Gulbijêrek ji Helbestên min
Şêrko Bêkes
Apec
Perçebûna Kurdistanê di navbera çend dewletan de û danandina sinûran di nav cergê welatê me de, sedema jihevqetiyana gelê me ne. Sal û zeman derbas dibin û Kurd ji hev dûr û qetiyayî ma ne, heya îro gelê Kurd nikare bi diristî têkelî hev bibe û haydarî her aliyên jiyana xwe bibe. Va ye sedsaliya bîstan jî temam dibe û hîn pitir ji nîva gelê Kurd qedexekirî ye ku ew bi zimanê dayika xwe baxive! Herweha ev jihevqetyane bû sedema wê ku, gelê Kurd ne di warê siysî de rêyek û stratejîka yekbûyî ji bo gel û welatekî yekbûyî û bê perçe daniye, ne jî di warê kulturî de ji bo pêşdebirina zimanê xwe û parastina kultura netewî, zimanekê yekbûyî û standart, heta hîn alfabeyek yekbûyî jî ji xwe re ne danîye. Kurd dibêjin: "Ez çiya tu çiya golik ma bê giya" Ango, hezar salan ez bi tîpên latînî binvîsim û tu bi tîpên erebî binvîsî, alfabêyek xweser qet ji bo zimanê kurdî çê nabe. Ger em li benda çêbûna dewletek kurdî bimînin, û rewş hosa be, dê neviyên me jî xewnan bi zimanê yekbûyi ve bînin. ..... |