| Dengê Metîn û Cudî
 Sebrî Botanî
 
 APEC
 
 .....
 Ji bîr nakim doza xwe
 Qet naşkênim soza xwe
 Şer dikim bê rawestanNizanim çi ye westan
 Şer dikim, şer naxwazimWelatê xwe dixwazim
 Niştê min e, dêrîn eBer dilê min şêrîn e
 Gerçî îro bindest imSibe ez jî serbest im
 .....
Naverok
 
 Êdî bes e heta evro / 6
 Bi xoşî û serfirazî / 8
 Bê te jîna min jan e / 10
 Gula min / 11
 Adar e / 12
 Jîna min e ev aqar / 13
 Li me pîroz her û her / 14
 Gemşo / 16
 Kurdistan Kurdistan / 20
 Cejna aştî / 22
 Ciwanê Kurd / 24
 Bilûra min / 25
 Pîrejin / 26
 Pêşmerge / 28
 Dengê dehola bextê min / 29
 Ji Botanî bipirse! / 30
 Şîreta min / 32
 Şivanê pîr / 34
 Şanoya şoreşvan / 37
 Ji vê şopa xwe vegerin / 38
 Makdêl / 40
 Gurgo were xûnê bimêj / 42
 Venagerim / 45
 Tajîkên nêçîra pîs / 46
 Rabin Rabin / 48
 Marşa rizgarî / 50
 De bimre lo / 51
 Sibe xwedî dewlet im / 52
 Bo hevalê min Silo / 54
 Nefî hilo meydanê / 56
 Bo kurdekî meynoş / 59
 Hîvan / 60
 Şerm e kurro / 62
 Me îro PKK heye / 63
 Caş / 64
 Her kes û pîroza xo / 66
 Wek dîwarê Berlîn î tu / 68
 Mizgîniya Mezin / 70
 Kurd im heta dimrim / 72
 Rojname / 73
 Di gel Yezdan / 74
TÊBINÎ
 
 Çendek ji helbestên vê dîwanê di rojname û kovaran de hatibûn belavkirin. Bi umêda çapkirina wan jî di dîwana ”Bilûra Çiyan” de. Lê pa mixabin bi windabûna destnivîsa ”Bilûra Çiyan” re, ew hêvî jî windabû. Ji lew re me ew çend parçe jî di vê dîwanê de çapkirin. Wek hel-besta ”Gurgo were xûnê bimêj” û ”Cejna aştî” ku yên berî bîst-sih salan e... Lê yên dî hemû ji sala 1990-93 hatine hûnandin...
 Dixwazim bêjim jî ku ew destnivîsa windabûyî her dîsan ji tuxmê van helbetan e.
 Ji lew re gerek e bêjim ku windabûna wan ne tiştekî giring e. Lê bê guman eger peyvek tenê jî, resen û nebelavbûyî di nav de hebit, ez bi zi-yanek mezin dizanim.
 
 Sebrî Botanî
 1993 Stockholm
 Êdî bes e heta evro
 Men huwe ela heq gelo
 Muawiye yan jî Elo?
 Ev bû dersa mizgefta min
 Ji wê rojê heta evro
 
 Hem derebe Zeydo Emro
 Yanî Zeydo deyna Emro
 Edî herdu man biheve
 Ji wê rojê heta evro
 
 Hem qeteltum, qeteltune
 Ji bil vê qet tiştek tune
 Her kuştin û talan e bes
 Ji wê rojê heta evro
 …..
Sebrî Botanî
 
 Dengê Metîn û Cudî
 
 APEC
 
 Weşanên APECê
 Dengê Metîn û Cudî
 Dîwana -3-
 Sebrî Botanî
 
 Stockholm 1993
 
 Weşan no: 47
 
 © Sebrî Botanî
 Weşanxana APEC
 
 Apec-Tryck & Förlag
 Spangavagen 345
 Box 3318, 163 03 Spanga / Sweden
 Tel: 08-761 81 18 Fax:08-761 42 90
 
 ISBN: 91-87730-47-2
 |