Ev Pirtûka Şîrovekırına Gramêa Kurdî Beşê yekem ya mamoste I. Nasso Lêkolîneke zimanî ye, di warê çespandin û vejandina rêzikên gramêrî de, yên ku bi awayê mijar û nimûneyan, bi «Zaraveya Kurmancî» hatine bikaranîn.
Naverok
Pêşgotin / 9 Alfabêta kurdî ya latfnî / 11 Bilêvkirina tfpên alfabêtê / 13
1. Bilêvkirina tfpên dengdar / 13 2. Bilêvkirina tfpên dengdêr / 16 3. Xwendina gotinan tfp bi tfp / 17 Zayend di Kurdî de / 18 Zayendên nêr / 18 Zayendên mê / 19 Hêmên zayendan / 20 Navdêrên naskirî / 20 1. Navdêrên nêr, naskirî û yekejimar / 21 2. Navdêrên mê, naskirî û yekejimar / 22 3. Navdêrên nêr û mê, naskirî û gelejimar / 22 Navdêrên ne naskirî / 23 1. Navdêrên nêr, ne naskirî û yekejimar / 26 2. Navdêrên mê, ne naskirî û yekejimar / 25 3. Navdêrên nêr û mê, ne naskirî û gelejimar / 26 Zayendên taybetf jibo hin heywanan / 26 Lêkerên «hevgirtf» yên «ne veqetandar» / 28 Bikaranîna hin lêkerên «hevgirtf» yên «ne veqetandar» / 28 Lêkerên «hevdudanî» yên «veqetandar» / 35 Bikaranîna hin lêkerên «hevdudanî» yên «veqetandar» / 35 Bikaranîna pronavên pêşker «ev» û «ew» / 44 Guhartina pronavên pêşker «ev» û «ew» / 46 Bikaranîna taybetî, ya «ev» û «ew» / 50
Bikaranîna lêkera «hatin» / 52 1. Bikaranîna lêkera «hatin» wek lêkereke sade, ya têneper / 52 2. Bikaranîna lêkera «hatin» jibo avakirina raweya pasîv / 54 Cudahî di navbera «nimre», «hejmar» û «jimar» de / 57 1. Nimre / 58 2. Hejmar / 58 3. Jimarên kurdî / 59 Bikaranîna lêkera «vîn / 73 Bikaranîna lêkera «vîn» bi grûpa yekem re, ya pronavên kesîn / 74 Bikaranîna lêkera «Vîn» bi grûpa duyem re, ya pronavên kesîn / 75 Bikaranîna «xwe» / 77 Bikaranîna wek provanê destanîyê / 78 Bikaranîna «xwe» wek pronavê bîrdar / 81 Bikaranîna «xwe» wek pronavê pêşker / 81 Bikaranîna hin biwêjên kurdî / 83 1. Bikaranîna «ro» û «roj» / 84 Alîyên Cîhanê / 85 2. Bikaranîna «erê» û «belê» / 88 3. Bikaranîna «nimûne», «wek» û «mîna» / 90 4. Bikaranîna «kanîn» û «karîn» / 91 Kesandina lêkerên «sade» di mandê de (dema niha) / 94 Bingehên kesandina lêkerên «sade” di mandê de / 96
Kesandina lêkerên «hevgirtî» û «hevdudanî» di mandê de (dema niha) / 104 Bingehên kesandina lêkerên «hevgirtî» û «hevdudanî» di mandê de / 105 Kesandina lêkerên «sade», yên têneper, di demên buhirtî de (buhêrka têdeyî) / 110 Kesandina lêkerên «sade», yên têneper, di demên buhirtî de (buhêrka berdest) / 116 Kesandina lêkerên «sade», yên têneper, di demên buhirtî de (buhêrka dûdar) / 122 Kesandina lêkerên «sade», yên têneper, di demên buhirtî de (buhêrka çîrokî) / 128 Kesandina lêkerên «sade», yên têper, di demên buhirtî de (buhêrka têdeyî) / 134 Kesandina lêkerên «sade», yên têper, di demên buhirtî de (buhêrka berdest) / 145 Kesandina lêkerên «sade», yên têper, di demên buhirtî de (buhêrka dûdar) / 156 Kesandina lêkerên «sade», yên têper, di demên buhirtî de (buhêrka çîrokî) / 167 Kesandina lêkerên «hevgirtî», yên ne veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka têdeyî) / 178 Kesandina lêkerên «hevgirtî», yên ne veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka berdest) / 187 Kesandina lêkerên «hevgirtî», yên ne veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka dûdar) / 196 Kesandina lêkerên «hevgirtî», yên ne veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka çîrokî) / 205 Kesandina lêkerên «hevdudanî», yên veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka têdeyî) / 214 Kesandina lêkerên «hevdudanî», yên veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka berdest) / 223 Kesandina lêkerên «hevdudanî», yên veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka dûdar) / 232 Kesandina lêkerên «hevdudanî», yên veqetandar, di demên buhirtî de (buhêrka çîrokî) / 241 Cudahî di navbera «axifîn» û «axaftin» de / 250
1. Bikaranîna lêkera «axifîn» wek lêkereke «sade»,ya têneper / 250 2. Bikaranîna «axaftin» wek navdêr / 255 3. Bikaranîna «axaftin» digel lêkera «hatin» di raweya pasîv de / 258 Kesandina lêkera «bûn» di hemû deman de / 265 Kesandina lêkera «bûn» di raweya «hebûn» û «dêbûn» de / 267 1. Kesandina lêkera «bûn» di «raweya fermanî» de / 267 2. Kesandina lêkera «bûn» di mandê de (dema niha) / 268 3. Kesandina lêkera «bûn» di demên buhirtî de (buhêrka têdeyî) / 271 4. Kesandina lêkera «bûn» di demên buhirtî de (buhêrka berdest) / 274 5. Kesandina lêkera «bûn» di demên buhirtî de (buhêrka dûdar) / 276 6. Kesandina lêkera «bûn» di demên buhirtî de (buhêrka çîrokî) / 279 7. Kesandina lêkera «bûn» di demên bilanî de (bilanîya mandê) / 283 8. Kesandina lêkera «bûn» di demên bilanî de (bilanîya berdest) / 285 9. Kesandina lêkera «bûn» di demên bilanî de (bilanîya dûdar) / 287 10. Kesandina lêkera «bûn» di demên bilanî de (bilantya çîrokî) / 289 11. Kesandina lêkera «bûn» di demên pêşîn de (ayinde I) / 291 12. Kesandina lêkera «bûn» di demên pêşîn de (ayinde II) / 293 13. Kesandina lêkera «bûn» di demên hekînî de (hekînî I) / 295 14. Kesandina lêkera «bûn» di demên hekînî de (hekînî II) / 297
Taybettya lêkera «dan» / 300 1. Bikaranîna lêkera «dan» wek lêkereke «sade», ya têper / 301 2. Bikaranîna lêkera «dan» bi hin raderan re / 301 Bikaranîna lêkera «hebûn» / 320 1. Bikaranîna lêkera «hebûn» jibo diyarkirina beşdartyê / 321 2. Bikaranîna lêkera «hebûn» jibo diyarkirina pêwendtyên destantyê / 327 3. Bikaranîna «hebûn» wek navdêr jibo diyarkirina awayên dewlemendtyê / 334 Bikaranîna hin «gotinên» ku bi «xwe» yan «xwî» dest pê dikin / 335 Bikaranîna biwêjên rêzkirî, yên ku «xwe» û «xWî» têde hene / 337 Kesandina lêkerên «xwendin, xwerin, vexwendin, vexwerin» di «mandê» û «buhêrka têdeyî» de / 340 Pronavên pirsiyarî «Kλ û «ÇI / 344 Bikaranîna pronavê pirsiyarî «ÇI / 346 Bikaranîna pronavê pirsiyarî «Kλ wek kirde / kiriyar / 347 «Kλ wek kirde dibe «kê / 349
Bikaranîna pronavê pirsiyarî «kî» wek têrker / 350 «Kî» wek têrker dibe «kê» / 352 «Kî» dibe «kîjan», «kîjanî», «kîjanê», «kîjanan» / 355 Daçekên kurdî / 360 1. Bikaranîna daçekên «sade» / 364 2. Bikaranîna daçekên «hevgirtî» / 367 3. Bikaranîna daçekên «hevdudanî» / 370 Taybetî û kurtnivîsa hin daçekan / 374 Hokerên kurdî / 379 1. Hokerên «awakî» / 379 2. Hokerên «cihkî û arastkî» / 380 3. Hokerên «demkî» / 380 4. Hokerên «hejmarkî û çiqaskî» / 381 5. Hokerên «pirsiyarî û texmînkî» / 381 6. Hokerên «erînî û niyazî» / 381 7. Hokerên «neyînî» / 382 8. Hokerên «rengdêrî» / 382 Bikaranîna hokerên demkî «berê / berî» û «paşê / piştî» / 384 Bikaranîna hokerên hejmarkî û çiqaskî «cend / çendan» û «çiqas / çiqase / çiqasî / 387 Lîsteya lêkeran / raderan / 392 1. Lîsteya lêkerên sade, yên têneper / 398 2. Lîsteya lêkerên sade, yên têper / 400 3. Lîsteya lêkerên hevgirtî, yên ne veqetandar / 405 4. Lîsteya lêkerên hevdudanî, yên veqetandar / 408 5. Lîsteya lêkerên hevgirtî û hevdudanî, yên taybetî / 414
Çavkanî / 416
PÊŞGOTIN
Ev pirtûka «Şîroverkirina gramêra kurdî» beşê yekem, Piştî lêkolîneke dûr û dirêj hatiye amadekirin. Hemû mijarên vê pirtûkê min bi awayê sêmînar, gotar yan dersên zimanê kurdî pêşkes û aşkere kirine. Bi salan min lêkolîn di rêzikên gramêrî, yên zimanê kurdî de kirine, heya ew bi şêweyekî zanistî û ligor malbatîya zimanê kurdî hatine çespandin, vejandin û di vê pirtûkê de hatine danîn û bi awayê nimûneyan hatine bikaranîn. Min pala xwe daye ser bingehên gramêra (rêzimanê) kurdî, yên ku di destpêka salên sihî de û heya bi destpêka salên çelî, ji alîyê Mîr Celadet Bedir-Xan ve, di kovara «Hawar» de, hatibûn weşandin. Mîr Kamran Bedir-Xan jî hewil dabû, ku wan bingehên gramêrî heya bi destpêka salên heftêhî, bi şêweyekî zanistî, di warê zanîngehî de, bi kar bîne û heya bi radeyekê vejîne. Lêbelê, di pê re, tu pêşvebirin û pêşveçûnên balkêş di zimanê kurdî de, nemaze di zaraveya kurmancî û zazakî de heya niha, ligor demê û wek ku pêwîst bû / e, nebûn. Bêguman sedemên vê yekê, jibo me giştan, diyar in. Bi dabeşkirina Kurdistanê re û bi sedema zordarîya netewî liser gelê kurd rêk li pêşîya pêşveçûna çand û zimanê kurdî bi giştî zor teng bû û heya bi radeyekê xetimî. Derfetên têkelbûna zaraveyên kurdî pir dijwar û kêm bûn. Her zaraveyeke kurdî ligor rewşên herêmî hat bikaranîn û pêşvebirin. Tunebûna alfabêteke hawbeş jî hîşt, ku yekîtîyeke zimanî di navbera hemû zaraveyên kurdî de, jibo gişt netewa kurd, neyê pêkhatin.
Di vê pirtûkê de me hewil daye, ku em nimûneyên gelemperî jibo hemû cemawerê zaraveya kurmancî veqetînin, dûrî bandorên devokên herêmî. Mijarên wê wisa hatine rêzkirin, ku herkes dikane fêrbûna zimanê xwe yê kurdî, zaraveya kurmancî, bi alfabêtê dest pê bike û bi awayê nimûneyên hêsan, bingehên gramêra kurdî bi rêkûpêk hîn bibe. Me di Vî beşê pirtûkê de giranî daye mijara lêkeran. Di « beşê duyem * de emê giranîyê bidin mijara navdêran û tiştên din. Di warê rastnivîsê de em dixwezin xwendevanên xwe bi van her sê serincan (têbînîyan) agahdar bikin:
1. Di mijara daçekan de «dacekên hevgirtî “ me gotiye, eger du daçekên sade bi hevdu re hatin û ew bi hev re maneyekê didin, divêt ew bi hev ve bên nivîsandin. Wek: Çûk firîya ser darê. Çûk liser darê ye. «Li» û «ser» herdu bi hev re dîsa wateya «ser» didin. Li vê derê pirs tê kirin: Çûk liku ye? Mîna: Li + bin = Libin... Pisîk bezîya bin masê. Pisîk libin masê ye. 2. Di mijara lêkerên « hevgirtf û hevdudanî» de me gotiye, ku beşê «ne lêkeri» ji lêkerên «hevgirtf» tenê pêşgir be û bê wate be, pêvVîst e ew di kesandinê de tim bi lêkerê ve were nivîsandin.
Wek: Ra + kirin, ve + xwerin... Ez radikim. Min rakir, radikir, rakiriye, rakiribû. Ez vedixwim. Min vexwer, vedixwer, vexweriye, vexweribû. Lêdemakubeşê «ne lêkeri» ji lêkerên «hevdudanî « xwedî maneyeke serbixwe be, divêt ew di kesandina lêkerê de tim cuda bê nivîsandin. Nimûne: Av + dan, çê + kirin. Ez av didim. Min av da, av dida, av daye, avdabû. Ez çê dikim. Min çê kir, çê dikir, çê kiriye, çê kiribû.
3. Di mijara lêkera «bûn» de, wek lêkereke sereke û alîkar di zimanê me de, me dayê diyarkirin, ku hîmê raderê « bû «, mîna hemû hîmên rader- ên kurdî, di hemû deman de û di hemû deveran de nayê guhartin. Ligor gramêra kurdî, tênê pêşgir û paşgirên ku bi « bû « ve dibin, tên guhartin. Nimûne: Hîmên van raderan « ditin û bûn « ev in: « dît, bû Min dît, di-dît, dît-iye, dît-ibû... Ez bû-m, di-bû-m, bû-me, bû-ma... Tê diyarkirin, ku herdu hîmên raderê ( dît, bû) tucarî nayên guhartin. Di hin devokên herêmî de, li şona «ez bû-ma», dibêjin: «ez ba-ma» yan «ez bi-wa-ma». Ev tişt ligor gramêra kurdî qedexe ye, jiberku «bi» û «ba» ne hîmên radera «bûn» in. Hîmê radera «bûn» tenê « bû « ye.
Em hêvîdar in, ku mijarên vê pirtûkê xizmeta standartkirina zaraveya kurmancî û yekîtîya zimanê kurdî bikin.
I. Nasso Berlîn, di yekê mijdara 2003 de.
Alfabêta Kurdî ya Latînî
Gotina «Alfabêt» bi zimanê latînî yê dêrê «Alfabetum» (alfabêtûm) e. Bi zimanê grîkî / yonanî «Alphabetos» (alfabêtos) e. Ew ji du gotinan / peyvan pêkhatiye: «Alpha» (alfa) û «Beta» (bêta). Alfa û bêta herdu tîpên destpêka «alfabêta yonanî» ne.
Ligor vê rastîyê pêwîst e, ku gotina alfabêt bi zimanê kurdî «ABêya» kurdî be. Alfabêta zimanekî rêzkirina hemû tîpên wî zimanî ye. Wek tê zanîn, alfabêta kurdî ya latînî alfabêteke fonêtîk e (dengîn e, xwedî deng e). Hemû tîpên gotinekê / şorekê / peyvekê pêwîst e werin / bên bilêvkirin. Divêt hemû / gişt gotin wisa bên nivîsandin, wekî ku ewtên bilêvkirin.
Alfabêta kurdî ya latînî ji sihûyek (31) tîpan pêktê. Tîpên mezin (girs) / Girdek: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z.
I. Nasso
Şirovekirina Gramera Kurdî
Compte d’auteur
Compte d’auteur Şirovekirina Gramera Kurdî “Zaravaya Kurmancî” Beşê yekem I. Nasso
Daner I. Nasso (Berlîn / Almaniya)
Awayê amadekirina rûpelan (Lay out) I. Nasso (Berlîn / Almaniya)