The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serborekên Çarşembên Tozê


Author : Hoşeng Biroka
Editor : Dugir Date & Place : 1999, Hasselby - Sweden
Preface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91 - 87266 - 52 – 0
Language : KurdishFormat : 130x210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Bro. Ser. N° 202Theme : Poetry

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Serborekên Çarşembên Tozê


Serborekên Çarşembên Tozê

Hoşeng Broka

Dugir

Di govenda serbitackirina peyvên dirinde û bejî de, eger ziman li dîroka xwe mikur bêt û li kavilên giyanê xwe vegere, dê pêrgî govendgerên bêwestan û cegerdar ên derbirîna şahiyên ji êgir bibe.
Di xelwetgiriya peyvê de û di pêjnên kevirane yên sermestiya helbestê de, hest zingezinga xwe vedixwin û xewn jî dastanên xwe ji rivînê diafirînin.
Lê di dawiya her govendê de, hechecîkek an jî pinpinîkek dimire, toza serboran di çolistana hişê me de tîrtir dibe û peyv, wek zixteke bêagah, bi bahaneya spehîkirina xewnê, dihingive jena dilê me.
Carşembên tozê jî da ku bêhûdeyiya govendên aliyan bixemilînin, ber bi destên xatirxwestinê ve diherikin û sîberên dijwar ên peyvê li ser dijwariya lîlandinên bêrîkirina bêrîvanan, radiperînin.

Ehmedê Huseynî

Hoşeng Broka, di sala 1969 an de li gundê Tilxatûnkê ji dayik bû. Di sala 1994 an de ji zanîngeha Şamê diploma sosyologiyê wergirt. Ji dawiya sala 1994 an û vir de li Elmanyayê dijî. Berhemên wî:
- Bawişkandinin ji kopên minareyin razayî (Helbest 1995).
- Lêkolînin di mîtolojiya êzîdîtiyê de (bi zimanê erebî).



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals