PÊŞGOTIN
Ji berê da dîroknivîs ên roava û rohilat di nivîswar (kîtab) ên xue ên dîrokan de li ser Kurdan pêyivîne. Lê; heya van dem ên nêzîk, nivîswar a ku, bi tenê dîrokgiş (tarîxîumûmî) a Kurd bi nivîse, ne hatibû çapkirin.
Bi zanîn a me kes ê ku, car a pêştir «dîrokgiş» a Kurd nivîsîye û belakirîye ronakrewan (merhûm) Emîn Zekî Beg e.
Emîn Zekî Beg ki e? Û liku xuendîye? Emîn Zekî Beg kurd ê Iraqê e, di dem a Osmanîan de, ji debistan a «Ruştîye» a Suleymanîye û debistan ên Istanbulê a şerevanî (harbîye) û bingeh-ceng (erkanîharbîye) guwahnave (şehadetname) birîye.
Berî şer ê gişkî (harbîumûmû) ê 1914; li Parîs û London û Berlîn û Vîyana; di balyozgeh (sefaretxane) ên Osmanîan de «ataşê-mîlîterî» kirîye.
Di van payîtextan de, dem ên xue ên vala, bêyhûde, di çayxane û derûberan de derbas ne kirîye, bi xuendekarî (tetebû) a danişmendî (îlim) kariwer (meşxûl) bûye. Nemaza; ji hûrbûn (tedqîq) û xuendekarî a dîrok a Kurdistanê ra pir baldarî (diqet) kirîye, ji nivîswargeh (kutubxane) ên wan payîtext ên mezin çi çend jê hatîye ew çend behremend (mustefîd) bûye.
Hezaran sipas! Emîn Zekî Beg; emeg ên ku, dabû, romî ên çavan ku, rijandibû, beyhûde neçû, meywe ên xebat a xue berev kirin.
Pey gelek salan; gava Emîn Zekî Beg ji Avrupa vegeriya Istanbûlê; Ji bo dîrok a Kurdistanê bi baxolan û bi têran hînave (wesîqe) û zanişwerî (malûmat) anîn. Vêrast (hekîqet) ên ku, heya wê gavê jî me veşirî (mechul) bûn û ji me vedişartin: buhêrk (mazî) a Kurdistanê a deh hezar sale û ronak, behadirî a Kurdan ku, cîhan di matê (heyret) da hiştîye, cîhangîrî (futûhat) ên Kurdan, şehrevanî (medenîyet) ên Kurdan; geriya, peydakir, nivîsî, û bi nîşane (delil) û aşkariş (isbat), ji me ra anî.
Emîn Zekî Beg di wan salan da ku, li Avrûpa dijî; welatne ava, gelne şehrevan û serazad didît; bi Kurdistan a wêrane, bi kurdên ku, li bin dîlî (esaret) de dinaliyan dihendizand (muqaye-se), û bedbexti a gel ê xue çêtir fehimdikir: Kurdistan; ji salsedan ve (asir), li bin leyandin (îstîla) û talankeri a bêdadan de mabû, ji avaî û abadanî bêpar (mehrûm) bû, Kurdistan seraser wêranezarek bû, gelê kurd ê beddad dîtî (mezlum) di nezanişê de (cehil) pûyan (mexruq) bû, hawuşek (qewim) dîl û sitenkêş bû.
Emîn Zekî Beg; gava hêj zarû, bûnişa (hal) perîşanî û cefakêşî a kurd dîtibû. Li Suleymanîye, di debistan a «Ruştîyeî-askerîye» de cir (mûamele) ên giran û zivir, awur ên tal û kirêt ku, ji mamoste ên ne kurd dîtibû, di rewan (rûh) ê wî ê ter û taze da, kîn û rik ên tal hişyar kiribûn.
Van xoce ên biyanî (ecnebî), çima, ji wî re û ji heval ên wi re zivrayî û nedadî (naheqî) dikirin? Van «muallîm efendîyana» çi kes ên qurre bûn! Ziman ê wan, tevger ên wan bicarekê biyanî bên!
Nivîswar ên cografî û dîrokî ku, dixuendin, têda danav(behis) a «Istîmar, Mustamere û Mustamer» hebûn. Van xoce efendîyana, ji qolonî (mustamere) ên Firansiz, Ingilîz, Belçlqa, Holanda... peyv û danav (behis) dikirin. Bêdadî ên ku, di van qolonian de çêdibûn, dûr û dirêj digotin û di jimartin.
Emîn Zekî ê xorik mat (heyirî) mabû! Tişt ênşayan ê gendgenî (nefret), bêdadî ên ne enzanî ku, xoce ên wan ji bo qoloman digotin, wek wan ciran bûn ku, her roj li Suleymanîye li ber çav ên wi çêdibûn: Walî, Muteserif, aumandan, Paşan û Began, Polis û Jenderman... her kes ên ku, biyanî bûn giş ê wan tûde (ehalî) dêşandin, zîyan didan e wan, û ew bêrûmet (tehqîr) dikirin.
Emîn Zekî ê xortik; hûrik hûrik diponijî: Gelo; dibe? van bîyanî ên ku, ji Istanbûl û Anadol hatine, ne qolonîker bin? û Suleymanî û Kurdistan ne qolonî bin?...
Emîn Zekî Beg; dizarotî a xue da, yek caran diçû gundan û zozanan jî. Gundî û çiyaî ên ku, li van deran, bi jînekî sade û asûde dijîn, ew dilda û mat kiribûn. Jin û mêr bi hev ra, li van cî ên tenha, lê, dilferib, çi jînek sade û dilkeş derbas dikirin! Liv ên wan, tevger û rewş ên wan çiçend çalak û ahengdar bûn! Lê; dîlan ên wan? Keç û law ên çeleng, wek selwan bejin zirav û bedew, rû ken û ronak, dest didan hev; govend û bazdan û dîlan dikirin. Te digot qey; van lîz û bazdan, ji ferişte û perîan hîn bûne! Lê; bez ên hespan? hunerwerî ên nîşandarî û ên şûr û mertalan?...
Emîn Zekî dipirsî: Ma: van tişt ên serfirazî û bedew û candar giş ê wî ne? giş ên gel ê kurd in? Ma; gel ê wî ev çend; hunerwer û dilber û çalak û hêja e?....
Gava ku; Emîn Zekî Beg li Istanbûlê di dibistan a Herbîyê da dixuend; xueşber (tebîî), bi awakî pejilî (mûfassal); dîrok û cografîya dixuend: Dîrok a kevnare, dîrok a salsed ên pêşin, dîrok a salsed ên navîn, dîrok a salsed ên nû. Giş gertev ên (weqayî), dîrokî ên ku, di van nivîswaran de hatibûn nivîsandin; nemaza, gertev ên salsed ên kevnare; li deşt û çîya ên ku, îro kurd têda dijîn; ano, di Kurdistanê de derbas bûbûn: Akad, Sûmîr, Elam Kutî, Kasî, Lolo, Metan, Hûrî, Hîtît, Kildan, Asor, Mad, Paris..., vana giş di welat ê îrojî ê Kurdan de rahiştibûn hev. Lê; nivîswar ên ku, ji Emîn Zekî Beg ra dabûn xuendin, ji bo Kurdan tiştekî ne dinivîsandin. Di nav van nivîswaran de yek pirs ji kurdan derbas ne dibu! «Muellim efendîna» ji, yek pirs ji bo kurdan ne digotin.
Weyla! di wan hengaman de, gelo kurd li ku bûn? Ma; li ser rû ê erdê hiç kurd tunne bûn?!! Hêj do, li Suleymanîyê, li gund ên dora wê, û di zozanan de, kurd ên ku, ditibû, ma ji ku hatibûn? ji ku çêbûbûn? Wan kurd ên candar û jînde, çalak û neşerêj, jîr û hişyar, behadir û cuwanmerd; ma paşê hatibûn meydanê? Yan; li van cîan de; li bajaran, li gundan, li deştan, li çîyan, ji xueber, wek kivarkan, ji erdê şînhatin?!!
Mejî ê Emîn Zekî Beg ê cuwan û nebexane (dahîyane), aram (fûzûr) û asûdegî a xue hunda (wunda) kiribû. Li bersîv ên van pirsan digerîya. Dawiyadawi, meji ê wî ê çalak li bersîv ên ku, digerîya pêydakirin: belê; diwan deman da, ano, berî zan a Isa sê, çar hezar sal; li Mêzopotamya (navber a her du çeman), li Araratan, li Zagrosan û Torosan, li kenar ên Derya ê Sipî, li sînor ên Hindistanê, Filistin, Surîya û li Misrê pevçûnne dijwar çêbûne.
Têkildar ên van şeran; yek jî, Kurd bûn.
Çi sûd (faîde); Padişah ên Osmanîan, şah ên Acaman, û ferweran (hukûmet) ên wan, di nivîswar ên dîrokan de li ser pirs ên «Kurd» û «Kurdistan xêzekî reş kişandine, herifandine, hunda kirine».
Emîn Zekî Beg; hêj ku, ii ser texterêz ên debistan a «Herbîyê» dixuend, rind bawerî a xue anîbû; têgihîştin a kisse a «Kurd» di dest ên zana ên Awrûpaîan de e. ji Rohelatî ên paşvexuaz (murteci), zorba, bawerhişk (muteassib), şovên, çewtbaver (xirafe perest) tiştek umîd kirin ne durust e, bê hişî e.
Loma; Emîn Zekî Beg, ser vê bawerîyê, li Awrûpa çû nivî-swargehan; gerîya, koşîya, peyda kir, û nivîsnd. Lê ; çi kenz û veşare (defîne), çi .enbare (xezîne) ên giranbeha derveanî!
Emîn Zekî beg; pêy «şer ê Gîşki» ê 1914, ji karwerî (xidmet) a xuehermend dewlet a Osmanî, xue kişand, û çû welat ê xue, Zaniş ên ku, di gihaj (aîd) a kurd û Kurdistan dabûhev, çapkir û belakir(*)
Min jî; di vê nivîswarokê da, ji bo kurdan, hemj (hetta), ji bo heves kar ên cîhanê gîşî, şîrav (zubde) ê dîrok a Kurd û Kurdistan pêşkêşkirin. Ez pir xebitim ku qoqkirin û rêzandin a nivîs war a min gellek sazdar û tekûz be. Gelek nivîswar ên dîrok a kurdî, ku, berîya vê nivîswar a min çapbûne, ji rêzandin û qoq kirinê ra guh ne dane. Pir dîrokzan hene ku, dagirtin a nivîswar a xue, bi zaniş ên gir û hûr bêtir koşîyane; lê, ji bo rêzandin a van zanişan pir guh ne dane, qey ew dibêjin, ustûbar (wezîfe) ev in: gertev (hadîsat) û leyandin (îstîla) û şeran, bi givriki (teferruat) ên pir binivîsin, û nivîswar ên xue dagirin.
Ano (yanî) komekî zanegî ê ku, di nivîswar a xue da nivisandine; rêz û qoq ne kirine. Dawîyê; xuendevanan, nivîswar ên wan; ducaran, sê car û gelek caran di xuînin; lê ; tiştek jê fehim na kin. Nivîswarê ji nû da tevdiki nû lihêvdixin — ji bo ku, nivîswar ên wan ne hevrêz kirî ne — jêderek baş (netice), jê der na xînîn, yaxud, bi carekê, tiştekî jê fehim nakin û nivîswarê digirin û dûr davêjin.
Ez karim biengişînim (îddîa) ku, ev nivîswar a dîrok a Kurdis-tan ku, min nivîsandîye, ji van kêmanîan bê par e, hevrêzkiri û qoqdar e, xuendin a wê û fehim kirin a wê hêsanî e.
Di nivîswar a min da, nîşaneke din a xuya û yekta heye: Di vê nivîswarokê da, rastî ên dîrokî bê perwa hatine nivisandin.
Ev rastî ên dîrokî ên ku, min di vê nivîswarê da nivisandîye, ji gonîş (kînaye) û peygerî (tewîl) dûr in. Min bê endîşe, bê tirs û bê dilxueşkirin cibend kirine (teşcîl). Gertev û bûniş ên dî-rokî rasterast ; ne kêm û ne fuzûn (zaîd), bi zimanekî vekirî û eşkere (serîh) hatîye nivîsandin.
Ez vêya jî pêş we deynim: Min niviswar a xue bi tenê, ji Emîn Zekî Beg ê ronakrewan ne girtîye cîsend a min a mezin, nivîswar a Hezretî Ayetullah Aqa ê şeyx Muhemmed Merduxî Kurdistanî e; bi ziman ê faris, li Tehranê çapbûye. -Ji nivîswar ên van her du peyagewre (zat) ên firaz baz pêva; min, ji nivîswar ên din jî, pir tiştan sendine ; ji «şerefname» dirok a mîr ên kurdan ku, ronak rewan Seref xan ê Bedlîsî bi ziman ê faris nivîsandîye; ji «Rîşeî Nejadî Kurd» ku, Qaremanê çîya ê Agirê, Ihsan Nûrî Paşa li Tehranê, bi ziman ê faris nivisandîye. Min wek êdin jî, ji, nivîswar en dîrok ên firansizî, îngilîzî, farisî, erebî.û tirkî jî pir tişt ên hêja berev kirine. Nemaza; birr ên ku gihaj (aîd) ên kîşwergîrî (futuhat) a îslame ne min, ji, nivîswar ên kevnare ên ereban sen-di ne. û ev nivîswar a puçûk meywe ê xebat a min a 13 salan in.
Bidestûr ên xuendevan ên min ; ez hinek; ji dîröka’Merdûx, û ji Hezretî Ayetullah Aqa şeyx Muhemmed ' Merdûf Kurdistanî danav (behis) bikim: Hezretî Ayetullah di nivîswar a xue-da ereb bûn a xue dinivisîne. Mal a Merdûx, di salsed a sêzdeim a mîladî da, ji Erebistanê hatine Kurdistan a Iranê, û li wur bi cî bû-ne. Ev xanedan; hezkirin û payekarî a (hurmet) kurdan karkirin.e Ji vê ezbetê gellek zana û xudancah gîhîştine - Hezretî Ayetullah bi xue peyagewrekî (zat) zana û xudancahe. Çawa ku, kurdî, fa-risi, erebî zane, wusan jî, ii çend ziman ên Awrupayî jî agahe.
«Dirok a Merdûxs ku, bi ziman ê farisî nivisandî e, mêywe ê renc ên gellek sallan e. Hezretî Ayetullah ; bi sedan nivîswar, kovar û pelikan xuendîye, û xuendekarîyek zor kirîye, pêy zorwest û koş, ev manivis (eser) ê giranbeha anîye meydanê.
«Dîrok a MerDûxa du derpêç (cild) in. Derpêç a yekim; ji «PêşDîrok» heya dawi a leyandin a ereban; çi li Kurdistanê kewimîye di gihaj a (aîd) wan de e. Derpêç a duim; pêy îslamîyetê heya iro li Kurdistanê çi çêbûye hatîye nivîsandin.
Ev kesbilind û payepak ; pel ê yekim ê nivîswar a xue da manivis ên (eser) ku, vajger kirîye (muraceet), ji bu hêja û bergiran (muhîm) ên wan peynavekî (lîste) çêkirîye. Min jî, ev peynave, bê guherantin xist nivîswar a xue.
Ev kesbilind ê berguzide ku, heştê sal bêtir kirîye, di peynav ê xue da, nav ên not û çar zana ên dîrokê hildaye. Ji van zana ên dîrokê, bist û penc zana, «Rohelatzan» ên Awrupaî ne. Dîrokzan ên şêst û neh ên maîn jî, zana ên rohiltî ne: Kurd, Faris, Kildan, Asor, Ermen, Ereb û Tirk.
«Dîrok a Merdux»; hezaran sal pêşî a mîladê çi qevumîye, çi hatîye serê kurdan, tevger û reviş ên wan çawan bûn ji me ra di-nivîsîne, li ser van tişt ên bûyî û buhurî; nîşane (delîl), nivîstek (kîtabe) û şopan pêş me dike. Ji bo kurdan heya nîv ê salsed a bîstim; çi hatine nivisandin, çi hatine derandin (keşif); me ji gişan agahdikin.
Em; ji Hezretî Aqa şêyx Merdûxî Kurdistanî ra hezaran car sipas dikin, û şeyx ê gewre û bilind ra aferîn xuan dibin.
Xebat a sêzde salan ku, min, ji bo nivîsandin a vê nivîswara naçiz kirîye; bi endiz (misbet) a koşûxebt ên wan camêr ên ku, berî a min, ji bo nivîsandin a dîrok a kurd kirine; ne tiştekî pire. Wan gewrekan; zaniş ên xue, pir bi renc û west û serêşanî danehev. Ji «Orîyantalîstan», ji zana ên gewre û nebexan berhevkirine, nivîsandine. Ev zana ên fêris, ev orîyantalist (musteşrik) ên bi navûdeng; ji bo min û te ji rastîyê venagerin, ew ji derewan dûrin, ew saxte karrî nizanin.
Wan; ano, «Orîyantalist» û «Arkîolog» an; jêder (netice) ên xuendemendî (tetebu) a xue, qîm (qenuet) û bawerî ên xue nivî-sandme.
Zanisweri
Jixue îro; zana ên dirokê, bergirani (ehemîyet) a xue didin nîşane û şopean (de lil û eser). Di nav niviswar a min da, zanegî ku, ez pêşwe dikim, piranî ên wan xue dispêrin, li şope ên ku, bi xebat ên «Arkiolog» an bi dest ketine. Zanegî ên ku, di nav vê nivîswarokê da ne, rasti ên ulo ne ku. bi dest hatine girtin, bi çav hatine dîtîn.
Wuhaye; ev nivîswar, hayalla, bi gewz (kêf) a me ne hatiye nivîsandin. Namaza; birr ên ku, kisse (bahis) a Kurdistan a kevnare dike; serhatî ên ku, berî miladê 5, 6 hezar sal qewumine, bi me dide naskrin; ji deranderî (keşif) ên arkêolog û zanan hatine sendin.
Ev arkolog û zanan koşîyane, xebitîne, gir û mesilan kolane, gerîyane, ji rû ê erdê, ji bin ê erdê gellek qirûqaf peydakrine: pût ên merivan û teban, kevir ên rû nivisî, rû nigarti (nekişandî), qirmitan, çerman, hestian, kaxizan.
Dîrok a Kurdistanê, ji van nehrevan (şahid) ên pîr hêja û giranbeha û kevnare derketîye meydanê. Ji van nehrevanan pêva, nehrevan ên din jî hene: nivîswar ên kevnare. Nemaza Tewrat. Tewrat pir cîan de, li ser kurdan nivîsandîye.
Xuendevan ên min ên kurd ên ne haydar!
Ez zanim; zanişwerî (malûmat) ên dîrokî ên ku. di vê nivîswarê da hatine nivîsandin; wê we jî û gellek Kes ê din jî matmaî bihêlin.
Kurd ên iro; li cîhanê, di koşekî tenha de; derdinag û sitem-kêş, ji her maf (huquq) ên enzanî bêpar, dîl û jar, perîşan, nezan, bê paşandiş (neşr), bê xuendegeh, bê xestegeh, bê derman — pir caran — birçî û bê nan, tazî û bê kiras, bê xuendin û bê radîyo, û bê her tişt dijî. Gelo! çawa dibe, ev kurd ê dîl û belengaz, xuedî ê vê bilindaî û ronakî a gûrîpaş (şe’ şe’ paş) bû? Hûn dê çawa baver bikin ku, buhêrk a (mazî) Kurd ev çend navdar û bi deng bû, xudan ê gurz û xencer ên çirsavêj û birûskrêj bû? Hîç newêrî (tereddud) mekin! rind bawer bikin! Van nivî-sandin ên han, rastî bixue ne. Bi hezar sond û peyman têda çilwerî (mubalexe) jî nine.
Ez -çêtir ê wî- em; bi kêl ên mirian xue na pesinînin. Tu hawar û gazî ji kêl ên mirîyan na xuazin. Umîd a me jîndari, zindegî a gelê kurd e jêhatî û jîr bûn û haydarî a wî e. Kaniyek pak û destnedayî, pir pertaw û tebût bûn a wî e. Hebûn û pehnaî a Kurdistan e.
Kurd ; gel nezanî a xue, xizanî a xue, bê xuedi bûn a xue; gava keysû fesal bikeve dest ê wî; do jî, îro jî derhoşi (xarîqe) û mowhejî (mûcîze) çêkirî e, ew dê cardin çêbike!
Kurdno! Dirok a ku, hûn dixuînin, jê şiretan bigirin! Yek dem purxun (meyûs) me bin!
Kurd ê cuwanmerd û navdar! Bikoş! Bixebit! Mand; ji kurdan re e!
(*) Nivîswar a Emîn Zekî Beg, bi lehçe a Soranî - leh'çe a Suleymanîye hatiye çapkirin. Paşê, bi awakî durust û sade ; ronak rewan (merhûm) Muhemed Elî Awnî Beg ê Siwêrekî; ku, li Misrê cî girtibû, vegerand e Erebî.
Ronak rewan Muhemed Elî Beg, hevalekî me ê hêja bû, ji Unîversîte ê «Cami-el-Ezher» guwahnave girtibû. Di Seray a Misrê da, sernivîsvan û ser wergerk (tercuman) bû. Lehçe ên Kurmanc, Soranî Zazatî Zanibû. Erebî, Farisî, Tirkî, îngilîzî jî pir baş Zanibû.
Beşkirin a Nejadê Enzan (1) û Kurd ji Kîjan Nejadî'ne
Beşkirin a nejad ê enzan li ser du punwerî (nezerîye) çêdi-be : punwerî a yekim; xue li nivîswar ên kevnare dispêre. Punwerî a duim; xue li ser zanişwerî (îlim) û agahdarî (xeberdarî) ên Antiropolojî, Etnoloji (Anthropologie, Ethnologie) ano, zaniş ên laş ê enzan û rû ê enzan dispêre.
Çawa ku, di Tewrat û Quranê da hatîye gotin; paş Tûfan a Nûh, sê kur ên Nûh peyxember ku, jî leyîê reha (salim) mabûn: Ham, Sam, Yafes; sê nejad ên enzan serrast kirin: Reş ên ser rû ê erdê zarû ên Ham in. Ereb, Ibran, Asor, Aram... zarû ên Sam in. Nejad ê sipî jî, ji Yafes çêbû ne.
Di Tewrat û Quranê da, ji nejad ê Zer û ji nejad ê Sor ê Amerikayê tu gotin nîne.
Di beşkirin a agahdar ên Anthropologie û Ethnologiê da; nejad ê enzan, pênc bir kirine: Arî, Samî, Mongol (nejadê zer), Reş ên Afrîqa, Sor ên Amerîka.
Kurdan; li ser punwerî (nezerîye) a yekim, ezbet a Yafes in. Li ser punwerî a duim Arî ne; ano, Endo - Avrûpaî ne. wûha e; kurd li ser her du punwerî jî ji nejad ê sipî ne.
Ev zûlandiş (tefsîlat) ên han, giş, ji me ra nîşandidin ku, bi ezbet a Samî, bi Mongol ên Tirk hîç tevhevî a Kurd nine.
Kurd ji nejad ê Sipî ne; ev tiştekî eşkere e. Li ser vê a guman (şubhe) a tu kesî nîne. Lê Ereb ê Samî jî, ji nejad ê Sipî ne. Gelo; dibeiyek (îhtîmal) ulo nîne? Ne xêr tu dibeîyek vuha nîne. Çima ku, agahdar û zana ên Awrupî ên Anthropologie, Ethnolojî ...
(1) Enzan Pirseke kurdiy e. Ereb; ji kurdan sendine kirine lînsan».