La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rewdneim


Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 440
Traduction : ISBN : 91 830 0620 0
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Aqt. Rew. N° 3057Thème : Poésie

Rewdneim

Rewdneim

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Compte d’auteur

Muneqqed, muneqqa kelamê selîs
Nezim kim di silkê çu durrê nefîs

Binêrin li şi’ran heçî zaniye
çi terkîbekî serfê kurmancî ye

Ji kurmanciya xwe me anî nizam
Mu’ella Û şêrîn û efseh kelam


Naverok

Bendê Ewel der Mebhesê Besmele / 12
Bendê Sanî der Mebhesê Hemdê Xweda / 16
Bendê Salis der Tewhîdê Barî we îmanê Bi Wacîbat / 20
Bendê Rabi’ der Mebhesê Selat û Selam / 27
Bendê Xamis der Sebebê Nezmê Kîtab / 37
Bendê Sadis der Telebê îmdad Ez Saqî we Muxennî / 45
Bendê Sabi’ der Beyanê Eşkalê Fexrê Alemê / 58
Bendê Samin der Beyanê Xatemê Nubûwwet Ber Ketfê Resûlê Xweda / 81
Bendê Tasi’ der Beyanê Xîdab û Kuhl û Duhnê Resûlê Xweda / 86
Bendê ’Aşir der Beyanê Lîbasê Resûlê Xweda / 90
Bendê Hadî ’Eşer der Sîfetê Xuff û Ne’lê Resûlê Xweda / 94
Bendê Sanî ’Eşer der Sîfetê Enguşteriyê Resûlê Xweda / 97
Bendê Salis ’Eşer der Sîfetê Seyfê Resûlê Xweda / 102
Bendê Rabi’ ’Eşer der Sîfetê Nanê û We çîzê Kî Bi Nanê Mîxwured / 112
Bendê Xamis ’Eşer der Sîfetê Fîraş Kî Ber An Mîxwabit / 116

Bendê Sadis ’Eşer der Sîfetê Kelam û Suxenguftenê Resûlê Xweda / 119
Bendê Sabi’ ’Eşer der Sîfetê Xwabkerdenê Resûlê Kîbriya / 122
Bendê Samin ’Eşer der Sîfetê îbadetê Resûlê Xweda / 125
Bendê Tasi’ ’Eşer der Beyanê Exlaqê Resûlê Xweda / 129
Bendê ’lşrîn der Beyanê Heyaya Resûlê Xweda / 132
Bendê îhda we ’lşrîn di Beyanê Nesebê Resûlê Xweda / 134
Bendê Sanî we ’lşrîn der Îbtîdaa Mî’raca Resûlê Xweda / 141
Bendê Salis we ’lşrîn der Beyanê Eşyayê Kî der
Rahê Bedîd Kî Ez Alema Berzex Temsîlpêşê û Amed / 160
Bendê Rabi’ we ’lşrîn der Dixûlê Resûl bi Mescidê Eqsa / 174
Bendê Xamis we ’lşrîn der ’Ûrûcê Resûl Bi Asîman / 182
Bendê Sadis we ’lşrîn der Dîdenê Resûlî Bi ’lzraîlî Ra / 198
Bendê Sabi’ we ’lşrîn der Dîdenê Resûl Malikê Dûzex Ra / 206

Bendê Samin we ’lşrîn der Reftenê Resûl Bi Beytîl Me’mûra Asîman / 217
Bendê Tasi’ we ’lşrîn der Nişistenê Resûl Ber Şehperê Cibrîl
we Reften bi Bihiştê Berîn we Herçî Muşahede Kerd / 221
Bendê Ecnebî der Mersiyeyê Şehzadegan Hesen we Huseyn / 235
Bazgeşten Bi Qiseyê Pêşîn / 240
Bendê Selasûn der Reftenê Resûl be Sîdret-ul Munteha we Berter Ez An / 262
Bendê Hadî we Selasûn der Reftenê Resûl Bi Kursî / 282
Bendê Sanî we Selasûn der Reftenê Resûl Bi ’Erşê ’Ezîm / 285
Bendê Salis we Selasûn der Nişestenê Resûlê Xweda ber Refrefê Tîzrew we

Teşrîf Burden Bi Cayê Ke Cay Nebûd, Yanî Meqamê Lamekan / 306
Bendê Rabi’ we Selasûn der Xebergoftenê Resûl ba Mîdadan
Ez Mî’racê Şebane Bi Islam û Kufar Kî Museddîqan Tesdîqkerden / 364
Bendê Xamis we Selasûn Der Î’tîzar û Xatîmeê Kîtab / 396

Pesinbêjeya (Medhiye) Şêx Mihemed Can
Li Ser Rewdneîma Kekê Wî Şêx Evdirehman / 434


PÊŞGOTIN

Ev yek eşkera ye heta ku neteweyek zimanê xwe biparêze, herweha xwedîçand û torre û dîrok be, hebûna wî li dinê tê vehonandin û bi serfîrazî ew li jiyana xwe didomîne. Bêguman ev karê han jî bi zana, rewşenbîr û dûrbînên wî neteweyî tête meşandin. Belam heta ku li nav neteweyekî kesên wisa hebin û ew kes berpirsyariya xwe ya milî zanibin, ew netewe jî hebûna xwe diparêze. Lê çaxê ku nebin yan berpirsyariya xwe bi cih neynin, ew netewe bêgav dimîne û hin bi hin di navbera cîranên xwe yên. biyanî de dihele û dê demek bi ser ve bê, ku nav û nîşana wî neteweyî di gerîneka dîrokê de binixure û ji dinê wenda bibe.

Her çiqasî ev 65 sal in, ku Neteweyê Kurd xistine binê nigên çar dêwên bêserî yên hov û xwînxwir, û welatê wî kirine çar beş; herweha heyînên wî yên pîroz tev taromar kirine û ji hev rûçikandine, zimanê wî qedexe kirine û navên wargeh, cih û hemû kevnewarên kevin guhartine, lê dîsan jî Neteweyê Kurd bê rawestin serhildana bi çek û wekî din bi her awayî ber xwe daye û dide, li pêşberî dijminan timî bo azadiya xwe amade ye. Herweha rewşenbîr, zana û dûrbînên wî jî di warê nivîs û çapemeniyê de, ger bi hindikî be jî, li gorî destdana birî û çaretiya xwe berpirsyariya xwe bi cih anîne bi zimanê xwe gelek pirtûk, kovar, rojname û hwd nivîsîne, dinivîsin, diweşînin û deynê xwe yê netewî ji stuyên xwe derdixin. Ha yek ji wan rewşenbîran jî Şêx Evdirehmanê Axtepî ye, ku bi zimanê kurdî -zaravayê kurmancî- du pirtûk nivîsîne.

Şêx Evdirehmanê Axtepî di 1270 yê (1850) Zayinê de li Axtepe, şeva Êvara înê, roja 30 ê meha Rebî’ulewelê hatiye dinê. Lê ji dilovaniya wî re, du tarîxên cihê hene. Yek, li gorî beyana pêşgotina bi zimanê Erebî ya pirtûka wî Rewdunneîmê, ew di 16 ê Adara Romî 1326 an, 29 ê Adara mîladî 1910 an de çûye dilovanîya xwe. Lê belê li gorî beyana Kovara Xortên Şoreşger Ên Demoqrat (Devrimci Demokrat Gençlik Dergisi, jimar: 5-6, Heziran: 1978, rûpel:14), wî di pêncê Sibata 1905 an de li Diyarbekir wefat kiriye. Niha gora wî ya pîroz li Axtepe, li kêleka ya bavê wî dimîne. Şêx Evdirehman, kurê Şêx Hesê Nûranî ye û bi koka xwe ji Koxê ye. Ew gund, niha li navruwa Xerzan dimîne.

Lê sedemê koçkirina malbata wî ji wir û dema hatina Axtepeyê, ne kifş e.
Şêxê Axtepî despêka xwendina xwe, pêşî li cem bavê xwe di xwendegeha wî de li Axtepê kiriye. Piştre ew çûye Başûrê Kurdistanê û di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye û piştî dilovaniya bavê wî, ew şûnde vegeriyaye Axtepe, li şûna wî di Xwendegehê de ders daye feqiyan. Heta ku birayê wî Mihemed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û hatiye wir. Îcar Axtepî piştre dersdanê spartiye birayê xwe M. Can û wî xwe bi temamî daye ser nivîsandina pirtûkan.

Axtepî, di helbestên xwe de nasnavê xwe bi Rûhî aniye. Hin caran jî xwe bi Şemseddîn navdar kiriye. Ev nav jî, eynî weke Ebdurrehman navekî wî bixwe ye.
Niha agahdariya me bi çar pirtûkên Şêx Evdirehmanê Axtepî heye. Ji wan didu bi zimanê Kurdî ne û didu jî bi zimanê Erebî ne. Ji her çar pirtûkên wî, heta niha tenê "Rewdinne’în" û "Dîwan" çap bûne. Lê herduyên bi zimanê Erebî, neçapkirî mane. Pirtûkên wî ev in ku me li jêr nivîsîn:
Rewdneîm: Pirtûka herî mezin e, ku bi zaravayê kurmancî û bi helbestkî hatiye nivîsandin. Tev, rîwayetên kevnare ne. Piraniya helbestên wê, li ser jiyana Mihemed pêxember hatine ristin. Ew, bitaybetî rewşa çûn û hatina Mîracê bi awayekî vekirî eşkera dikin. Lê belê Axtepî tê de hin bûyerên dîrokî jî beyan kirine û mesela kurdî aniye zimên. Xasma wî di nava van helbestên xwe yên "Mesnewî" de pir caran qelema xwe kiriye mîna şûr û pê êrîş biriye ser dijminên Kurd û Kurdistanê.

Di pirtûkê de 35 beş hene, babeta her beşekê ji ya din cihê ye. Çewa ku Axtepî bixwe di paşiya pirtûkê de nivîsiye, tê de 4531 beyt hene. Tev, mînane kêş û nikla Mewlûda Melê Bateyî û malik hemû bi yazde kiteyan dikişin, her du rêz jî bi eynî tîp qafiye ne.
Şêxê Axtepî nivîsandina vê pirtûka xwe, di 1302 (1884) ê Zayinê de kuta kiriye. Û heta niha du caran li çapê ketiye:
Cara pêşî, di 1381 (1966) ê Romî de bi destên mele Ehmedê Qoxî li çapê ketiye. Lê bi derketinê re, dewleta Tirk dest daniye ser pirtûkê û nehiştiye ku li nava xelkê belav bibe. Ev çap, 240 rûpel e.

Cara din, di 12.03.1986 an de bi destên mele Zeynulabidîn Amedî li çapê ketiye. Herweha Amedî li serê şerheke bi zimanê Erebî jî nivîsiye û malikên wê mane kirine. Lê mixabin wî di şerha xwe de gelek bêjeyên kurmancî, bi Farisî daye nasandin! Çapa Amedî, 534 rûpel e. De lê belê herdu çap jî ne kifş in, ku li kîjan çapxanê û li kû hatine çapkirin.

Di 1986 an de, ji herdu çapên Rewdneîmê, her yekê nusxeyek bi alîkariya hin dostên dilovan gihane min. Û di 1988 an de jî, ez û heval E. Narozî, me bi hev re piraniya rûpelên wê ji tîpên Ererebî wergerande tîpên Latênî. Û me li hin deveran, hin têbinî jî nivîsîn. Xebata me; geh wî dixwend û min bi qelemê dinivîsî, yan geh min dixwend û wî dinivîsî. Herweha piştre jî, me nivîsa xwe berçav radikir. Lê mixabin ji ber tuneyî û nebûna îmkanan, pirtûk ewçax nehate çapkirin û bi wî awayî heta niha mabû. Ji ber wê alîkariya heval Narozî, ez spasiyên xwe bo wî pêşkêş dikim û bidilgermî dostanî û biratî divêm.

Ew nusxa Rewdneîmê ya ku Şêx Evdirehman bixwe nivîsiye, min ew di salên 1967-69 an de li cem neviyê wî Evdirehman dîtibû. Rûpelên wê ji sê cûre kaxez, yanî ji rengê kesk û sor û zer hatine amadekirine. Çaxê mirov ji dûr ve lê dinihêre, mîna rengê Alaya Kurdistanê tête xwuyakirin. Li hawîdorê nivîsa ser rûpelan, du çixêzên zirav û pir nêzî hev, di nêvî de seranser valahiyeke 5 c. û li herdu kêlekên wê valahiyê du çixêzên zirav seranser hene. Kaxezê rûpelan hemû mîna hevrîşim in û tev 302 rûpel e. Destnivîsa Axtepî, di rengê destnivîsa nivîsarên Farisî yên kevn de ye. Wî hemû sernavên pirtûkê, bi "Bend"ê navdar kirine. Yanî "Bendê Ewel, Bendê Sanî" û heta ku dawî lê aniye. Lê belê min li ser hemû bendan, "Beş" û jimara wê bendê reqem nivîsîne. Herweha ji bo nimûne, min rûpelê destnivîsa Axtepî yê paşiya Rewdneîmê jî li vir daye çapkirin. Reqema vî rûpelê destnivîs, 302 ye û yê herî paşî ye. Li kêleka rastê ya vî rûpelî, mora Axtepî jî tê xwiyakirin. Erda morê reş e û nivîsa lê, yanî nasnavê wî "Rûhî" sipî ye.

Dîwan: Bi "Dîwana Rûhî" tê nasîn. Çewa ku me li jor jî gotiye, "Rûhî" nasnavê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye, ku wî ew nav ji xwe re di helbestan de bi kar dianî. Axtepî, vê Dîwanê di 1293 (1876) yê Zayînê de nivîsiye. Pirtûk 28 beş e û tê de 471 malik hene. Hemû bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jimar in. Her beşek li ser jimareke kifş bi kiteyan dikişe û hin pêncok jî tê de hene.

Ev pirtûk cara pêşî di yazdê Gulana 1980 yî de bi destê mele Zeynulabidîn Amedî, herweha bi tîpên Erebî hatiye çapkirin. Piştre me jî (Ez û E. Narozî) ew di 1988 an de ji tîpên Erebî wer-gerande tîpên Latênî û bi "Dîwana Rûhî" navdar kir. Herweha di eyni salê de, weşanxaneya Jîna Nû di meha Êlûnê de li Ûppsalayê (Swêd) çap kiriye.

Kîtabû Keşfîz’zelam: Ev pirtûk xwerû bi zmanê Erebî ye; li ser fikrên baweriya cuda yên di ola îslamê de hatiye nivî-sandin û 35 rûpel e. Lê heta niha jî nehatiye çapkirin. Fotoqopiyê orijînala pirtûkê, yanî destnivîsa Şêx Evdirehman bixwe, di dest me de nusxeyek heye.
Kîtab-ûl Ebrîz: Şêx Evdirehman, vê jî bi zimanê Erebî nivîsîye. Axtepî li ser eyişandin û îsbata Quranê, ku pirtûkeke asîmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve ji Mihemed pêxember re hatiye hinartin nivîsiye. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha li çapê jî neketiye. Fotoqopiyê vê jî ya destnivîsa Axtepî, nusxeyek di dest me de heye.

Me nivîsandina Rewdneîmê bi tîpên Latênî, li ber du çapên cihê nivîsiye. Çewa ku me li pêş jî got yek Çapa Qoxê ye, ya din jî Çapa Amedî ye. Belam di mabeyna bêjeyên herduyan de hinek guhartin û cudatî têne dîtin. Ew jî, xasma di warê daçekan û tîpên dengane de guhartinine piçûk peyda dibin. Me hin ji wan li têbiniyê nivîsîne, ku kîjan çap çewa nivîsiye.
Bêguman balkêşiya herî mezin ku ji mirov re çêdibe ev e ku, Rewdneîma Şêx Evdirehmanê Axtepî di warê ziman, bêjeyên kevnare û di awayê bikaranîna daçekan de li gorî rewşa rêzkirina bêjeyan di hevokan de û li gorî bikaranîna zemanê wan di bilêvkirina birastî de, gencîneyeke herî dewlemend e ji zaravayê kurmancî re. Pirtûk di giranbihatiya xwe de, piştî "Mem û Zîri'a Ehmedê Xanî û "Dîwan’a Melayê Cizîrî li Kurdistanê rada sisiyan vedigire. Çimkî tê de gelek babet û rewşên cihê hene. Her çiqasî di nava xwendevanên nû de naveroka wê bi "olî" hatiye zanîn, lê ji ber sedemê heta niha ku ji wan re pêşber nebûbû, rind nehatiye naskirin. Îcar ez di vê baweriyê de me; ku ev pirtûk di warê çand û vêjeya kurdî de piştî Mem û Zînê li rada diduyan cih digire.

Helbestvanê nemir Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye:
…..
Ji van qesdê min nîne ’erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser

Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
"Nehin Kurdî sa’ir di misra’ekê"

Bizanin ku şa’ir ji Kurdan hene
Ji ’uşşaqê Turk û Ecem zêde ne

Binêrin li şi’ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye

Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu’ella û sênn û efseh kelam

Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab

Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çiku kes nehin bêje min "aferîn"

Axtepî li ser koledaran jî, di Dîwana xwe de weha gotiye:
Da çêbitin der dil tereb
Turk û Ecem, Rom û Ereb
Guh din bi qanûnê edeb
Ser ah û kovan û keser

Herweha Axtepî li hember şêxên kedxwir gelekî şer kiriye, ruyê wan yê reş bi helbestên xwe raxistiye holê û gotiye: Tenqet niha bûye yek damê seyd ku pê malê dunya bikin bend û qeyd Axtepî ji felekê pir gazin û lome kirine, herweha derd û kula kêmketina nivîsandina pirtûkên xwe bi zimanê kurdî jî weha aniye zimên:
Ne metbû ’ û şêrîn e lefz û eda
Çiku sirfî kurmancîye naseza

Herweha Axtepî li ser cefa û westandina xwe digel ya qelemê bi nivîsan re weha gotiye:
Min û xameyê pir emek dîtine
Gelek zewq û keyf û henek dîtine

Gelek caran jî Axtepî li ser vexwarina meyê û daketina meyxaneyê, herweha li ser evîna xwe ev gotine:
Were ey qelem ser siyaqa ewil
Tu jî saqiya bîne cama çu gul

Ku seccade û xerqe û sebheyê
Bikim rehnê bade di meyxaneyê

Axtepî li ser evînê di Dîwana xwe de jî weha gotiye :
Ji dil daxwazê yarê me
Qewî mexmûrê badê me
Murîdê saz û badê me
Bi îxlasê temennayê
…..

Bi qurban bim ji bona çeşmê şehla qametayekta
Di her wext û di hergavan di nîva sar û sermayê

Şêxê nemir bikaranîna nivîsandina hin bêjeyên pirane, li gorî devoka xwe ya Dîyarbekir nivîsîye. Lewra di paşiya gelek bêjeyên pirane de tîpa "n" nenivîsiye, ew bi "ê", "î" û "a"yê nivîsine. Çimkî ev awa, niha jî di kurmancî de tê bikaranîn. Axtepî paşdaçekên hin bêjeyan jî li gorî devokên cihê cihê bikaranîne. Çawa ku tê dîtin ew bi "de-da", "re-ra" û "ve-va" nivîsîne. Zayendeya hin bêjeyên Erebî û Farisî jî, li gorî bêjeyên di zaravayê kurmancî de nivîsîne. Ji bo temamkirina qafiye, di nav hin bêjeyan de hin tîpên zêde nivîsine. Wek bêjeya "dostî" ku bi "dositî" nivîsiye. Û hin caran ger di deverekê de çaxê bêjeyeke Farisî yan ya Erebî nivîsîbe, di eynî malikê de yan di ya li pey de kurmanciya wê jî nivîsiye, da ku ji xwendevanan re bête zanîn. Herweha gelek bêje û peyvik ji zaravayê soranî û hin ji yê dimilî jî girtine.

Di pirtûkê de gelek bêje û hevokên Erebî û yên Farisî têne xwiyakirin. Axtepî piraniya wan, li gorî xwendina wan zimanan nivîsiye. Lê belê ev yek eşkera ye, çaxê ku hin bêjeyên biyanî dikevine kurmancî, pêre pêre daçeka zayendeya kurmancî digirin. Îcar ji bo lêhaybûna xwendevanan me hin guhartin xist zayendeya hin bêjeyên wek "suhbet", "perwane", "lutf', "behr", "îlham", "meqsed", "dewr", "îhsan" û hin weha yên din, ku di kurmancî de zayendeya wan mê ye. Hin dengên ku di Alfeba Kurdî de nînin û di ya Erebî de hene, ine ew bi du tîpan nivîsîne. Herweha ew tîpên şidiyayî yên di Erebê de jî, bi du tîpan nivîsîne. Û hin tîpên kurmancî hene û ku qalind têne xwendin, piranî ew jî bi du tîpan hatine nivîsandin.

Ez gelekî dilxwş û şad im, ku Rewdneîma Şêx Evdirehmanê Axtepî ji mirina timî filitî û bi tîpên Latênî ji xwendevanên Kurd re pêşkêş bû. Herweha bi vê xebata me, ger hindik be jî dê hin tîrêjên ruhnî bidin ziman û çanda kurdî û pê dewlemendiya zimanê me yê qedexekirî zêdetir bibe. Rewdneîm li Pirtûkxana Kurdistanê pîroz be û giyana Şêx Evdirehmanê Axtepî şad be.

19 12 1990
Zeynelabidîn Zinar

Haza Kîtabû Rewdinne’îm
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
We Bîhî Neste’în

Beş 1

Bendê ewel
Der mebhesê besmele

Bi namê xudawendê herdu sera
’Efû û xefûr û kerîm û Xweda

Şehînşahê bê ’ezl û fewt û zewal
Ezel her hebûye ebed layezal

Ji ’erşan heta ferş û însan û cin
Xwedaya te anîn wucûdê bi "Kun"

Di gel mar û mûr û nebat û tuyûr
Ji lutfa ’emîm a te hatin zuhûr (1)

Hemî hûtê behran û murxê hewa
Hemî şah û sultan û pay û geda (2)


Şêx Evdirehmanê Axtepî

Rewdneim

Compte d’auteur

Compte d’auteur
Rewdneim
Şêx Evdirehmanê Axtepî

Stockholm 1991

Çapa Pêşî 1991
Navnîşana xwestinê:
Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Box 45 205
104 30 Stockholm – Sweden

©Zeynelabidîn
Rewdneîm 1991

ISBN 91 830 0620 0



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues