Sozê Heqîqetê Ezdîtî
K’eremê Anqosî
P’irtûkxana êzdiya
Dîn-h’ebandina êzdiya p’ir kemne, ji k’ûraya t’arîqê tê, qedîma-qedîmtire. Bona wê yekêye, wekî êzdî bi K’ubarî û qure-qut’an h’emû dema dibêjin: “Dînê me ser h’emû dîna r’a ne!” Ola, bawariya êzdîtiyê bi kaklê, binga xa pêşiya dînê Cihûya, Xaç’p’arêza û Sirmana di dinê da diyar biye. Êzdîtî dînekî pêşk’etî bû û ewî berî h’emû dînê kemn û t’eze yek Xudê çava Xaliqê A’lemê, E’frandarê dinê h’eband û bawariya xa pê anî. Di zemanê kemn da Xudê p’ir’ bûn. Bîr û bawariya êzdîtiya t’eze ew h’emû Xudê kirine Xudan, Mêr, Miliyak’et û dane dora yek Xudaê Mezin. Gotin: “Xudê yeke, bê şirîk û bê hevale, qencî û xirabî t’enê ji destê Wî tê!” Zeman ser zemana da dihatin û diçûn. Her zemanekî bîr û bawariya t’eze angorî fikir û fe’mê mervê wî zemanî taanî û bela dikir. H’ebandinê kemn bi zorê p’ûç’ dikirin û devsa wan ol û erk’anê t’eze der dixistine meyîdanê. Vî t’eherî dînê Zeret’ûştraê, Cihûa, Xaç’-p’arêza, Sirmana, Bûdaê derk’etine dinê û pêş k’etin. .....
Nîşanên dînh’ebandina êzdiya li e’zmana: Roj (tav, şems), Hîv (sîn, ferx), Sitêrka - siteyîra sîbê (Gilavêj, melekê tav û sînê, melek taûs) |