Ev berhema di destê we de, li ser daxwaza IKMGê, li gor pêşnîyaza birêz Malmîsanijî û di bin koordînasyona wî de, ji alîyê birêz Mistefa Aydoganî ve hatiye amadekirin ku di nav xebata Ferhenga Rastnivîsînê de jî bi awayekê aktîf cih girtibû. Her du weşanên destpêkê yên Rûpelê; “Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî” û “Rêbera Rastnivîsînê” du xebat in ku hevûdin temam dikin. Ev her du xebatên bingehîn dê di heman demê de ji bo hemû weşanên IKMG û Rûpelê yên kurmancî bi mebesta standardîzebûna kurmancîyê wekî bingeh bihên qebûlkirin. Rêbera Rastnivîsînê ku bi şêwazeka akademîk-zanistî hatiye amadekirin, dê bersiva wê hewcedarîya girîng bide ku di warê standardîzebûna zimanê kurdî de heye. Ji hêla naverok û bergehî ve, dê ji bo her kesê ku bi kurmancî binivîse bibe çavkanî. Di siberojê de em dê hin caran li vê berhemê vegerin, li gor pêdivîyan berfirehtir bikin û ji nû ve çap bikin ku di warê xwe de bibe çavkanîyeka sereke. Nêzîkî bîst berhemên din ku werger û redaksîyonên wan bi piranî qedîyane, dê li gor qayîde û standardên zimanî yên ku di van her du berheman de cih digirin, cara dawîyê bihên redaktekirin û di mehên pêşîya me de bihên çapkirin.
Naverok
Jiweşangêr / 5 Çend gotinên pêwîst / 19
1. Alfabe / 25 1.1. Herf, tîp yan pît? / 25 1.2. Di ferheng, pirtûkên rêzimanê û pirtûk û kovarên kevn de herf heye lê tîp tune ye / 25 1.3. Ya rast ew e ku herf bihê bikarînan. Ji ber ku herf: / 26 1.4. Herfên alfabeya kurmancîyê / 26 1.5. Kurmancîya “vokal” û “konsonanf’ê / 27 1.6. Alfabe û dengên zimanekî / 28
2. Alfabeya herfgotinê / 31 2.1. Herfgotina li gor navên merivan / 31 2.2. Awayê bilêvkirinê / 32
4. Navên bajarên Kurdistanê / 39 4.1. Bajarên Kurdistana Bakurî / 39 4.2. Bajarên Kurdistana Başûrî / 40 4.3. Bajarên Kurdistana Rojhilatî / 41 4.4. Bajarên Kurdistana Başûrê Rojaviiyî / 41
5. Navên welat, paytext û yekîneyên pereyan / 42
6. Navên gel/netewe û zimanan / 51
7. Navên hêlan / 52 7.1. Hêl wekî navên deveran / 54
8. Navên rojan / 55
9. Navên demsalan / 56
10. Navên mehan / 57 10.1. Du mehên payîzê yên paşîyê û du mehên zivistanê yên pêşîyê / 57 10.2. Du mehên zivistanê yên pêşîyê / 59
11. Herfa ducare / 63 11.1. Herfên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî / 64 11.2. Herfên ducare yên bêjeyên ji zimanên ewropayî / 65 11.3. Di van rewşan de rehmorfemê biparêze / 66 11.4. Gava ku ji du bêjeyan bêjeyeka hevedudanî bihê çêkirin / 68 11.5. Di navdêrên lêkerî de / 68
12. Nivîsîna bêjeyên ku bi “-stan”ê dihên çêkirin / 69
13. Pirsa bêjeyên ku bi [i]yê dest pê dikin û bi [ijyê diqedin / 71
14. Nivîsîna hin bêjeyên ku di kîteya wan ya dawîyê de [i] heye / 73
15. Nivîsîna [î]ya berî [y]yê / 75
16. Nivîsîna [ê]ya berî [y]yê / 80
17. Peyvên dunavdêrî / 82
18. Nivîsîna serenavên bîyanî yên kes, bajar û deveran / 84 18.1. Nivîsîna serenavên bi herfên latînî / 84 18.2. Nivîsîna serenavên bi herfên nelatînî / 86 18.2.1. Nivîsîna serenavên bi herfên kirîlî / 87 18.2.2. Nivîsîna serenavên bi herfên yûnanî / 88 18.2.3. Nivîsîna serenavên çînî, japonî û koreyî / 88 18.2.4. Nivîsîna serenavên hindî / 89 18.2.5. Nivîsîna serenavên erebî / 90 18.2.6. Nivîsîna serenavên farisî / 93
19. Nivîsina hin bêjeyên bîyanî / 94 19.1. -ium -» -yûm / 95 19.2. -ia- -» -îya / 95 19.3. -io- -> -îyo / 96 19.4. -io- -> -yo / 96 19.5. -oi- -> -uwa / 97 19.6. Dîftonga [-ou-]yê -> -û / 97 19.7. “-tion-”a di dawîya bêjeyên bîyanî de / 98 19.8. Bêjeyên ku bi “in-”ê dest pê dikin / 100 19.9. Bêjeyên ku bi “im-’ê dest pê dikin / 102 19.10. Bêjeyên ku di dawîya wan de “-isme” heye / 102 19.11. Herfa <-s->yê di navbera du dengdêran de / 103 19.12. Herfa <-g->yê di kîteya dawîyê de / 103 19.13. Herfa <g>yê ya ku wekî xwe dihê nivîsîn / 104 19.14. Dîftonga [au-]yê -> o / 105 19.15. Zayenda bêjeyên bîyanî / 105 19.16. Nivîsîna <x>ya latînî / 107 19.17. [k]ya bêjeyên bîyanî neke [q] / 108 19.18. [q]ya bêjeyên bîyanî neke [k] / 113 19.19. [b]ya eslî neke [p] / 113 19.20. [p]ya eslî neke [b] / 114 19.21. [d]ya eslî neke [t] / 115 19.22. Nivîsîna bêjeyên ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin / 116 19.23. Nivîsîna bêjeyên ji zimanê erebî yên bi “deme’yê (-') / 118
20. Girdek û hûrdek / 124 20.1. Girdek / 124 20.1.1. Di destpêka komekê de / 124 20.1.2. Kurtkirinên ku bi girdekan dihên nivîsîn / 124 20.1.3. Piştî cotxalê / 124 20.1.4. Nav û paşnavên kesan / 125 20.1.5. Naznav û leqeb / 126 20.1.6. Navên qehremanên çîrokan / 126 20.1.7. Navên xweda, ferîşte, pêxember, pirtûkên pîroz û cihên dînî / l26 20.1.8. Navên welat û dewletan / 128 20.1.9. Navên bajar, bajarok û gundan / 128 20.1.10. Navên tax, kolan û meydanan / 128 20.1.11. Navên parzemînan / 128 20.1.12. Navên okyanûs, derya û tengavan / 129 20.1.13. Navên çeman / 130 20.1.14. Navên deştan / 130 20.1.15. Navên çîyayan / 130 20.1.16. Navên birc, keleh, seray, koşk, pir, stadyûm, park û hwd / 130 20.1.17. Navên stêr û gerestêran / 131 20.1.18. Navên bankayan / 131 20.1.19. Navên kovar, rojname, pirtûk û nivîsan/gotaran / 131 20.1.20. Navên peyman, şer û serdemên dîrokî / 132 20.1.21. Herfa rêzên helbestan ya destpêkê / 132 20.1.22. Nameyên ku bi bêjeyên heval, dost, bira, xwişk û hwd destpê dikin / 132 20.1.23. Nivîsîna navên wezaretan, komîsyonên parlamentoyan, dezgehên dewletî yên din, beledîye, unîversîte, şirket, baro, komele û rêxistinên din / 133 20.1.23.1. Navên serokîyên dewletê yên herî bilind / 134 20.1.23.2. Navên serokên dewletê yên herî bilind / 134 20.1.23.3. Navên wezaretan / 134 20.1.23.4. Navên birêveberîyên giştî / 134 20.1.23.5. Navên komîsyonên parlamentoyan / 135 20.1.23.6. Navên dadgehan / 135 20.1.23.7. Navên partîyên siyasî / 135 20.1.23.8. Navên beledîyeyan û organên wan / 135 20.1.23.9. Navên unîversîteyan / 135 20.1.23.10. Navên şirketan / 136 20.1.23.11. Navên baroyan / 136 20.1.23.12. Navên komeleyan / 136 20.1.23.13. Navên rêxistinên din / 136 20.1.23.14. Navên qanûn, destûr û biryarnameyan / 137 20.2. Hûrdek / 137 20.2.1. Hemû hevenav / 137 20.2.2. Bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin / 137 20.2.3. Bêjeyên ku ji navên deveran yên xweser hatine çêkirin / 137 20.2.4. Navên gel û neteweyan / 138 20.2.5. Herfa ziman, zarava û devokan ya destpêkê / 138 20.2.6. Navên dîn û mezheban û mensûbên wan / 138 20.2.7. Navên organên ku bi hûrdekan dihên nivîsîn / 139 20.2.8. Bêjeyên nava bendikan gava ku ne serenav bin / 139 20.2.9. Komeka ku bi reqeman dest pê dike / 139 20.2.10. Navên hêlan / 139
21. Kurtkirin / 140 21.1. Kurtkirinên bi herfên destpêkê / 141 21.1.1. Kurtkirinên ku herf bi herf dihên bilêvkirin / 141 21.1.2. Kurtkirinên herf bi herf yên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin / 144 21.2. Cureyekê din, kurtkirinên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin / 145 21.3. Birîn (kurtkirinên birî) / 145 21.3.1. Kurtkirina navên kesan / 145 21.3.2. Têgihên rêzimanî yên kurdî bi rêya birînê dihên kurtkirin / 146 21.3.3. Têgihên rêzimanî yên latînî / 147 21.3.4. Navên zimanan jî bi birînê dihên kurtkirin / 147 21.4. Kurtkirinên civandî / 147 21.4.1. Kurtkirinên ku ji herfa destpêkê û ya dawîyê pêk dihên / 147 21.4.2. Di bêjeyên hevedudanî de / 148 21.5. Kurtkirinên navên pîvanan / 149 21.6. Di kurtkirinan de hertim bala xwe bide van xalan / 151
22. Tewang / 154 22.1. Tewanga navdêrên nêr yên yekhejmar / 154 22.2. Tewanga navdêrên mê yên yekhejmar / 156 22.3. Tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar / 158 22.4. Navdêrên ji yek mêjerê lê ji zayendên cuda / 160 22.5. Navdêrên ji yek mêjerê û ji yek zayendê / 160 22.6. Navdêrên mêjercuda / 160 22.7. Bêjeyên ku bi “-an”ê diqedin / 161 22.8. Bêjeyên ku xwedîyên referantên cuda ne / 164 22.9. Heger navdêrên zayendnêr bibin navên rojname û kovaran / 167 22.10. Heger bêjeyên ji cureyên din bibin navên rojname û kovaran / 167
23. Veqetandek / 169 23.1. Veqetandek û navdêrên nêr yên yekhejmar / 169 23.2. Veqetandek û navdêrên mê yên yekhejmar / 171 23.3. Veqetandek û navdêrên her du zayendan yên pirhejmar / 172 23.4. Rêzeveqetandek / 174
24. Di navdêran de parastina koka bêjeyê / 175 24.1. Prensîpa sereke / 175 24.2. Çend nimûne ji zimanê axaftinê / 175 24.3. Navdêrên kirde û bireserên hevokan / 176
30. Nivîsîna tarîxê / 249 30.1. Standarda me / 251 30.2. Di nivîsîna tarîxê de, bala xwe bide van xalan jî / 251 30.3. Nivîsîna tarîxê ya bi herfan / 252 30.4. Nivîsîna tarîxê ya bi reqem û herfan / 252 30.5. Tarîx û veqetandek / 252 30.6. Di nivîsîna salê de tewang / 253
32. Hin nîşandekên cuda / 281 32.1. Hin nîşandekên ji bedêla gotinan / 281 32.2. Nîşandekên matematîkî / 281 32.3. Hin nîşandekên din / 282 33. Ferhengok / 283
Çavkanî / 290
ÇEND GOTINÊN PÊWÎST
Ziman di axaftinê de û di nivîsînê de bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku meriv wekî dipeyive, nanivîse. Zimanê axafitinê bi dengan peyda dibe û bi bihîstinê dihê wergirtin. Lê zimanê ni- vîsînê bi nîşanên grafîkî pêk dihê û bi bînahîyê dihê wergirtin. Loma dihê gotin ku axaftin zimanek e ku ji bo guhan e û nivîs jî zimanekê din e ku ji bo çavan e. Ji ber wê yekê ye ku gelek kes zi- manê axaftinê û zimanê nivîsînê hema hema wekî “du zimanên cuda” jî dibînin. Loma meriv nikare xwe bi tenê bi qayîdeyên zimanê axaftinê ve girê bide û binivîse. Ji bo nivîsîneka serrast pêwîstî bi qayîdeyên zimanê nivîsînê heye. Lewre şertên ku ji xwendinê dihên xwastin û yên ku ji guhdarîkirinê dihên xwastin ji hevûdin cuda ne.
Gava ku meriv dipeyive, gelek awa hene ku hem alîkarîya der- birînê dikin hem jî alîkarîya têgihîştinê dikin. Ji ber ku meriv bi jest û mîmîkan, bi nîşandana hisên xwe, bi rawest û vehesê, bi şi- dandina hin kîteyan, bi bilindkirin û nizmkirina dengê xwe û hwd dixebite ku alîkarîya axaftinê bike û pê re şertên têgihîştineka rast peyda bike.
Dinivîsînê de rewşbicarekê guhertîye. Jiber ku merivji tevayîya van alîkarîyên navbirî bêpar e, rîska şaştêgihîştinê jî bêhtir e. Ji bedêla wan, di nivîsînê de pêgirîya hin qayîdeyan dihê kirin û hin sîn-yal, hin nîşanên taybetî dihên bikarînan ku di vê rêberê de xal bi xal behsa wan dihê kirin.
Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fêmbar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal -çi yên ku xwe bispêrin rêzi-manê, çi jî yên ku xwe bispêrin hevfikirî û lihevkirinê- şert in. Lew-re gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî he-bin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe. Rê li ber şaştêgihîştinan ve-nabe. Herweha naveroka zimanê nivîskî jî dikare bi mebesta xwe re guncayî bihê ragihandin.
Herçî nivîsîna rêbereka rastnivîsînê ye, ji bo wan zimanan hêsantir e ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê de lihevhatinên wan yên civa-tî hene. Lewre meriv weha dihizire ku rêberên rastnivîsînê yên zimanên weha dê ji rêzkirina qayîdeyan pêk bihê û yên ku karê nivîsînê dikin jî ji bo nivîsîneka li gor qayîdeyên lihevkirî, di-karin li wan binêrin û pêgirîya wan bikin. Di vê çerxa teknîka enformasyonê de êdî ev qayîdeyên rastnivîsînê wekî bernameyên rastnivîsînê di komputuran de jî bicihkirî ne. Heger daxwazên ji bo guherînê hebin jî minaqeşeyên wan bi awayekê din dihên kirin û heta gihîştina encamekê, ango heta ku li ser wan pirsan lihev-hatineka civatî peyda nebe, qayîdeyên tesbîtkirî bi awayekê giştî nahên pêpeskirin. Ji bo nivîsîna rêberên rastnivîsînê yên zimanên weha, helbet pêwîstî dê bi şirove, ravekirin û argumanên zêde tune be. Lewre wan qonaxên weha bi awayekê giştî li dû xwe hêlane.
Herweha divê bihê dîyarkirin ku di rêberên rastnivîsîna zimanên weha de, meriv li gel mijarên rastnivîsînê yên adetî, mijarên mîna raçandina tekstê, nivîsên taybetî, tablo, dîyagram, nîşanên kêmnas, sembolênfonetîkê, di komputurê de nîşanên taybetî, vavêrtina alfa-betîk, ji bo nivîsîna di komputurê de rêyênpratîk, nivîsîna çavkanî û referansan, nîşanên rastkirinê û hwd jî dibîne ku êdî ew jî di vê çarçoveyê de dihên qebûlkirin.
Ji bo zimanên ku nivîsîna wan zêde pêş neketiye û qayîdeyên wan yên rastnivîsînê cara yekem dihên nivîsîn jî problem dê hinde ne zêde bin.
Kurmancî bi xwe, nakeve nava her du kategorîyan jî. Ji ber ku rewşeka kurmancîyê ya taybetî heye, rêbera wê ya rastnivîsînê jî di vê qonaxê de dê li gor vê rewşa taybetî be. Pir eşkere ye ku di rewşeka weha de amadekirina rêbereka rastnivîsîna kurmancîyê ne karekî hêsan e. Ji ber ku nivîsîna kurmancîyê di van 30 salên dawîyê de -bi saya îmkanên teknolojîyê jî- bi qasî ku meriv nikare bide ber tu demên din têrbelav e. Lê her beşekê kurmancîaxêvan li parçeyên welatê xwe yên cuda di bin tesîra zimanên dewletên serdest yên cuda de ye û rastnivîsîna wan zimanên serdest, bivê nevê, tesîrê li awayê nivîsîna kurmancîya wan dike.
Hin kurmancîaxêv jî hene ku li welatên cîhanê yên cuda dijîn. Lo-ma pir normal e ku kurmancîaxêvên weha di bin tesîra zimanên wan welatan de bimînin û rastnivîsînên zimanên wan welatan bi awayekê xurt tesîrê li awayê nivîsîna wan jî bikin. Ji ber vê yekê, ne dûrî aqilan e ku kurmancîaxêv -çi pê bihesin çi jî pê nehesin-di bin tesîra wan zimanan û wan rastnivîsînan de li rastnivîsîna kurmancîyê binêrin.
Gelek nivîskarên kurmancîyê tevî ku li welatê xwe ne jî di bin tesî-ra rastnivîsîna zimanên xwe yên bîyanî yên din de ne. Nimûneyên rastnivîsînê yên cuda di berhemên wan de xwe didin der. Hin nivîskar jî bi temamî bi tesîra devokê xwe dinivîsin. Herçî kitêbên dersan in jî bi cudayîyan ve mişt in. Di her kovar û rojnameyeka me de, meriv pir bi hêsanî dikare behsa qayîdeyên cuda bike. Di medyaya dîjîtal de em hertim bi van cudayîyên nivîsîna kurman-cîyê re rû bi rû dibin. Kitêbên rastnivîşînê yên ku berî niha hatine weşandin jî ji cudayîyan ne bêpar in. Di dezgehên me yên weşanê yên din de jî standardên cuda xuya dibin. Heta, di warê herfên al-fabeya kurmancîyê de jî cudayî hene.
Ji ber gelek problemên din û van sedemên dîyarkirî ye ku gava mijar kurmancî be, ji bo rêbereka rastnivîsînê, pêwîstî dê bi şi-rove, arguman, nimûne û ravekirinan jî hebe. Heger di warê rast-nivîsînê de problemên navbirî tune bûna, pêwîstîya me jî dê ne bi argumanan ne bi şiroveyan ne jî bi ravekirinan hebûya.
Lê wekî ku dihê zanîn, di warê rastnivîsîna kurmancîyê de prob-lem pir in. Endîşeya di warê peydakirina hizireka hevbeş û lihev-kirineka civatî de mezin e. Loma di vê qonaxê de ji bo yeqînî û piştrastîyê û peydakirina hizireka hevbeş, di nivîsîna rêbereka rastnivîsînê de pir normal e ku meriv hin caran xwe bispêre deng-nasî û manenasîyê, zorê bide sînorên rêzimanê yan derbasî nav sî-norên fonetîkê û hwd bibe. Heger di vê xebatê de hin caran beşên ravekirin û argumanên hin xalan zor dabe sînorên rastnivîsînê û heta hin caran ji çarçoveya kitêba rastnivîsînê derketibin jî ji ber vê endîşeyê ye.
Ji ber ku rêbereka rastnivîsîna kurmancîyê nikare çavên xwe ji problemên heyî re bigire û awayên cuda nebîne. Herweha ne ma-qûl e ku girîngîyê nede minaqeşeyên berdewam jî. Bi bawerîya min, çi rêbereka rastnivîsînê ya ji bo kurmancîyê be ku çavên xwe ji problemên heyî re bigire û girîngîyê nede minaqeşeyên berde-wam, hingê ew rêber dê berhemeka biqisûr be. Ev awayên cuda rastîyên civata me ne. Lê li gel şirove, ravekirin, arguman û nimûneyan, destnîşankirina awayekî -ji nava awayên heyî- jî ji bo standardldrina nivîsîna kurmancîyê pêwîstîyek e.
Herçî xalên rastnivîsînê ne, hin tişt hene ku meriv dikare li ser wan li hevûdin bike. “Gelo em apostrofê bi kar biîninyan naV' yan jî “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan destpê bikin yan bi girdekan?” û hwd nimûneyên wan xalan in ku meriv dikare li ser wan li hevûdin bike. Lê hin tişt jî hene ku ji bo lihevkirinê ne qabil in; ango meriv nikare li ser wan li hevûdin bike. “Bila nêr û mê di kurmancîyê de bimminyan na?” yan “Gelo em êdî destji ergatîfiyê berdin yan na” û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin. Ji ber ku ew di xwezayîya kurmancîyê de bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurmancîyê yên bingehîn in. Loma gava ku em bixwazin bi vî zimanî binivîsin, divê ku em pêgirîya wan bikin.
Tevî vê jî di hin waran de kurmancîaxêv bi xwe awayên cuda der-dixin pêşîya me. Yek ji wan nimûneyan ew e ku di kurmancîyê de di warê zayenda hejmarnavan de du awa derdikevin pêşîya me; ango hin kurmancîaxêv hejmarnavan nêr dihesibînin û hin kur-mancîaxêv jî wan mê dihesibînin û ev yek jî tesîrê li awayê rast-nivîsîna wan ya hejmarnavan dike. Herçî pirsên bi vî rengî ne, vê rêberê hewl daye ku awayên cuda destnîşan bike. Lê ev rêber li gel destnîşankirina cudayîyan, herweha tercîha xwe ya ji bo stan-dardê jî pêşkêş dike.
Divê bihê zanîn ku pêwîstîya nivîsîna kurmancîyê bi standardekê heye û ji bo standardekê jî qayîdeyên rastnivîsînê şert in.
Ji bo nivîsîna vê rêberê, min bi çavekê rexnegirane li xebatên berê nihêrî, pirsên herî girîng hilbijartin û ez li tecribeyên zimanên cuda jî hûr bûm. Heger hûn pêgirîya vê rêberê bikin, nivîsîna we ya kurmancîyê dê serrasttir bibe û herweha tiştên ku hûn binivîsin jî dê ji bo xwendevanan zelaltir û fêmbartir bin.
Bi hêvîya ku ev rêber rêyê li ber standarbûna nivîsîna kurmancîyê xweştir bike...