The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sîlvan - Silîvan - Farqîn


Author : Rojen Barnas Multimedia
Editor : Nûbihar Date & Place : 2013, İstanbul
Preface : Pages : 288
Traduction : ISBN : 978-605-5402-88-4
Language : KurdishFormat : 165x240 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Bar. Far. (2) N° 3521Theme : General

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Sîlvan - Silîvan - Farqîn


Farqîn: Silvan / Silîvan

Rojen Barnas

Nûbihar

Berbidestê sibê em gihîştin “Miyafarqîn”, Tîgranokertaya ku zemanek paytexta qiralên biqudret ên Ermenistanê bû. Sûr û bircên wê bi awayek pak li piya mane, bircên bedew ên di kela hundir de bêguman nîşan didin ku cihên rûniştina dûajoyên Ardeşîr bûne. Bajar li qûntara herî jêra çiyê hatiye avakirin, ji vê qûntarê çemek bi aveke gurr derdikeve, bi çiv û fetlanekên delal di deştê de derbas dibe û ber bi Dîcleyê ve diherike, lêbelê di nav bajêr de bi tenê kavil û şopên tezeyên cenga wêranker a bi zehmetiyên mezin ên ji bona serî li Kurdan bitewînin ku di demek nêzîk de çêbûye, têne dîtin. Ev dagirkerî -ne bi tenê kesên destbiçek-lê bûbû sedemê kuştina bi hezaran belengaz, jin û zarûkan; bi hezaran gund wêran û berhemên keda bi salên dûrûdirêj tune kiribû. Eger birêvebiriyek qenctir şûna serbixwebûna Kurdan negire ewê serweriya vê carê jî mîna yên gelek carên berê derbasokî be ku heta meriv bi fikirandina wê jî diêşe.

Rojen Barnas / Mehmet Gemici, li Farqînê, di çiriya paşîn a 1944an de bûye. Xwendegehên destpêkî û navîn li Farqînê, Lîse û Enstîtuya hînkariyê, li Diyarbekirê xwendiye. Di 1966 de wek hînkarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên navîn û lîseya Silîvan xebitiye. Ji ber xebat û tevgerên xwe yên welatparêzî, şoreşgerî û sendîkayî (TÖS) bi doza D.D.K.O.ya Silîvan di 5.5.1971 de ji aliyê îdara leşkerî ve hatiye girtin, pê re hatiye mehkeme kirin û jê du sal ceza xwariye. Li ser vê, agahiya fereh di vê pirtûkê de heye.
Di payiza paşîn a 1979an de beşdarî xebata beşê kurmancî yê kovara Tîrêjê bûye. Di Tîrêjê de bi nasnavên cihê şi'r, çîrok, çîrokên mîzahî, bend û nivîsên li ser folklorê nivîsiye. Piştî bûyera 12ê êlûna 1980an ku xebata Tîrêjê rawestiyaye, ew jî mecbûr maye cîhela bibe û here Swêdê. Di 19/20ê tîrmeha 1982an de çûye Swêdê û hê jî li Swêdê dimîne. Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
1. Li Bandeva Spêde (şi'r), Tîrêj, (bê tarîx), îzmir. (1979).
2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (şi'r), InvandrarförLaget, 1983, Boras.
3. MiLkê Evînê (şi'r), Nûdem, 1995, StockhoLm.
4. Hingê (çîrok), Nûdem, 1997, Stockholm.
5. Bi Kurmanciya Gewr (bend û gotar), Enstîtuya kurdî ya Parîsê, 2005, Parîs



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals