Digirê: Helbest
Mihemed Abbas
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Ev helbestên Mihemed Abbas, ji nivîskariya wî re destpêk e. Hê di destpêkê de wî xwe da nîşandan ku ew rûhê kurdî û hunerê şaîran pê re heye. Hêvî ew e ku di pêşerojê de berhemên wî ji me qut nebin. Berî ku ez vê yekê jî bêjim naxwazim dawiya gotina xwe bînim. Dema hûn van helbestan bixwînin hûnê bibînin ku pirraniya wan gazina dûrketina ji welêt dikin. Yan jî ew li welêt e û dîsa jî xwe li dûriyê dibîne. Ango qêrîn û gazinên wî ji bo wê axa bav û kalan e. Nivîsa wî banga dîsa lêxwedîderketina milkê bavan e. Hawara wî ji bo welatê me Kurdistan e. Ew welat ku em tev jê re kirine xerîb û ew jî ji me re kirine hesret.
Mihemed Abbas, di sala 1954 de, li gundê Digirê ji Başûrê piçûkê Kurdistan e. Ew jî weke gelek bîrewerên kurd ji welatê xwe reviya û niha tev malbata xwe li Beljîka mîna penaberan djjî. Ev pirtûka wî ya yekemîn e. Naverok
Pêşgotin / 5
Dayikên Kurd / 7 Digirê / 8 Were Meyzê li Van Nekesan / 9 Çerxa Dinê / 10 Welatê Min / 11 Cîrana Min / 12 Lalê / 13 Zindan Giran e / 14 Keser / 14 Bê Çare / 15 Madena Rizî / 16 Koma Pera / 16 Bar Dike / 17 Kulîlkên Çandî / 17 Rê Reş / 18 Dayê / 19 Nadim / 20 Gav Man / 20 Derî Welat / 21 Kezî Kurr / 22 Selaheddîn / 22 Dilê Gulê / 23 Cana Min / 23 Bavê Felekê / 24 Dildarî / 25 Ne Firoşe Xwînê / 26 Şevên Dirêj / 26 Kurê Min / 27 Newroz / 28 Pora Li Ber Ba ye / 29 Rohnîkirina Welat / 29 Xuyayiyê / 30 Dûr Meyzêne / 31 Were Dilê Min / 32 Pirpirîkê / 32 Esmerê / 33 Xortanî / 34 Ra û Dar / 34 Derdê Me / 35 Welatê Me / 36 Çima Dikenê / 37 Were Meyzê / 37 Em û Ew / 38 Destek Bin / 39 Av Pê Hat / 39 Ji Can Diweşê / 40 Gula Kêm Av / 41 Hun Li Ku Ne ? / 41 Bira / 42 Rêzano / 43 Dilopên Xwînê / 44 Kes Nema Ji Wan / 44 Bes Wêran Ke / 45 Dîtina Bava / 45 Kulên Min / 46 Ken Xatir Xwest / 46 Welatê Me Yek e / 47 Şiyar bin / 47 Ez Her Pê re / 48 Ez Çi Bikim? / 48 Negrî / 49 Daxwaza Min / 49 Keçka Zozana / 50 Tu Nabînê / 51 Yara Min / 52 Dara Min / 53 Dengê Wê / 54 Çav Li Riya Te / 55 Xweşikê / 56 Bes Tiştê Pê Hat / 57 Xwelî / 58 Dê / 58 Çavbelên Welat / 59 Xifşê / 60 Kurdê Min / 60 Welatê Em Lê / 61 Gotina Biçûka / 61 Wa Xweşkokê / 62 Şêrînê / 62 Karê Ziman / 63 Kesê Min / 63 Xwezî / 64 Dayka Min / 64 Bes e / 65 Her Ew e / 65 Roj û A1 / 66 Bê Cih / 66 Qîza Kurd / 67 Bahwerî / 67 Welatê Mm / 68 Ku Xwedênas Ba / 69 Ne Cinet Lê Ferdews / 69 Zanebûn / 70 Çima Nakenê / 71 Rojê / 72 Ez Rih Bispêrim / 72 Xefk / 73 Qîza Min / 74 Em Hebûn / 74 Qeydan / 75 Hawar / 76 Min Nedî / 76 Azadî / 77 Xweziya Min / 77 Neçin Xew / 78 Zindan / 79 Geztileh / 79 Kubarî / 80 Soz / 80 Çira / 81 Ezmanê Reş / 81 Kurdistan / 82 Difûrê / 83
PÊŞGOTIN
Gelek caran ji devê misyonerên biyanî yên li Kurdistanê geriyane tê bihîstin ku pirraniya Kurdan şaîr in. Ev gotineke di ciyê xwe de ye. Ji ber ku, her merivê kurd, çi jin çi mêr, di jiyana xwe ya rojane de bi dengekî melûl disitrê yan jî helbestan dibêje.
Gava meriv li berhemên nivîskarên Kurd dinêrê ev rastî hê zêdetir xuya dike. Pirraniya berheman ji helbestan pêk tên. Li gora bîr baweriya min ev jî serbilindiyeke Kurdan e. Bila ev xusûsiyet jî bibe malê Kurdan.
Dema Mihemed Abbas bi helbestên xwe hat û ew pêşkêşî Enstituyê kirin serbilindiyeke kurdî di rûdêna wî de xuya dikir. Ev serbilindiya wî, rûhê kurdî, hişyarbûna neteweyî di hemî helbestên wî de jî xuya ye.
Tiştê ku di helbestên Mihemed Abbas de bala min kişand jî awayê nivîsandina wî ye. Wî awayê serbest bi kar anî ye. Lê di eynî demê de jî her helbesta wî ji sitranê re amade ye. Ew jî tê wê manê ku helbestên Mihemed Abbas ewê di pêşerojê de ciyê xwe yê hêja di nava nivîsa kurdî de bistînin. Ma nayê bîra kê ku dema rehmetiyê Cigerxwîn digot “ew helbesta ku ji sitranê re ne amade be helbest nayê qebûlkirin”.
Dayikên Kurd
Ne dayka min tenê kal e Mala wê bê min sar e Daykên kurdan tev weke wê Mane li ber dîwar e
Çavê wê tim li rêya min Hêstirên wê têne xwar e Dayka min naçe ji bîra min Dilê min jê re şiyar e
Dayka min negirî giryê te nayê guhê min Hêstira ne herikîne û xwe ne helîne ji bo min Bûn çiya û newal surih neqeba te û min Weke xewnê tim sûretê te li ber çavê min Tê guvaştin ev dilê min li ser te û zarokên min Di xurxurin wek piringa hêstirên min Dişewitîne rêçika hêstiran rûwê min Hun her tim weha delal Li ber çavê min
..…
Mihemed Abbas
Digirê
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê Digirê: Helbest Mihemed Abbas
Çapa Yekem, Bruksel 1998
Enstituya Kurdî Ya Brukselê Rue Bonneels, 16-1210 Brussels Belgique Tel. 0032 (0)2.230 89 30-Fax 0032 (0)2.231 00 97 BankNr. KB 426-3144071-85 ASLK-CGER 001-2068530-81 HSA 853-8511270-37
Pergala berge û rûpelan : E. K. B.
D/1998/5799/17
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|