The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Êzdıyatî: Civak Sembol Rîtûel


Author : Xanna Omerxalî
Editor : Avesta Date & Place : 2007, İstanbul
Preface : Pages : 142
Traduction : ISBN : 978-9944-382-25-0
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Oma. Ezd. N° 2925Theme : Religion

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Êzdıyatî: Civak Sembol Rîtûel


Êzdıyatî: Civak Sembol Rîtûel

Xanna Omerxalî

Avesta

Êzdiyatî yek ji bîr û baweriyên herî qedîrn ê Rojhilata Navîn e. Ji zemanên kevn ta niha bi zilm û zor û fermanan hatiye rojevê. Seyyahê ewrûpî Wigram dibêje; "eger bîr û baweriyek li gor zilm û zora ku lê hatiye kirin bê nirxandin, gerek e ciyê herî giri'ng û bilind bidin êzdiyan." Xebatên ilmî li ser civaka êzdî û êzdiyatî pir kêm in Di lîteratura li ser êzdiyan a ku bêhtir bi seyyahên ewrûpî dest pê kiriye de gelek şaşî hene. Heta vêga êzdî bi xwe li ser xwe, li ser dîn û civak û 'ededên xwe zêde nepeyivîne. Xanna Omerxalî, bi şêweyek zanistî pirsên girîng ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vedikole, gelek daneyên nû pêşkêş dike, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê


Xanna Omerxalî (Osoyan)-Di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsburg ya dewletî Fakûkeya Rojhilatnasiyê beşa zimanzaniyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kir (BA) û di sala 2004ê de dîploma Magîstirê Olzaniyê (MA) stand. Paşê Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê de qedandiye. Semîner li ser dînê êzdiyan dane û beşdari gelek konferansên zanistî bûye. Di salên 2005-07 di zangoya Almanyayê Georg August de, li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser “Zimanê Qewlên Êzdiyan” ders dida. Bi dehan gotar bi zimanê rûsî, ingilîzî û kurdî nivîsîne. Kitêba wê, bi navê “Êzdiyati, Ji Kûrahiya Hezarsalan” (Sankt-Pêtêrsbûrg, 2005) bi rusi çap bûye.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals