La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê


Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011, İstanbul
Préface : Pages : 234
Traduction : ISBN : 978-605-5585-71-6
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ope. Rew. N° 2519Thème : Général

Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê

Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê

Ergin Öpengin

Avesta

Di vê xebata lêkolînê de, armanca me ya yekê ew e ku têgihiştina zanistî ya dînamîkên sosyolenguîstîk ên kurdiyê li Tirkiyeyê hêsan bikin li jêr ronahiya teoriyên teswîra sosyolenguîstîk. Wek armanca duyê, tê heye ku ev xebat bibe meydana ezmûnê ji bo helsengandina karîgeriya sepandina teoriyên cihê yên vî warê lêkolînê.
Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê, lêkolîn li dor van 4 pirsiyarên li jêrî hatiye avakirin:
1. îro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê?
2. Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên welatiyên kurd sebaret bi zimanê xwe?
3. Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranîna kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî?
4. Rewşa faktayî/objektîf ya kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyê hevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de?
Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsiyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin: heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin?


Ergin Opengin - Lêkolîner û wergêr e. Ji xelkê Şemzînanê ye. Sala 2007an ji beşê perwerdeya zimanê ingilîzî li Zankoya Bogaziçiyê, li Stembolê, derçû. Sala 2009an xwendina xwe ya masterê di warê zimannasiya civakî de li Zankoya Rouenê li Fransayê qedand û niha li Zankoya Paris lllyê, li Fransayê doktoraya zimannasiya giştî dixwîne. Hejmareke meqale û nivîsarên wî yên bi kurdî, bi tirkî û bi fransî, û gelek meqaleyên lêkolînî, pexşan û berhemên edebî ku wî ji zimanên ingilîzî, fransî, tirkî, soranî û farisiyê wergerandine, di govar û rojnameyên wek Yazınca, Zend, Etudes Kurdes. Le Monde Diplomatique Kurdî, Birikim, Bîr, Nûbihar, W û Vesta de hatine belavkirin.


Naverok

Çend gotin li ser wergera kurdî ya vê berhemê û spasdarî / 11
Destpêk / 19

Beş I:
Pirsyar û Hîpotezên Lêkolînê / 23
Destpêk / 23
Teswîra sosyolenguîstîk a zimanên kêmîneyî / 24
Teorîzekirina meydana lêkolînê / 25
Teswîrkirina rewşa sosyolenguîstîk a kurdiyê / 25
Bertengkirina meydana lêkolînê / 26
Armancên lêkolînê / 27
Pirs û hîpotezên lêkolînê / 27
Metodolojiya lêkolînê / 28

Beş II:
Çarçoweya teorîk / 31
Kontakta Zimanî / 31
Çarçoweya kontakta zimanî li herêmê û li Tirkiyeyê bi giştî / 31
Kontakta zimanî wek qadeke lêkolînê / 33
Cemaeta zimanî / 33
Duzimanîtî çi ye û axêverê duzimanî kî ye? / 34
Rehendên kognîtîf/hişî yên duzimanîtiyê / 35
Dîglosî: derhatin û werara têgehekê / 36
Rexneyên ku li mentiq û hoyên hebûna dîglosiyê têne girtin / 38
Jêkvekirina kardayên zimanî / 39
Pêdaçûnek li ser prêzeyên zimanî yên endamên cemawerekî zimanî / 40
Muhafezekirin 0 zelîna zimanî / 41
Pêvajoya zelîna zimanî / 42
Mirina zimanan/44
Betilîn 0 windabûna zimanî / 44
Lêkdana ristên takekesî û cemawerî di prêzeyên zimanî de / 45
Betilîna zimanî 0 rengvedana wê li ser şiyanweriya zimanî / 46
Modêlên teswîra sosyolenguîstîk a rewşa zimanan / 47
Yekemîn hewlên teorîzekirina meydana lêkolînê / 47
Tîpolojiyên teswîrên sosyolenguîstîk / 48
Teoriya jîndariya etnolenguîstîk / 50
Jîhdariya sehkirî ya cemaeta zimanî / 51
Pêbaweriya modêla jîndariya etnolenguîştîk / 53
Dîglosî û tehlîla qadên sosyal / 54
Pêwendiya dîglosî û duzimanîtiyê ji bo senifandina cemaetên zimanî / 55
Qadên civakî û zimanî / 57
’Kîjan ziman bo kîjan qadên civakî? / 58
Tîpolojiya rewşa zimanên kêmîneyî / 59
Senifandina jeografîk a rewşên zimanî yên kêmîneyî / 60
Tabloya varyablên tehlîlkirinê / 61
Pêbaweriya modêlê / 63
Venihêrînek li ser rewşa kurdiyê / 64

Beş III:
Rehendên Cıvakî-Sıyasî Yên Rewşa Kurdıyê li Tirkiyeyê / 67
Destpêk / 67
Kurd û Kurdista / 68
Rewşa Kurdan a îro / 70
Daşikandina têgeha "zimanê kurdî" / 72
Kurdên Tirkiyeyê li rûyê jeografî, demografî 0 dîrokî ve / 74
Pêdaçûneke kurt li ser ziman û konteksta zimanî / 77
Çarçoweya standardkirina kurdiyê / 78
Serhatiya standardkirina kurmanciyê / 80
Karîgeriya diyasporayê li nûjenkirina kurdiyê / 81
Pêknehatina he vbîriyê ji ber nebûna dezgehên rayedar / 82
Karîgeriva neyînî ya standardkirinê li ser bikaranîna zimanî / 84
Derece û awayên veguhastina zimanî / 85
Şiyanweriyên zimanî yên axêverên kurdiyê /86
Haletên betilîna zimanî di bikaranîna rojane ya zimanî de / 88
Helwêstên cemaeta serdest beramber zimanê kurdî û cemaeta zimanîya kurdiyê / 90
Helwêstên endamên cemaeta kurd beramber zimanê kurdî / 92
Qewmîkirin û bi amrazkirina zimanî di çaxa polîtîzasyonê de / 94
Rewşa heyî ya pêwendiya ziman-nasnameyê / 96
Maf û naskirina resmî ya cemaeta kurd û zimanê wan / 98
Naskirina ne-resmî ya kurdiyê / 99
Statûya taybet a herêmê û dînamîka civakî ya bi xêra şaredariyan rû dide /100
Qada perwerdeyê û îmkana perwerdeya bi zimanê zikmakî /102
Rewşa perwerdeyê li herêma Kurdan /103
Rewşa fêrkariya kurdî li Tirkiyeyê /104
Dîn û mezhebên di nav Kurdan de / 105
Tekamûla têgeha dîn û pêwendiya wê bi nasnameyê re /106
Pêwendiyên di navbera dîn û zimanî de /107
Rewş û potansiyela aborî li herêmê /108
Saxlemiya aborî ya cemaeta kurd /109
Kurdî di bazara zimanan de / 110
Temsîlên cemaet û zimanî di medyayê de / 111
Zimanê kurdî di çapemeniyê de / 111
Medya / 113
Venihêrînek li serfakterên sosyopolîtîk ên rewşa kurdiyê li Tirkiyeyê / 114

Beş IV:
Metodolojî û Dane-Berhevkırın / 115
Destpêk / 115
Çarçoweya lêkolînê / 115
Konteksta gundewar / 116
Konteksta nîv-bajarî / 117
Konteksta bajarî / 118
Cemawerê armanc / 119
Dariştina pirsyarnameyê / 120
Verêkxistina vekolînê û sepandina pirsyarnameyan / 121
Dabeşkirina daneyan/korpusê / 122
Rêbaza tehlîla daneyan / 122

Beş V:
Analîza Daneyan / 125
Destpêk / 125
Profîla agahîderan / 125
Senifandina bi pêy nifşan / 126
Koçberiya navxweyî li herêmê / 128
Pêkhatina Malbatan / 129
Profîla sosyo-ekonomîk a agahîderan / 130
Astên xwendinê li bal agahîderan / 132‘
Xwendewariya agahîderan / 133
Kî bi kîjan zimanî bi kê re û kengî diaxive? / 136
Zimanên ku agahîder di nava malbatê de pê diaxivin û meseleya zimanê dayîkê / 136 Bikaranîna zimanî bi pêy axêveran / 138
Tercîha zimanî bi pêy mijarên behsê / 141
Tercîh û bikaranîna zimanî bi pêy qadên civakî / 142
Tercih û bikaranîna zimanî bi pêy rewşên danûstandinê / 145
Medya û ziman / 146
Kîjan ziman ji bo temaşeya televizyonan? / 146
TRT 6: Xêrên wê û reaksiyonên li hember wê /147
Sehên derbarê xêr û tesîrên muhtemel ên kanalê de / 149
Zimanê radyo û mûzîkê / 151
Zimanê xwendinê di halê nebûna xwendewariya kurdî de / 152
Xwe-helsengandina li ser şiyanweriyên zimanî / 154
Şiyanweriyên têgihiştin û axiftina bi kurdî / 154
Şiyanweriyên xwendin û nivîsandina bi kurdî / 155
Şiyanweriyên têgihiştin û axiftinê di tirkî de / 156
Şiyanweriyên giştî yên qiyaskirî / 157
Di derbirîna bi kîjan zimanî de rihet in? / 159
Pêwendiyên du-alî di navbera varyablan de / 160
Para kontekstê di prêzeyên zimanî de / 161
Şiyanweriya zimanî bi pêy zayendan / 166 .
Nifş û cudatiyên di bikaranîna du zimanan de / 168
Asta perwerdeyê û prêzeyên zimanî / 170
Dahatên mehane yên malbatê û bikaranîna zimanê dayîkê / 171
Venihêrînek li ser tehlîla daneyan / 172

Encamên Lêkolînê û Çend Perspektîf / 175
Servehî / 183
Servehî I. Pirsyarnameya ku di çarçoweya vê lêkolînê de hate sepandin (bi tirkî) / 183 Servehî II. Wergera kurdî ya pirsyarnameya sepandî / 190
Servehî III. Bersivên agahîderan bo pirsyara "li ba te terîfa zimanê dayîkê çiye ?” / 197 Servehî lV. Bersivên agahîderan bo pirsa "Hizra te çiye li ser avabûna TRT 6ê?" / 200 Servehî V. Tabloyên lêkdana daneyan / 203
Tabloyên lêkdana daneyan ku tê de konteksta lêkolînê varyabla serbixwe ye / 203
Tabloyên lêkdana daneyan ku tê de "zayend" varyabla serbixwe ye / 206
Tabloyên lêkdana daneyan ku tê de "nifş" varyabla serbixwe ye / 207
Tabloyên lêkdana daneyan ku tê de asta perwerdeyê varyabla serbixwe ye / 208 Tabloyên lêkdana daneyan ku tê de rista dahatên mehane varyabla serbixwe ye / 211
Ferhengoka têgehên zimannasiya civakî / 211

Bîbuyografî / 219


ÇEND GOTIN LI SER WERGERA KURDÎYA VÊ BERHEMÊ Û SPASDARÎ

Ev berhem wergera teza masterê ya nivîserî ye ku çiriya pêşîn a sala 2009an li Zankoya Rouenê, li Fransayê, hate pêşkêşkirin û qebûlkirin. Wergera tezê ye lewma bi qestî destkarî di naveroka xebatê de nehatine kirin û munaqeşe û pêdaçûnên nû li wergerê nehatine zêdekirin. Herwiha, bi niyeta ku materyeleke kurdî di formata tezeke xwendina bilind de berdest be ji bo kesên elaqedar, şêwaza birêkxistina beşên xebatê jî wek xwe hatiye ragirtin. Lê belê, di beşê II de, pareke bi serenavê Guherîna zimanî ji ber kontakta zimanan, qederê 6 rûpelan, jê hatiye derxistin, Iewre ev para navborî munaqeşeyeke bes teorîk û teknîk bû. Herwiha, di sertaserê xebatê de hindek têbînî Iê hatine zêdekirin ji bo hêsankirina têgihiştinê. Ev têbîniyên nû bi stêrkan hatine nîşandan ji bo cudakirina ji têbîniyên deqa jêder, ku têbîniyên deqa jêder bi jimareyan hatine nîşandan.

Bêguman wergerandina lêkolîneke akademîk a dirêj bo kurmanciyê, ku me’lûm e di warê nivîsevaniya akademîk de zêde nehatiye ceribandin, hindek arîşe û rîskên xwe hebûn. Nemaze, destnîşankirin û bikaranîna şêwezarê nivîsevaniya akademîk -ku di hemû zimanan de xwedî taybetiyên xweye- bi rengekî hevaheng di sertaserê deqê de, û herwiha peydakirin û bikaranîna têrmên zanistî, bi taybetî yên zimannasiya civakî, du zehmetiyên serekî bûn di pêvajoya wergerê de. Dimîne bo bal û teqdîra xwîneran ka heta çi dereceyê ev arîşe di wergerê de hatine safîkirin, lê belê hindek xal hene ku pêdivî ye bêne ravekirin ji bo destxweşkirina xwendina vê berhemê:

Hewl û serinceke taybet li ser wê hindê bûye ku naveroka wateyî an jî çepera semantîk a têrmên di deqa resen de, hindî mumkîn be, di deqa armanc de jî bê dabînkirin. Ji bo vê yekê du rêyên serekî li pêş bûn: yek, peydakirin an pêşniyazkirina têrmekê bi kurdî an ji zimanekî din, du, vesazkirina wateya têrma resen bi çend peyvan an jî bi hevokekê, anku bi rêya terîfkirina têrma resen. Lewma gelek têrmên nû hene di deqê de ku bi awayê reşkirî/tarî hatine diyarkirin û hindek ji wan bi têbîniyên li binê rûpelan û hindek jî li dawiya kitêbê di para ‘ferhengoka têrmên zimannasiya civakî’ de hatine ravekirin.

Di peydakirin û pêşniyazkirina têrmên nû de sê rêbazên serekî hene di deqê de. Yek, firehkirina wateya peyveke kurdî bi rengekî ku wateya têrma zimanê resen bi xwe ve bigire. Di vê rewşê de, têrma muadil a bi zimanê ingilîzî, carinan jî bi fransî, di nav kevanan de û bi forma îtalîk hatiye nivîsandin. Têrm bi xwe bi jêrenotekê an jî di ferhengokê de hatiye ravekirin. Hindek nimûne ji vê birrê re: zelîna zimanî (language shift'), betilîna zimanî (Janguage attrition), kod-guhorîn/kod-qelaptin (code-switching). Rêbaza duyem, têrmên bi lehceya soranî û îmkanên peyvdariştina bi vê lehceyê bûne serçaveyeke din. Bo nimûne, zarawe, helsengandin, kêmîne, zimanê kêmîneyî û hwd. Rêya sêyem a dabînkirina têrman lêanîna grafîk a têrma resen e li gor taybetiyên deng û li gor prensîbên xwemalîkirina formên zimanên din di kurdiyê de. Anku di vê birrê de têrm bi zimanê resen hatine bikaranîn, lê belê bi pêy deng û morfolojiya kurdiyê hatine adaptekirin (bo nm. sosyolenguîstîk ji têrma sociolinguistics').

Daçeka xelekî ya cihî (location circumposition) (di... de), bi awayê xwe yê tekmîl, bi hêmanên (complement) daçekê yên kurt re hatiye bikaranîn; lê belê, gava di nav çepera ferzkirî ya daçekê de (anku di navbera pêşpirtik û paşpirtika daçekê de) daçekeke din digel hêmana xwe an jî digel hevokekê hebe, hingê pirtika duyê ya daçekê nehatiye lênan. Bo nm. "Heta çi dereceyê, tesîra fakterên sosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe diprêzeyên zimanîyên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê (de) nîşan didin?” Di vê hevokê de pirtika duyê ya daçekê, “de”ya tarî û di nav kevanan de, nehatiye lênan, ji ber ku bi ya me çepera karîgeriya daçekên xelekî di kurdiyê de sînordar e û di vê nimûneyê de hebûna hevokeke daçekî (prepositionalphrase) ya navxweyî pêdiviyê bi temamkirina daçeka xelekî nahêle û jixwe wêdeyî qada karîgeriya cûreyê daçeka navborî ye.

Heçî babeta wan têrman e ku halê wan ê navdêr di heman demê de rengdêr e jî, wek sosyolenguîstîk, etnîk, di adaptekirina wan a bo kurdiyê de gelek caran ji mirovî ve çêtir e ku qertafa -fya rengdêrçêker (-î’ya nisbî) lê bê zêdekirin. Bo nimûne, ji bo a sociolinguistic study ya bi ingilîzî, bi kurdî bêjin xebateke sosyolenguîstîki, an jî ji bo an ethnic conflict a bi îngilîzî bi kurdî bêjin dubendiyeke etnîkî. Lê belê di van nimûneyên bi zimanê resen de jixwe ev têrm (sociolinguistic û ethnic) rengdêr in, û gava em bi kurdî rabin -fya rengdêrçêker jî lê bikin, wek etnîkî, hingêdu caran dibe rengdêr. Lewma me naverok û taybetiyên têrma resen, anku li gor cihê bikaranîna xwe an navdêr an jî rengdêr, bi fertir zanîn û di bikaranîna wê ya kurdiyê de peyveke rengdêr careke din nekir rengdêr. Bo nimûne, sosyolenguîstîk (sociolinguistic) navdêr e, lê belê di têrma teswîra sosyolenguîstîk de sosyolenguîstîk rengdêr e (sociolinguistic description), herwiha me negot dubendiyeke etnîkî lê dubendiyeke etnîk.

Heçî rastnivîs e, meyla serdest a nivîsevaniya kurdî di vê berhemê de zal e, lê belê di pirsa girdek û hûrekan de, pîtên ewil ên navên ziman, welat û miletan de qaîdeyên Rojnameya Kurmancî hatine tercîhkirin û bi vî rengî pîtên ewil ên navên zimanan biçûk in, navên dewletan mezin in, û pîtên ewil ên navên miletan carinan biçûk carinan mezin in: gava ku milet wek navdêr serbixwe be, anku wesfa navdêrekî din nebe, hingê bi pîta gir hatiye nivîsandin, wek “hevpeymaniya mîrîtiyên Kurdan”; lê heke navê miletî sifet be, anku wesfa navdêrekî din be hingê bi pîta hûr hatiye nivîsandin, wek “cemaeta kurd”.

Spasdarî
Bi dirêjiya pêvajoya vê lêkolînê, her digel pêvajoya wergera wê, ked û alîkariya gelek kesan gihişte min. Min divêt ewilî spasî li mamosteyê xwe rêzdar Salih Akin (Zankoya Rouenê) bilam ku gelek zehmetî bi rêvebirina lêkolîna min ve dît û bi têbîniyên xwe û bi rêberiya xwe hêsankariyeke mezin kir di encamdana vê lêkolînê de. Herwiha spas bo rêzdar Laurent Gosselin (Zankoya Rouenê) ku di kar û barê rêvebirina teza min de pişkdar bû. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi fonekê alîkarî da ji bo mesrefên birêvebirina xebata meydanî, gelek spas bo serek û xebatkarên wê. Min divêt herwiha malavayî li wan hemû kesan bikim ku beşdari di lêkolînê de kirin û bi bêhnfirehî bersiv dane pirsên pirsyamameyê. Gelek spas bo kak Vahap Esen û kak Elîxan Loran ku gelek alî min kirin ji bo peydakirina beşdarên lêkolînê li Diyarbekirê. Malavayî bila herwiha li kak Dilşad Öpengîn û Receb Öpengîn be ku bi saetan digel min li Nawşar/Şemzînan û li gundên Şemzînanê ketine hewla sepandina pirsyamameyan.

Di qonaxa wergerê de min kelk ji fikr û boçûnên çend heval û xemxwirên kurdiyê wergirt. Zor spas bo kak Hesen Qazî ku tevahiya deqê bi sebr û dêhn xwend û pêşniyazên xweyên derheqê
têrmînolojiya di xebatê de ji min re nivîsandin. Herwiha malava bin kak Şerif Derince û kak Bawer Ronahî ku nusxeyeke pêştir a berhemê xwendin û têbîniyên xwe yên li ser wergera wê ji min re nivîsandin. Gelek kesên din bi rengên cuda pişkdarî di birêveçûn û tewawbûna vê lêkolînê de kirin, spasî û razîbûna xwe erz dikim bo mamosteyên min Geoffrey Haig, Clara Mortamet, Evangeliou Adamou; hevalên min Şerif Derince, Anne-Marie Kerhuel-Aydogan, Roxana Joyannides, Caroline Wallis, Kawa Destûre, Mesûd Dryaz, Metin Bagnaçik, Onur Gûnay.
Axirî min divêt rêz û spasiyên xwe erz bikim bo malbata xwe, bi taybetî bo dayîka xwe û babê xwe, ku bi dirêjiya serhatiya min a xwendekariyê, bi mêhrebanî û piştgiriya xwe ji bo min bûne serûkaniya moral û hêza pêdaçûnê.



Destpêk

6ê çiriya paşîn a 1991^, Leyla Zanaya ku hêj taze hatibû hilbi- jartin bo Parlamena Tirkiyeyê, di merasîma vekiririê de hevo- keke sonda xwe ya wekîliyê bi kurdî got. Ev rûdan, ku bû binasê polemîkên mezin ên siyasî û civakî, di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bû sebaret bi statûya zimanê xwe. Lewre kurdiya ku mehrûm bû ji her çi naskirineke resmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû, di çend qadên sosyal ên berteng de hatibû hepskirin.

Ji hingê ve, siyaset û civak li Tirkiyeyê pir guherîn. Pêvajoya en- dametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re, bo nimûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de, pêşketinên girîng anîn. Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da ça- lakiyên kultûrî û siyasî li dor zimanê kurdî. Lê belê, heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê kufdî ava bû; car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya kurd, car ji bo derpêşkirin û peytandina gotara resmî ku li ser red- kirin û tehqîra kurdiyê ava bû. Li rexekî çalakvaniya siyasî ya kurdî ...


Ergin Öpengin

Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê

Avesta

Weşanên Avesta
avesta I Lêkounên Zimên: 36811
Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê
Ergin Öpengin

Edîtor Abdullah Keskin
Berg: Azad Aktürk
Mîzanpaj: Aysel Kazıcı Özalp
Çapa Yekem: 2011, Stembol

Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdögen Davutpaşa Cad.
Göven San. Sit. C Blok, No: 239
Topkapı / İstanbul
Tel: (0212) 6131211

©Avesta, 2011
Ji xeynî danasînê bêyt destûra weşanxanê bi tu awayî nayê zêdekirin

Sertifikano: 13193

Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi Atrf Yilmaz Caddesi Ögût Sokak No: 7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Fax: (0212) 251 44 80 - (0212) 243 89 75

Ekincile r Caddesi,
Nurlan Apt Giriş Kati No: 2
Ofis / Diyarbakır

Tel-Faks: (0412) 223 58 99
www.avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com

ISBN: 978-605-5585-71-6

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues