Di Sedsala 20'an de Kurdistan û Sînor Eslîxan Yıldırım Azad
Dema mirov li dîroka sînorên di Kurdistanê de dinêre, mirov dibîne ku birîn gelekî kûr e. Hîn berî zayînê bi sêsed salî, gava îskender ji bo Med û Persan ji welatê rojava bi dûr bixe, berê xwe da rojhilat û pê de, nêzikî hezar û pênsed salî Kurdistan bûye qada şer û sînorê di navbera Rojhilat û Rojava de. Tu carî jî şer jê xalî nebûye. Di sedsala 7'an de, bi pêla îslamiyetê re, îcar bi hêzên başûr re jî rû bi rû dimîne. Ji sedsala 11'an û pê de, bi hatina Oguz û Moxolan re jî li erdê Kurdistanê şerê dijwartir çêbûne. Di serê sedsala 16'an de bi dilxwazî hin mîrekiyên Kurdan û Dewleta Osmanî li ser hevkariyê peymanekê pêktînin. Bi vê pevrebûnê Kurdistan dibe du parçe. Parçeyê mezin bi ser Dewleta Osmanî ve, aliyê din jî bi ser Sefawiyan ve dimîne. Bi Peymana Qesra Şîrîn, rewş di belgeyên navdewletan de fermî dibe. Nêzikî 400 salî ev rewş dom dike. Dûre, di serê sedsala 20'emîn de bi hin peymanên ku piştî Şerê Parvekirinê yê Yekemîn tên morkirin, gelek dewlet li ser perçekirin û behrkirina Kurdistanê li hev dikin.
Eslixan Yıldırım, di sala 1960’î de li Nisêbînê hariye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navin li Nisebînê xwendiye. Dûre li Erziromê, Lîseya Mamostehiyê ya Keçikan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstituya Perwerdehiyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostctî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkollnê dike. Di sala 2012’an de li Londonê “Weşanzaneya Azad” ava kiriye. Sê zarokên wê hene. Bi Kurmanci, Tirkî û hincki ji Erebî û Ingilîzî dizane.
Naverok
Pêşgotîn / 17 Pêşek / 23 Destpêk / 33 Cild I
Dîroka Sînorên di Nava Kurdistana Bêsînor de Heta Sedsala 20’an / 39 Mijarên di hundirê vê semivîsê de: Împaratoriya ewil a dinyayê Têkilî û pevçûnên di navbera Rojhilat û Rojava de Ketina nav hev a çanda Rojava û Rojhilat Êrîşên Ereban û hatina îslamiyetê Hatina Mogolan û wêrankirina herêm û çandê Destpêka bihevrebûna Kurd û Tirkan Bihevrebûna bi dilê xwe ya Kurdan û Dewleta Osmanî Rewşa Mîrekiyên Kurdan Encama cihgirtina di sînor de Peymana Qesra Şîrîn Rcwşa di sînor de Êşa Ehmedê Xanî ya ji ber Peymana Qesra Şîrîn Qelskirin û ji holê rakirina Mîrekiyên Kurdan Rewşa piştî hilweşîna Mîrekiyên Kurdan Peymanên li ser sînor Hin bandorên din ên sînoran Rewşa Kurdan a dema dawiya Osmaniyan
Serê Sedsala 20’an û Şerê Cîhanê yê Yekemîn / 81 Mijarên di hundirê vê semivîsê de: Cihgirtina Kurdan di gelek qadên Dewleta Osmanî de Di pêla azadiyê de hewldanên cuda Hevdîtinên peymanê ji bo sînoran didomin Encama pêşxistina neteweperweriya Tirkîtiyê Feşkilandina Dewleta Osmanî Rehberdana Ewrûpiyan a di nav Dewleta Osmanî de Şerê giran dest pê dike Çavberdana axa Dewleta Osmanî ya Ewrûpiyan û ji bo paykirina van erdan sînorên li ser maseyan hatine xêzkirin
Kurdistan Parçe Parçe / 103 Mijarên di hundirê vê semivîsê de: Di şer de Kurd li hemû cepheyan bûn û xwe ji Tirkan veneqetandin Tevliheviya piştî şer Pêşkctina neteweperweriya Kurdan Di navnetewî de hin gavavêtinên ji bo Kurdan Baweriya Kurdan bi Ewrûpiyan nehatiye Hevdîtinên Ewrûpiyan bi hin derdorên Kurdan re dom dike Ji aliyekî ve pevrebûna Kurd û Tirkan dimeşc Rewşa Başûr û Şêx Mehmûd Bcrzencî Ji bo Kurdan ber bi xwe ve Eînin tevgerên derdorên cuda Biryarê Sewrê û encam Mîsaqî Milî (Peymana Milî) Kesek naxwaze Kurdistanê ji dest xwc berde Tevgera Mustafa Kcmal derdikcvc pêş Pcymana Sewrê Alîkariya Yekitiya Sovyctan bi Mustafa Kcmal rc Pcymana Cewrê tu cih nagirc Hêdî hêdî hêvî ji Mûsilê tê birîn Pcymanên hikûmeta Enqcrê bi dewlctan re êkoşîna Kurdan di asta herî bilin de yc Pcymana sînorê Tirkiyê û Sûriyê û fcrmîbûna veqetandina Başûrê Biçûk Cerhildanên Kurdan bi berfirehî dom dikin Cerkeftinên Smaîl Axayê Şikakî (Simko) Qanûna medisa Enqcrê ya ku hin heqên Kurdan qcbûl dikir Hikûmeta Enqerê bcrê xwe dide Başûr Bombebarandina Ingilîzan bi ser Başûr de Li ser payêkirina Kurdistanê berbihevçûna dewlctan Vcgera Şêx Mchmûdê Berzencî ji sirgunê Têkçûna Kurdan li Lozanê Tirsa Ingilîzan a ku Mûsilê winda bikin û hewldanên wan ên herêmî Şîrovcyên nc rast ên der barê têkçûna Kurdan de Pêvajoya li Başûr li hesabê Dewlcta Tirkiycyê nayê Têkoşîna ji bo Mûsilê dom dikc Taqeta tu aliyî, ji bo bidestxistina tevahiya Kurdistanê şer bikc tunc û li cer paykirinê li hev dikin Li Lozanê tunebûna temsîlvanê Kurdan ê fcrmî Tevliheviyên li ser windakirina Mûsilê Rakirina Xîlafetê, behsa yekneteweyî û serhildana Şêx Ceîd Nîqaş û lîstikên li ser Mûsilê
Cıld II Sînoran bixwe re çi anîn? Sînorên sedsala 20’an / 203 Sînoran dê û weled ji hev qut kirin / 209 Mijarên di hundirê vê semivisê de Wateya sînor ji bo Kurdan çi ye? Rewşa Kurdan di dema pêşî a perçekirina welatê wan de Danîna mayinan û jihevqutkirina xwedî û milet Dîmenên ber sînoran Hin serpêhatî û bûyer
Li Kurdistanê Her Tim Şer Heye / 227 Mijarên di hundirê vêsemivîsê de Bi gelemperî nerînek li sedsalê Rewşa Heta 1950’yî Bihevrebûna Kurd û Tirkan heta Peymana Lozanê Li Tirkiyê bi înkarkirina Kurdan re destpêkirina serhildana Şêx Seîd Tevger û hewldanên 1926’an Berdewamiya serhildanên li îranê û qeweta Smaîl Axayê Şikakî Serhildanên Şêx Mehmûd Berzencî dom dikin Serhildana Agirî û pêşketina îhsan Nûrî Paşa Xapandina xelkê û komkujiya Eleqemşê Şerê giran ê 1930’î û komkujiya Zîlanê Alîkariya îranê ya bi Tirkiyeyê re û lihevkirina pevguhertina erdên di sînor de Di heman demê de rewşa li Sûriycyê Têkiliya pêvajoya li îraqê ya bi Serhildana Agiriyê rc Domkirina sirgûnan Rewşa sînorên Kurdistanê Kurdistana Sor a li Sovyctê Bingeha serhildana Dêrsimê Serhildana Dêrsimê Komkujiyên Dêrsimê Di dema komkujiyên Dêrsimê de hilweşandina Amûdê Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re derketina Frensiyan ji Sûriyeyê û guhertina rewşa Kurdan a ii Başûrê Biçûk Li îraqê destpêkirina tekoşîna di bin rêberiyti Mistefa Barzanî de Tevî hêzên xwe derbasbûna Mistefa Barzanî ya îranê Damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê Rewşa Dewleta Kurdistanê û xebatên Kurdewarî Hêza li dijî Komara Kurdistanê û hilweşandina wê Çûna îraqê ya hêza Barzanî Rêwîtiya Barzanî û hêza pê re ya ber bi Sovyetê ve Qewînkirina Sînoran û Bi Dû Wê De Damezirandina Nato û Pakta Warşovayê û bandora wan a li Kurdistanê Vegera Mistefa Barzanî ji Sovyetan û bidestxistinên Kurdan ên li Başûr Qewînkirina sînoran û jihevdûrxistina rêxistinên Kurdan Dîsa lidijderketina gelek hêzan a li hemberî heqên ku Kurdan li îraqê bi dest xistibûn Piştî bidestxistina hin mafan a li îraqê rewşa Kurdên li dewletên din Li Tirkiyeyê biryara tunekirina Kurdan a hişkere û “Doza 49’an” Li Tirkiyeyê derbeya leşkerî ya 1960’î Paşde gavavêtina Dewleta îraqê û serhildana Mistefa Barzanî Derbeyên li îraqê û lihevkirinên bi Kurdan re yên demkî... Damezirandina PDK-T (Partiya Demokrat a Kurdistan- Tirkiye) Xurtbûna Çepgiriyê ya li Tirkiyeyê Mitîng û tevgerên Kurdan Bidestxistina otonomiyê li Başûr û dîsa derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê Dîsa destpêkirina têkoşîna çekdarî ya li îranê Peymana Cezayîrê û têkçûna Kurdên Başûr ên di bin serokatiya Barzanî de Di dema Mistefa Barzanî de Kurdistana Başûr Derketina tevgera Celal Talabanî û bi salan domkirina birakujiyê Li Tirkiyeyê derketina gelek rêxistinên Kurdan Li îranê destpêka dema Humeynî û bi dû de Li hemberî Humeynî têkoşîna Kurdan Di 1980’yî de derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê Zilm û zordariya di dema derbeyê de Şerê îran û îraqê û di nîvê agir de mayîna Kurdan Operasyonên dersînor yên Tirkiyeyê Destpêkirina têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Bidestxistinên Kurdên Başûr Li Viyanayê 13’ê Tîrmeha 1989’an, bi xapandin kuştina sekreterê gişrî yê PDK-Î Abdurahman Qasimlo Êrîş û bikaranina çekên kîmyewi yên dema Enfalê Qetlîama Hêlcpçc Koçberiya ’ocr bi sinoran vc Bclavbûna Sovyctan û serxwcbûna gelek xelkan Pêşketina têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Bilindbûna agirê Newrozê Berdewamiya êrîşên mezin û koçberiya Başûrê Kurdistanê Avakirina Herêma Federe ya Kurdistanê Li hemberî bihêzbûna PKK e zêdebûna kuştinên kiryar nediyar ên li Tirkiyeyê Di dawiya sedsalê de bi komployeke navnetewî girtin û anîna Tirkiyê ya cerokê PKK e Abdullah Ocalan (1999) Bi tevayî rewşa Kurdistanê ya serê sedsala 21’emîn
Asîmilasyon, Sirgûn û Koçberî / 337 Mijarên di hundirê vê semivîsê de Encama asîmilasyon, sirgûn û koçbcriyê Kurd û otoasîmilasyon Asîmilasyon sûcckî mirovahiyê yc Windahiyên sirgûn û koçbcriyê Girêdana Milctê Kurd bi axa wî ve Pcvrcbûna gelan a di dîrokê de û danûstendina çandan Sirgûn û koçberiyên ku bi Şerê Cîhanê yê Yckemîn re hatin Bi avakirinên netewedewletan planên asîmilekirina Kurdan ên bi rêk û pêk Ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve terikandina biratiya Kurd û Tirkan, înkarkirina ziman, çand, kesayetî û hebûna Kurdan Xclitiyên di Saziya Dîroka Tirkan û Zimanê Tirkî de hatin mcşandin Bcrhevkirin û şewitandina pirtûkên Kurdî, derxistina pcyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ ji hemû pirtûkên dersan Guhertina navên gund û cihan Rcwşên trajîkomîk ên ji ber înkarkirina Kurdan derdiketin holê Bandora şerê demdirêj a li ser tundiyê Li îranê zordariya dema Şah Riza Asîmilckirina Kurdan a li îranê Lczgîniya tunekirina Kurdayctiyê û qirkirina Dêrsimê Mifctişê giştî yên herêmên Kurdan û hewldanên wan Cczakirina kcsên ku bi Tirkî nediaxivîn Xwcstina ji Kurdan axweînkarkirinê Biçûkxistina Kurdan a di nav civatc de Bayê çepgiriyê û rewşa 196O’an Domkirina planên asîmilasyonê û rewşa 1970’yî Bîranîneke min a dema ez li dibistanê bi Kiirdî axivîm Berevajîkirina dîroka Kurdan Bi perwerdeya dewletê ya bi planên asîmilekirinê derketina nêrînên xclet ên li dîrok û şexsiyeta Kurdan Meşandina heman rewşê ya li îranê Bi Kurdan re asîmilebûna hemû hemwelatiyan Li hemberî çewtiyan rewşa zarokên Kurdan Li îraqê cama bidestxistina mafên çandî û qebûlkirina Kurdayetiyê Bêencammayina hewldanên hin rayedarên Tirk ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan Bi israr meşandina polîtîkaya înkarkirina Kurdan Jihevqutkirina Kurdan bi alfabcyên cihê Xebatên Kurdewar ên li Ermenistanê Di bin nîrê xweînkarkirinê de îstatîstîkên xelet ên di derbarê Kurdan de Mccbûrmayina veşartina nasnameya xwe ya Kurdan Rewşa Kurdên ku koçberî welatên Ewrûpayê bûnc Di warê çandî de jihevdûrketina Kurdan Paşdemayîna dewletên ku Kurdistan di nav xwc de parvc kirine Di tunekirina Kurdan de rêbazekc din: Sirgûn Sirgûnên pişrî Serhildana Şêx Seîd Qanûnên ku ji bo sirgûnê hatine derxistin Xayintiyên ku bi Kurdan rc hatine kirin Sirgûnên ku li îranê çêbûne Guhertinên navên hemû cihên cografîk, taxên di nava bajaran de yên li Kurdistana îranê Li îranê qedexekirina cilûbergên kevneşopî yên Kurdan Sirgûniyên malbatekê Di seqema zivistanê û germa havînê de berdewama sirgûnkirinan Li cihê sirgûnê ji hev veqetandina ferdên malbatan Bi sirgûn û koçberkirinan Kurd koçeke girîng a mejî jî didin Sirgûnkirina Bedirxaniyan Helwestên cihê yên miqabilî mihacirên ji derve tên û Kurdên sirgûn dibûn Sirgûnkirinên beri destpêka Serhildana Dêrsimê, di dema serhildanê de û pişrî serhildanc Barzanîûsirgûn Xefikvedan û girtina ber Kurdan a bi mayindanînê Li sînorê Sûriyeyê danîna Kcmera Erebî û encamên wê Sirgûnên li Kurdistana Başûr Zêdebûna sirgûnan a piştî derbeyên leşkerî û guhertinên desthilatdariyan Koçberiyên mezin ên ji ber zilma Sedam Di 1991 ’ê de Enver Ozkahraman li sînor çi dîtin Li Tirkiyeyê ji bilî sirgûniyên mecbûrî, ji ber mercên xcrab koçberiya ber bi rojava ve Kurd li ku û ku hene Nêrîneke tcvayî li asîmilasyon, sirgûn û koçberiyê
Hevalbendiya Dewletan a li Hemberî Kurdan û Êrîşên Dersînor / 429 Mijarên di hundirê vê semivisê de Lihevkirina dewlctan a li cer parkirina Kurdistanê Li hemberî berxwedana Kurdan pevrcbûna dewletên ku Kurd lê dijîn Ji bo berjewcndiyan, firehbûna eniya dewletên dijbcrî Kurdan Rola dewlcmcndiya axa Kurdistanê ya li ser hevkariya dijminên wê Tirsa ji serî netewandina Kurdan û pêkanîna cepheyên dijberî wan Sînorguhertin tê de, lihevkirina dewletan li ser her cureyî ya li hemberî Kurdan Newekheviya tiştên tên xuyakirin û rastiyê Qelsketina Kurdan li hemberî pevrebûna gelek dewletan a li dijî wan Şîrovcyên îsmail Bcşikçi yê li ser vê mijarê Di dema Komara Kurdistanê ya Mehabadê de hêzên ku li dijî Kurdan derketin Di Mcşa Berzaniyan a ber bi Sovyetê ve xweparastina ji sê dewletan Pakta Bexdayê Di sala 1975’an de têkçûna Kurdan a bi lihevkirina dewletan a li cer mcnfactê Toleransa dewletan a ji bo operasyonên dersînor ên bi ser Kurdan de Bi operasyoneke dersînor, qetlîama li Qamîşloyê Di navbera Enqerc û Bcxdayê de ‘Peymana Ewlehiya Sînor û Hevkariyê’ Di bikaranîna çekên kîmyewî de alîkarên Sedam Bêhijmar operasyonên dersînor ên Tirkiyeyê Di 1992’yan de bi îlankirina ‘Dewleta Federe ya Kurdistanê’ windahiyên mezin ên PKK’ê Guhertina sînoran li dinyayê û hesasiyeta dewletan a li hemberî sînorên di Kurdistan de Di sala 1999’an de girtina rêbctê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi hevkariycke navneteweyî Zêdebûna bi hevkarî operasyonên dersînor ên îran û Tirkiyeyê yên cerê sedsala 21emîn
Mayin û Qaçax / 463 Mijarên di hundirê vê semivîsê de Di heyamê bcrê de bazirganiya li Kurdistanc Di navbcra karwanên Rojava û Rojhilat de Kurdistan û mêvanperwcriya wê Piştî pcrçckirina Kurdistanê jihevdûrxistina bajaran û qclskctina bazirganiyê Bazirganiya ku navê wê bû qaçaxî Bîranînên bi qaçaxî derbaskirina sînoran a demên cwil Mayînkirina sînoran Hin bîranînên dema ku nuh mayin hatin danîn Hewcedariya qaçaxvaniyê Malên ku bi qaçaxî dihatin û diçûn Bi demê re zêdekirina tedbîrên li ser sînoran Rcngguhertina qaçaxê û vekirina sûkên qaçaxçiyan a li herêmê sînoran Têkiliyên qaçaxvaniyan û dinyaya ku bi van têkiliyan ava bû Li Tirkiycyê di salên 1980’yî de bi destûrdayîna derbaskirina hemû curc mal a di gumrikan re xelasbûna qaçaxvaniyê Cudahiya sînoran a li gorî xwezayê Hakimiycta PKK’ê ya li ser sînoran Zchmetiya vekolînên li ser sînor Qaçaxa mazotê Piştî derbeya leşkerî ya 1980’yi çûna gelck xortan a derveyî wclêt Vaiakirina gundan a piştî bihêzbûna şerê çekdarî û mayinkirina derdora gundan Hin dokumanên kuştinên bi mayinan ên Komelcya Mafên Mirovan Pirbûna mcxdûrên zarok Hin serpêhatî Pirsgirêkên kesên ku ji ber mayînan seqet mane Mayin, li dinyayê tcvî pirsgirêkekc mezin e Hewldanên rakirina mayinan li dinyayê tevî û Sondxwarina Ottowayê Dokumanên hin bûyeran Hin fîlmên li ser mijarê Di derbarê danheva serpêhatî û bîranînan de Hin cerpêhatî, bîranîn û hevpeyvînên derbarê sînor de
Her Derên Kurdistanê Bûn Herêmên Sînoran û Ji Hev Hatin Qutkirin / 571 Mijarên di hundirê vê semivîsê de Cudabûna herêmên sînoran Her derên Kurdistan bûne herêmên sînoran Lêkolînên li cer herêmên sînoran û cncam Cudahiya ncziktêdayînên sînor ên desthilatdariyên cuda Bandora sînoran a di şeran de cihgirtina Kurdan a di nav hêzên dijberî hevde Sînor her tim qadên şer in Windahiyên qadên şer Di heyama Osmanî û Cefewiyan de hin taybetmendiyên mîrckiyên di sînoran de Guhertina hevalbcndiya mîrckiyên di sînoran de Zordariya her du dewletan a li ser eşîrên qels Têkiliyên Kurdên di sînorên Rûsan de Destguhertina herêmên sînoran Bandora çanda her du aliya ya li ser xclkê herêmên sînor Bixwcreanîna pirsgirêkên nû yên sînorên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekcmîn Kurdistan parçe kirinc Cehş û qoricî; birakujî Rêvcbcriyên rewşên awarte yên herêmên sînoran Pirbûna polis, csker û biryargchên cskeran ên li sînor û herêmên sînoran Li himbcri Kurdan saziyên derqanûnî (çctc) Di bin navê sebeba sînorderbaskirinê de kuştina kcsên bêgunch ku tu cle qcya wan bi derbasbûna sînor tune ye Kuştin û şewitandina hespan a di sînor de Biranîneke Envcr Ozkahraman û rewşa Çelê Kcmera Erebî ya di sînorê Sûriyeyê de Pirbûna bûycrên bi felaket ên navçe û bajarên li bcr sînoran Nivîsên pesindayîna Tirkbûnê li herêmên Kurdan (axilbe ber sînoran) Ji romana Laleş Qaso rewşa ber sînoran Ligcl dewlemendiya welatê wan paşdehiştina herêmên Kurdan Bi hin serpêhatî û bîranînan jiyana ber sînoran Qaçax gelek derban bi destê wezîfedarên dewletê hatiye kirin Dîmenên hevdîtinên ber sînoran Çûn û hatina bi peseportan Tevgera ji bo mazotê Bandora têkiliyan li ser deriyê sînor Texrîbkirina cografyaya Kurdistanê Dîroka di nav mayinan de Şewitandina daristanan Li Tirkiyeyê valaldrina gundan û mayinkirina wan Sînor gelek cih û war hêsîr girtinc (wek Nisêbîn) Hin serpêhatiyên kesên ku bi mayinan ceqet bûne Zchmctiya bisînorkirina tevgera mirovan Li aliyekî cîhanê rakirina sînor û dîwaran û Ii aliyê din projeyên avakirinên dîwaran li nav sînorên di Kurdistanê de
Bandorên Li Ser Psîkolojiyê / 633 Mijarên di hundirê vê semivîsê de Sînorên lîstikên zarokan Lîstikên zarokên sînoran Ji hev qutkirina xwediyan û hesrct Sînorkirina tevgcra mirovan Di mcjiyan de rûniştina rewşên awarte Bi cerpêhatiyan ronîkirina rcwşê Zarokatiycke ku bi dîtina birîndar û kuştiyan derbas bibe Bandora sînor a li helbcstvan û nivîskarên ji herêmên sînor Bi hevpeyvîn û bîranînên di beşên din de fêmkirina bandorên cûr bc cûr ên li cer psîkolojiyê Kurd li ber bayê netewdewlctê ncpckiyan û sînor ncxistin navbera xwe û yên din, lê bedelên giran dan
Çend gotınên dawî/653
Çavkanî / 671
PÊŞGOTIN
Pirtûka giranbuha, neynika rastane ya jiyana gelê Kurd Gelê Kurd tevî rewşa bindestiyê û binpêkirina mafên xwe yên mirovane îro li ber du astengên pir mezin sekiniye. Bi girîngiya xwe çarenivîsa azadiya welêt û jiyandariya gel di bin xetereyeke mezin de ne.
Yek ji wan astengan jiyandariya zimanê Kurdî ye: Rewşa mayin û nemayina wî ye, îro ser zaravayê kurmancî (li îran, îraq, Sûriye û bi taybetî li Tirkiyeyê), zarav ku di zimanê Kurdî de yê herî mezin e, bi dîroka hezaran salan e û pêşketî ye. Kurmancî komponênteke bingehîn e ji bo duaroja nêzik li meşa hevgirtina gelê Kurd û Kurdistanê; ew gencîneyeke çandî ye, ku mafê wî heye zindî bimîne, bê naskirin ne ku tenê ji aliyê hemû Kurdan, lê wisa jî divê bê parastin û bibe milkê şaristaniya navnetewî.
Ya duduyan ew astenga sînordanînê ye, bi têgihîştina naveroka vê peyvê ye herî fireh: Him bi wateya parçekirina Kurdistanê di navbera çar dewletên Rojhilatê de; him bi wateya parçekirin û dabeşkirina çand û hunera Kurdari: Siyaseta xurtkirina bandora çand û hunera gelên dagirker: Tirk, Ereb û Farisan, bi armanca ku di nava xwe de miho bikin (bihelînin) bingeha çand û hunera Kurdîtiyê; sînordanîna navbera hêzên Kurdan a siyasî û civakî; destkariya dagirkeran, bi siyaseta aboriyê, wêrankariyê û zilm û zorê, ji bo xurtkirina nava Kurdan îdêntîtêta ji hev xerîbbûnê û kovîbûnê; piştovanîkirina nava Kurdan mêldariya wan a ser jiyan û aboriya mêtropolên ji Kurdîtiyê û Kurdistanê dûr û biyanî; her wisa jî jiyandarkirin û xurtkirina hisa eşîretiyê, tayifebaziyê, dutîretiya navbera olan û parastina nava Kurdan, xetereyên ku civaka Kurdî têkdidin û ber bi tunebûnê ve dibin. Ev her du pirsên pir ziyankar, ku li ber hêzên Kurdan ên siyasî, rewşenbîran û civakê serî rakirine, divê ji her aliyî ve bên lêkolînkirin, di nava gel de bên gengeşekirin, da ku bikaribin li ser vê rewşa xeter çêtir serwext bibin û strate-jiyeke milî ji bo lihembersekinînê û berxwedanê bipejirînin. Divê Kurd îro ji fitilên van her du ejdîharan, ku welat û gel dorpêç kirine rizgar bibin.
Armanca min li vira ew nîn e, wekî di vê nivîsarê de ez li ser bervedana van her du astengan bi hûrbînî bisekinim, an jî dergehê gengeşekirinê li ser van mijaran vekim. Na. Daxwaza min ne destnivîs-lêkolîna li ser van asten-gan ku li ber destê min e û li ser riya weşandinê ye jê re oxira xêrê bixwazim.
Xwedana destnivîsê Eslîxan Yildirim e, xanimeke Kurd e, ku ji bilindahiya rewşenbîriya xwe, baş têgihîştina rewşa gelê xwe ev berhem bi hêza zanîn û kela dilê welatparêziyê nivîsiye. Berhem bi naverok dagirtî û stûr e. Bi xwe li ser vê mijarê eva cilda duduyan e ku amade dike. Benda pêşî bi navê “Di Sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor-I (Dîroka Sînorên di Hundirê Kurdistana Bêsînor de)” di sala 2009’an de hatiye weşandin.
Benda (cilda) duduyan karekî pirbelge û bêguman, berhema xebata Yildirim xanimê ya salên dirêj e, ku wê xerc kiriye û realîteya vê pirsê yek bi yek di ber çavê xwe re derbas kiriye. Ji ber agahdariya xwedanê tu çavkanî, weşanên biçûk û mezin nefilitîne û hatine bikaranîn. Di dîroka Kurdzaniyê de pirsa sînorkirina Kurdistanê wiha bi giştî, ji her aliyî ve û bi şarezetî, çiqas ez zanim, hê nehatiye lêkolandin û wek pirtûk û lêkolîn li ser maseya xwendevanan nehatiye danîn.
Li ser dabeşkirina Kurdistanê piraniya Kurdzan, siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û lêkolînarên ne Kurd sekinîne, cêribandine bûyera parçekirina Kurdistanê di navbera du dewletan de: împêratoriya Osmaniyê û Iranê û paşê jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn çarparçekirina welêt, li ser Tirkye, îran, îraq û Sûriyeyê, binirxînin, lê bi giranî li ser nesekinîne û di ser re derbas bûne.
Parçekirina Kurdistanê ji sala 1514'an û vir ve, heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn, rast çarsed salan ji aliyê Kurdan ve nehatiye pejirandin, ew de jûre bûye, lê ne de fakto, ji ber ku binaliyên vê herêmê, gelê Kurd ev parçekirin û sînordanîna navbera her du aliyên çiyayê Zagrosê, li ser xwe nas nekirine. Ev jî bûye sedem, ku di navbera her du dewletên Rohilata Nêzik de her tim û bi awayekî sîstematîk şerên biçûk û mezin çêbûne.
Rûsya û îngiltere tevî îranê û Tirkiyeyê çend caran komîsyonên taybet ji bo sînor eşkere kirine, ava kirine, bi dirêjahiya mehan û salan kar kirine, da ku karibin xeteke şirûştî bibînin û wê raberî her du aliyan bikin, lê ev yek ji wan re li hev nehatiye. Xema Rûsyaya Qeyseriyê û Brîtaniyaya Mezin ne agirbest û aştiya navbera îranê û Tirkiyeyê bûye, her duyan jî xwestiye di vî karî de berjewandiyên xwe yên siyasî, aborî û dagirkeriyê bidin pêş, da ku karibin bandora xwe li wan herêman xurt bikin. Tevbûyên van komîsyonan dîplomat, zanyar û berpirsiyarên leşkeriyê paşwextiyê bîranîn û lêkolînên xwc li ser cografiya, etnîk landşaftê û rewşa civakî û aboriya herêmê pirtûk û lêkolînên xwe weşandine. Li ser dîroka sînordanîna navbera îran û Tirkiyeyê hêja Eslîxan Yildirim di pirtûka xwe ya cilda pêşî de bi hûrbînî sekiniye. Cilda duduyan ku ji bo çapê amade ye, bi giştî diyari dîroka sedsala XX’an a nûdemê kiriye.
Dîroka Kurdan a sedsala XX’an ji bo Kurdan ber bi çav dikeve bi xwîn-rêjiyên mezin li ser erda Kurdistanê. Sal bi sal li herêmên welatê Kurdan li pey hev agirê serhildanê vêketiye, şoreşên biçûk û mezin li Tirkiyeyê, îraqê, îranê pêk hatine, ew wek zincîreke dirêj bi sedan xelekan ve hevgirtî û hevhû-nayî bûne. Dema serhildanan bi hezaran, Kurd şehîd ketine, gund û bajar wêran bûne, lê agirê hêviyê netemiriye. Welatparêzên Kurd dema ser-hildanan ji her çar parçeyên Kurdistanê gihîştine hawara hev û bi hev re singê xwe kirine mertalê parastina welatê xwe û şehîd ketine. Zindî şikestine ber hêzên leşkeriyên xurt, lê bi ruh neşikestine, ruhê wan, hêvî û armancên wan xurtir bûne ji bo duarojê. Faktora hevgirtina gel, dijmin hîn devxwîn kiriye, dewletên dagirker jî bi siyaseta bindestkirina Kurdan gihîştine hev, planên têkdayîna serîrakirina Kurdan danîne ber xwe, bûne hevbeş û hevkarên hov.
Di van planên hevkariyê de dagirkeran giraniya xwe danîne ser karê prak-tîk: Bi taybetî ser xurtkirina sînorê nav xwe yên dabeşkirinê bi hêzên leşkerî û têknîka nûjen. Li ser xeta parçekirina gel bi milyonan mayin di erdê de çan-dine, têlên elektrik derbas kirine, serê her 50-70 metreyî qereqolên leşkerî ava kirine, gundên li ser sînor wêran kirine, xelkê wan koçber kirine, dero dero kirine, ji welat xerîb kirine. Ew erda jiyandar û bi ber tijî bûye erdeke mirî, erda bi xwîna Kurdan avdayî, bi laşên şehîdan dagirtî. Xwedana vê lêkolînê li ser van pirsan yek bi yek radiweste, bi dehan mînakan ve mak dike û li ber xwendevanan radixe. Babatên bingehîn li ser astengiya sînoran, ku xwedana pirtûkê xebata xwe dabeş kiriye, ev in:
a. Sînorên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di navbera her çar parçeyên welêc de hatine avakirin bêexleqî bûne, bingeha wan a dîrokî, cografî, etnîk ji bo parçekirinê qet bi qet tune bûye; bandora vê parçekirinê negatîf bûye: destê endamên malbetê, xizm û mirovên nêzik ji hev kirine, bingeha aboriyê, milkên wan: Erd û zevî, tarş û zozanên çêrê û hwd. parçe kirine. Xwedanê pirtûkê pêkanîn û lêpoktiya li ser dîroka parçekirina Kurdistanê, li ser sînorên navbera Tirkiyeyê û Sûryeyê -xeta trênê- disekine, ku bi destê welatên Ewropî hatine danîn û ji aliyê wan ve jî hatine naskirin. Ji bo gel û dewletên dinyayê xeta trênê xeta hevgirêdana gund û bajarên gel û welêt bûye, lê bo Kurdan ew bûye xeta ji hev qetandina destê dê û dotan, kûr û bavan, destê bira û pismaman... Dergehê trênê yê destê çepê bûye riya daketi-na Tirkiyeyê, dergehê destê rastê bûye dergehê daketina Sûriyeyê. Pêkanîn û paradokseke wiha gelo mirov dikare li ser rûyê zemînê lê rast bê? Bandora trajîk li ser jiyana hezaran malên Kurdan ên li ser vê “xetê” xwedana lêkolînê bi mînakan, ji her aliyî ve daye xuyakirin.
b. Sînorên ku Kurdan qebûl nekirine û mecbûr bûne peywendiya xwe ya civakî, mirovî û aborî bi her du aliyên sînor re berdewam bikin, rastî asten-gan hatine û ji aliyê desthilatdaran ve navê qaçax, karê qaçaxçiyê qazanc kirine û bi tundî hatine gunehbarkirin. Sînorê bi hezaran mayin çandî asten-ga mezin bûne li ser riya vê jiyanê, ku her tim bi kuştin û bi teqînên mayinan pêk hatiye. Pirsa çandina mayinan, ku diviyabû baldariya saziyên navnetewî bikişanda ser xwe, hîna jî rastî bêxemiya dewletên Ewropayê tê. Rêjîma Baas a li îraqê, li Sûriyeyê, desthilatdarên îranê û Tirkiyeyê erd û xaliya Kurdistanê bi milyonan mayin çandine, yên ku jiyana bi hezaran mirovên am û tam, zarokan, şivanan, jin û bûkan xwarine, ew seqet kirine. Ev pirsa giring di pirtûka Eslîxan Yildirimê de mijara lêkolînê ya taybet e, ku bi mînakên pir-hijmare dihingêve û bi xemgîniya mezin dagirtî rastî xwendevanan tê. Lêkolîner bi xwe nêzikî van sînoran jiyaye, gelek caran bi xwe şahidê van rastiyan bûye, li gelek deweran jî bi xwe geriyaye û qurbaniya van teqînan, mirovên seqet û birîndar axiviye û gotinên wan civandine, wekî dengê êş û kovaniya wan a neheqiyê û zilmê bigihîne xwendevanan.
c. Siyaseta bindestkirina Kurdan, xên ji parçekirina bi sînoran, bi siyaseta mihokirinê (asîmilyasyon), sirgûnê, koçberkirinê, zîndankirinê zordariyên cur be cur ên hovane hatine meşandin. Mêtodên asîmilasyonê terz bi terz bûne. Mînak, li Tirkiyeyê heyîna gelê Kurd înkar kirine, bikaranîna navê Kurd û Kurdistanê bi dehan salan qedexe bûne, bi sedan kes ji bo van navan çûne ber dadgehê û gunehbariya zîndankirinê qazanc kirine. Xudanê pirtûkê dengê van kesên ku harine guneh-barkirin û bi dehan salan ii zindanan mane; axaftinên karmendên şovenîst û helwesta wan a li dijî mirovahiyê, ku bi konstîtrûsya dewletê “Ana....” piştrast bûne daye xuyakirin. Ev hemû dîroka duh û pêr nebûne, evana îro jî di jiyana praktîk de tên bikaranîn.
d. Xwedana lêkolînê ciyekî serbixwe û taybet veqetandiye ser mijara ban-dora bûyarên ser sînor û siyaseta dewletên zilm û zextiyên li ser psîkolojiya gelê Kurd. Eslîxan xatûnê bi dilekî dayikane nazik û birîndar ev mijar bi mînakên ku dilê mirovan dikizirînin, li ser zarokên Kurdan radiwaste yên ku li ser sînor dijîn û ji telebext re ji destê mayinên li dora gund û nava zeviyan çandî birîndar û seqet bûne. Bandora vê jiyana bi tirs û xeter li ser psîkolojiya zarokan, ku ji salên zarotiyê hetanî xortaniyê dom kiriye, şopaxwe reş hiştiye li ser wan, heta kalbûnê û wek dibêjin heta ber devê gorê bûye rêberê jiyan û dinênasîna wan niştevanên hêrêmên ser sînor. Xwendevan nikare bê his û bê kel bixwîne vê nivîsarê... Babetên pirtûkê li ser zor û zilma ku salên dirêj gelê Kurd dorpêçkirine, di pirtûka “Kurdistan û Sînor” de bûne îzbatiyên giran û girîng ji bo naskirin û zanîna rastiya pirsa Kurdan bi giştî û rojanebûna helkirina rewşa Kurdan a bindestiyê. Berî ku ez nivîsa xwe bigihînim dawiyê, dixwazim li ser çend taybetiyên pirtûka berdest ên erênî bisekinim.
1- Berî pêş divê bê gotin, ku piraniya zanyar û rewşenbîrên Kurdan ên bakurî bi taybetî, heta niha ji xwe re kirine adet, berhemên xwe yên lêkolînê yên li ser dîrokê, sosyolojiyê û hwd. bi zimanê Tirkî binivîsin û biweşînin. Sedema vê rewşê xuya ye. Xwedana destnivîsa berdest bi Kurdî fikiriye û berhema xwe jî bi zimanê Kurdî, zimanê dayika xwe nivîsiye, ji ber vê jî zimanê nivîsarê ji bo xwendevanên Kurdîaxêv wê gelekî nêzikî dil be û baş bê têgihîştin. Xwedanê karibûye ramanên zanyarî bi Kurdiya (Kurmanciya) pêşketî û îroyîn bigihîne xwendevanên xwe. Rêzên nivîsarên sade û kamilîn. Sadebûna nivîsê ne ji kîsê qelskirina ziman hatiye pêkanîn. Berovajoya vê. Baş zanîna zimanê gel û edebiyetê diyar kiriye hêz û potansiyela zaravayê kurmancî ya mezin ji bo duarojê.
2- Xwedana pirtûkê bi berhema xwe hêz û şureta xwe bi du awayan daye xuyakirin: a) Wek dîrokzan, ku kare lêkolîna pirsên civakî û siyasî ji xwe re bike hedef û bi hostayî wan bervede û hişkere bike. b) Wek Romannivîs. Di berhemê de gelek caran em rastî hevpeyvînên wê tên tevî Kurdên gundî. Axaftinên wan bi hunera zimanê edebî li ber xwendevanan tên raxistin. Dîdemên ji zilma li ser Kurdan bi zimanekî wisa dewlemend bi kar aniye, ku tenê nivîsarvana bi tecrûbe kare vê yekê bike.
3- Eslîxan xanim lêkolîna xwe bi bînfireyî, hûrbînî meşandiye, xwe nehêwişandiye ku hemû çavkanî û pirtûk-lêkolînên berî nivîsa wê çapbûyî, çiqas karibûye peyde bike, bona kamilbûna berhema xwe bi kar bîne.
4- Hêjayî destnîşankirinê ye, ku gelek parçeyên destnivîsê bi xwe çavkaniyên nû û giranbuha ne, ku bi hewldana xwedana berhemê hatine zindîkirin. Di vî karî de alîkarê wê bûye, çarenûs, ku malbata wê bineciyê bajarê Nisêbînê bûye û zarotiya wê li ber xeta sînor derbas bûye û hemû bû-yerên trajîk li ber çavên wê û zarokên hevalên wê derbas bûne. Dêmek, ev pirtûk bi xwe dikare bibe çavkanî ji bo lêkolînvanên van mijaran.
5- Destanîneke vê pirtûkê yek jî ew e, ku hemû nivîsên xwe bi dokûmên-tasyona foto-nîgaran mak kiriye. Mezin e, bandora van nîgaran li ser hisa xwendinvanan: Zarokên bêguneh seqet, bêdest, bêling ji ber çevên xwendevanan nikarin bê şopa giran derbas bibin. Daxwaza min ew e ku ev pirtûka hêja li zimanên Tirkî û Ingilîzî jî bê wergerandin, da ku wêya ne ku tenê xwendevanên Kurd, lê wisa jî yên biyanî bixwînin û li ser rewşa Kurdan a heyî bibin xwedî agahî.
Prof. Dr. Celîlê Celîl
Destpêk
Dema bi gelemperî em li raboriya sînorên dewlctan dinêrin em dibînin ku her çûye sînor hişkeretir bûne, her ku çûye hîn zêde tespîta çiya û keviran, heta bi nuqteya herî biçûk ya di sînoran de hatiye kirin û di sedsala dawî de îcar parastin û vesaziya sînoran roj bi roj pir zêde bûne.
Ji aliyê din ve em dibînin ku sînorên dewlet û împaratoriyan, heya bi cihên ku hêz û qeweta wan digihîştê diçû. Di wan dem û dewranan de, li gorî êrîşên ku dihatin kirin, sînor di hundirê demên kin de dihatin guhertin.
Nifus û hêz çiqas zêde bûye, bi cografyayê ve jî zêdetir girêdan çêbûye. îcar ji ber parastina erdnigariya ku bi hezaran salan gelê wan lê jiyabû, an jî ji ber armanca bidestxistina erdnigariyên nû, şerên ku bedêlên wan pir giran bûn diqewimîn. Ew têkoşînên ku ji bo erdnigariyeke diyarkirî dihatin kirin, bi demê re cîhûwariyek, qedrek ji erdnîgariyê re jî çêdikir û bi zêdebûna nirxên tarîxî yên erdnîgariyê re, sînor û tixûbên miletan û binyata wan jî hêdî hêdî bêhtirîn diyar dibûn.
Kurdistan û Mezopotamya xaka pîroz e, warê pêşketina sivîlîzasyon û landika şaristaniyê ye. Li ser vê xakê gelek dewlet û împaratorî ava bûn û hilweşiyan. Di vê navberê de gelek sînor û tixûb hatin qebûlkirin û dûra jî bêyî ku şopê li dû xwe bihêlin tune bûn. Lê sînorê ku di sedsala 16emîn de Kurdistan kir du parçe ya ku di navbera Dewleta Osmani û ya Sefewiyan de bû heya roja îro, yanî ev nêzîkî 500 salî ye hebûna xwe didomîne. Di sedsala 20’an de jî bê rizamendiya gelê Kurd di hundirê welatê wan de gelek sînor ...
Eslîxan Yıldırım
Dı Sedsala 20'an de Kurdıstan û Sînor I - II
Azad
Weşanxaneya Azad Dı Sedsala 20'an de Kurdıstan û Sînor Cild I-II Eslîxan Yıldırım