Dîroka Kurdistan, bi kurtebirî - I
C. P. C.
Compte d’auteur
Beşkirin a nejad ê enzan li ser du punwerî (nezerîye) çêdi-be : punwerî a yekim; xue li nivîswar ên kevnare dispêre. Punwerî a duim; xue li ser zanişwerî (îlim) û agahdarî (xeberdarî) ên Antiropolojî, Etnoloji (Anthropologie, Ethnologie) ano, zaniş ên laş ê enzan û rû ê enzan dispêre. Çawa ku, di Tewrat û Quranê da hatîye gotin; paş Tûfan a Nûh, sê kur ên Nûh peyxember ku, jî leyîê reha (salim) mabûn: Ham, Sam, Yafes; sê nejad ên enzan serrast kirin: Reş ên ser rû ê erdê zarû ên Ham in. Ereb, Ibran, Asor, Aram... zarû ên Sam in. Nejad ê sipî jî, ji Yafes çêbû ne. Di Tewrat û Quranê da, ji nejad ê Zer û ji nejad ê Sor ê Amerikayê tu gotin nîne. Di beşkirin a agahdar ên Anthropologie û Ethnologiê da; nejad ê enzan, pênc bir kirine: Arî, Samî, Mongol (nejadê zer), Reş ên Afrîqa, Sor ên Amerîka. Kurdan; li ser punwerî (nezerîye) a yekim, ezbet a Yafes in. Li ser punwerî a duim Arî ne; ano, Endo - Avrûpaî ne. wûha e; kurd li ser her du punwerî jî ji nejad ê sipî ne. Ev zûlandiş (tefsîlat) ên han, giş, ji me ra nîşandidin ku, bi ezbet a Samî, bi Mongol ên Tirk ...
|