Dewrêşê Evdî
Eyûp Kiran
Mîr
Kulîlk bi Dewrêş û Edûlê re şa dibû, te digot belkî Dewrêş û Edûl mêvanên wê bûn, ew jî mahzûvan. Edûlê ew rê Dewrêş dabû. Kulilka bijbizêk, rûyê wê bi Dewrêş û Edûlê de bû, çilkên baranê li ser pelên wê rind xuya dikirin. Ser wan sayî bu, roj ji derve bû, li hêla bakur ser Kurra Manga re keskesor li darketi bû, rê hev dan. Edûlê ji Dewrêş re got, çaxa meriv vê keskesorê dibîne çi miradan bixwaze, Xwedê dide mirov. Dewrêş dengê xwe nekir. Dewrêş di zikê xwe de got: “Ez çi bixwazim. Ez te dixwazim, wekî din tu tiştekî naxwazim.”
|