Leyl û Mecnûn
Şêx Mihemed Can
Pencînar
Hin rastî hene nayêtin înkarkirin, hin şaşî hene nayêtin rast-kirin û hin gotin jî hene ku nayêtin jibîrkirin. Erê ev jî rast e ku mal bi xwedî be ava ye û sifra xwarinê ger bi destên kebaniyan be şên e. Ha wisan e zimanê kurdî jî bi lawên fedakar ên dilovan her ku diçe roj ji rojê zêdetir şênîtiya xwe radixêle pêşberî mirovatiyê û jê şax û perên nûjen diafirin; ji taristana gemar derdikeve û dibe wek gulîstana îremê. Belam çi dema ku asîman dibe sayî û ewrên reş û tarî difirrikin bêbextiya xwe ji kurdan re kêm dikin, pêre pêre ziman û folklora kurdî jî geş dibin û ji qalikên qeşemgirtî derdikevin germiyanê, şax û tirhên kevnare yên ku ev 67 sal in hatibûne kurisandin jî katine nûjen didin, bejna xwe dirêj dikin û dixwazin ku xwe bigehînin wê sawiya ku sezayên devera lê ne. ..... |