Zimanê dê, kitêba xwendinê
Heciyê Cindî
Hayneşîrat
Em wetenê xwe hiz dikin. Em ji deştêd wê bêserobin, ji mêşê wê six, ji çemê wê mezin, ji şeher û gundêd wê bedewe rind û dewlemend hiz dikin. Her pareke wetenê me, çiqas jî dûrî me be, bona me ye, û em jê hiz dikin. Wetenê me – ew mala cimaetêd sovêtêye, li kê derê gişk bi hevra emirê teze û xweşbextîê çêdikin. Her ro bi milîona mervê sovêtê ji ser xwelîê û medenada li ser bara û çema li bin avê û hewêda, li bestêd mifriqêda û li tûndraêd mişirqê xebatê dikin, dixebtin. Di cêrga wê ordîya mezinda pêşîkarîê dike partîa komûnîstîê. .....
|