serokê Navenda Zimanê cîhanêye. Akademîkê Akadêmîya Ulmîye Xwendina Bilînde Navnetewîye. Ji sala 2003’da prêzîdêntê Yekîtiya K’urdên Qazaxistanêye “Berbang”e. Mamoste 30 salî zêdetire, ku di ûnîvêrsîtêyê cuda-cudada k’ar dike. Di dereca dersdayîna ziman û e’debîyata k’urdada, ya rojhilatêda gelek p’irtûk û bernamê dersan hazir kirîye, k’îjan îro jî wek k’itêbên dersan têne qebûlkirinê. Knyazê Îbrahîm cara yekemîn li Qazaxistanê û Asîya Navînda “K’itêba zimanê k’urdî”, “Bername û mêtodîka hînbûna zimanê k’urdî” ji bo dersxanên ll-V-a, VI-IX-a nivîsîye, k’îjan bexşişne mezinin ji boy zarok û xwendek’arên me. Ew k’eda mamosteye p’irsalene û berhema tecrubê wîye pêdagogîyêne. Ji ber van xebatê wîye mezin, ya di milê zanyarî û civakîyêda ew ji alîyê serokkomarê Qazaxistanê bi Ordêna “Kûrmêt” (Şeref) hatîye rewakirinê.