Almanaxa Kurdi
Ş.X. Mihoyi
Roja Nû
Derheqa Peymana Sêvrê gelek xebatên diroki û lêkolinên rengorengo hatıne nivisandin. Mebesta mın ji nıvisan ew ın, ên ku çi li Sovyeta berê û çi lı Ewropa û Tirkiyayê belavbûne. Lê belê ev babetek wiha ye ku pêlûka nerxandına problêmê bi pirbûna lêkolinan nayê nirxandm û derskirın. Çendi derheqa Sêvrê pir hatiye nıvisandın, lê ber qalibên siyasi û berjewendiyên cure-cure alıyên giring û pirinsipên vê pirsê di ber çavan re derbas nebûne. Loma ji pêwist e, bi çaveki dın lı vê pirsgirêkê bınhêrın û bi awaki îlmi bête nırxandın. Bi xwe piranıya nıvisên ku hene, yan guh nedane extiyariyên Kurdan, an ji prinsipên navnetewi ên derheqa mafê gelê Kurd ê çarenûsi, bi sextekari raberi xwendevanan kirıne. Di vê babisoka heri bilınd ji siyaseta Tirkiya ya zordarıyê, ne tenê mafên gelên bındestên wê wırda bûn, her wiha ji ew ji parastına dewletên ji der ve ji bê par man. Bi vê yekê, ew miletên bındest bi temameti ketın ber rehma Tirkên bê rehm. Di vê rewşê de Tirkiya bêyi bıngehê qanûni Kurd û axa wan nav çarçeva sinorê xwe da hişt. Tişteki naye bawerkirın, lê rast e, hemberi vê neheqi û ... |