Stranê zargotina kurdaye tarîqîê
Ordîxanê Celîl
Hayastan
Rohilata Nêzîk û Ortê da kurd cimeteke qedîmî ye. Tarîqa pêşdahatina wê diçe digihîje tarîqa pêşdahatina wan mileta û qebîla, yê ko du-sê hezar sal berê ser topraxa Kurdistanê jîye. Hine ulmdar kurda hesab dikin peyhatîyê wan korduxa, yek qurna IV berî miladîê riya eskerê horoma girtin û wanara şerekî giran danî1. Hinekê maîn hatine ser wê fikrê, wekî tarîqa pêşdahatina kurda diçe digihîje mîdîya2. Hineke dinê jî pêşdahatina kurda xaldava girêdidin3. Çawa jî hebe, bêşik, bêfitya, tarîqa pêşdahatina kurda ... |