Tarıxa Dewleta Kurdan
Mihemed layê Brahîm layê Mihemed
Weşanxaneya Azad
Wek ku dîrokzanekî gotiye; ji bo xelkekî felaketa herî mezin, nivîsandina dîroka wî ya bi destê dujmin e. Ev tespît pir watedar e û rastûrê Kurda eleqe- dar dike. Loma di gel hemû zehmetiyan dema Kurd bixwe dest bavêjin dîro- ka xwe û binivîsin, ev bi serê xwe pir girîng e. Nasnameya Kurdan ku yek ji xelkê herî qedîm yê Kurdistan û Mezopotamyayê ye, bi destê rejîma Kemalîst ya şopdarê Ittîhat û Teraqqîyê ji destpêka Cumhûriyetê ve bi fermiyet hat qedexekirin û li ser bingeha “neqebûlkirin û tunehesibandin”a Kurdan “dîrokek fermî ya Tirkan” hat avakirin. M. Kemal, li Izmîrê di Kongreya Iktîsadê ya sala ... |