Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Zanistên Civakî


Nivîskar : Abdullah Kıran
Weşan : Nûbihar Tarîx & Cîh : 2014, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 392
Wergêr : ISBN : 978-605-5053-20-8
Ziman : Îngilîzî, Kurdî, TirkîEbad : 135x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Ang. Kir. Fer. N° 4592Mijar : Zimannasî

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Ferhenga Zanistên Civakî


Ferhenga Zanistên Civakî

Abdullah Kıran

Nûbihar

Hin peyv û têgeh hene ku teşeyekî gerdûnî standine û ne pêwîst e ku di şûna wan de gotinên nû bên çêkirin. Çêtir e ku em peyv û têgehên weha di zimanê xwe de jî biparêzin. Çunkî di gelek zimanên dinyayê de jî yek in. Belê hin peyv û têgeh hene ku li bejn û bala zimanê Kurdî nayên. Zirr û bêpîr in, wek şûjin an diriyê ku çewal çirandine û derketine der xuya dikin. Bi kirasê Kurdî re naçin ser hev, bi sewt, awaz û ahenga Kurdî re li hev nakin, li bejn û bala Kurdiya şêrîn û narin nayên. Hê ji dûrî ve xwe kifş dikin. Loma divê ji bo peyv û gotinên weha, ji axa Kurdî, ji baxçê gülistana Kurdî, bi gotineke din, ji qumaşê Kurdî peyv û têgehên nû werin birrîn an danîn. Peyv û têgehên ku xweş li bedena Kurdî rûdinên û pê dikevin. Peyv û têgihên ku Kurd xerîbiya wan nakişînin; dizanin ku ji axa Kurdî, ji milkê Kurdî fûriyane. Hilm, bîhn û tîna Kurdî ji wan tê.

Doç. Dr. Abdullah Kıran, di sala 1965an de li Diyabekirê, li gundê Duderya yê bajarokê
Pasûrê hat dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Farqînê (1973-81), lise (1981-84) li Licê xwend. Di salên 1986 û 2000an de, li Zanîngeha Stenbolê Felsefe, Zimannasî û Têkiliyên Navneteweyî xwend û bi teza xwe ya bi navê “Li Rojhilata Navîn Av” doktoraya xwe temam kir. Li Unîversîteya Beykentê, Unîversîteya Amerika ya Qibrisê, Unîversîteya Bîlgiyê ders dane. Li Amerika, li Unîversîteya Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolîn kiriye. Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi Kurdî kitêb, gotar û wergerên wî çab bûne. Ji sala 2010an vir de, li Unîversîteya Alpraslanê ya Mûşê, di beşên Kurdî û Siyasetnasiyê de dersê dide. Zimanên Kurdî, Tirkî, Farisî û îngilîzî dizane.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar