Versions- Zargotina Kurda I [Kurde, Moskva, 1978-01-01]
- Zargotina Kurda II [Kurde, Moskva, 1978-01-01]
- Zargotina Kurda: Dilok, Sêxiştî, Heyranok - 8 [Allemand, Wien, ]
- Sexiştiyên Kurmancî - Xorasan [Kurde, Wien, 2012]
Zargotina Kurda: Dilok, Sêxiştî, Heyranok
Ordîxanê Celîl Celîlê Celîl
Înstîtûta Kurdzanîyê
Xorasan diyaspora kurdaye here mezin û here kevne. Dîroka wê ji sedsalîyên berî zayînê despê dibe, ji dema împêratorîya Mêda. Lêkolînên bingehî ser dîroka kurdên Xorasanê tunene, lê belê, bêşike, wekî Xorasan hên ji dema partevyan û sasanîyan kurdnêşîn bûye. Çavkanîya here giring bona vê gotinê ew Şah-nama Fîrdûsîye. Fîrdûsî li Xorasanê, li bajarê Tûsê ji dayka xwe bûye û jîyana xwe li wêderê derbaz kirye. Temena nivîsandina Şah-namê hezar salî zêdetire. Hilbestvanê nav û deng di nivîsa xweda, gava navê Rostemê kurê Zal hiltîne, gele cîyan ji wîra divê Rostemê kurd. Di êposa Şah-namê'da navê kurd gele cîya rast pê tê. Hên zêde, hilbestvan hêja dîtye di nivîsa xweda ser dîroka pêşdahatina gelê kurd, ser dîroka qiralê xunxur Ajdahak û Kaweyê asenger bi taybetî bisekine. Evana delîlên bêşikin, ku Fîrdûsî li Tûsa Xorasanê kurda ji nêzîkayê naskirye û hilwesta wî ser wana gelekî erênî bûye. ..... |