Tarîxa Kurdîstan I
Cigerxwîn
Roja nû
“Di vî perçî de dixwezim, Cografiya û nav û koka kurd, zimenê kurd, olperestîya kurd û rewşa abûrî, civakî, rêzanî bidim xuyakirin. Eger ev karê dijwar ne barê mirovên weke mine jî, lê dixwazim her nebî, kervirekî ji devê rê bidim alî ko hozan û tarîxzanên piştî me karibin bi hêsanî vî karî bibin serî û bi cî bikin. Çawa hin mirovên weke Mihemed Emîn Zekî Beg û Merdoxî û Şerefxan û hin mirovên dî ji hene, ko rê ji me re xweş û ronî kirine, ko şayanê pesn û rûmetin û em di îro de sipasên xwe û miletê Kurd ji wan mirovan re pêşkêş dikin.” |