Hêsirên xwînê
Ahmedê Hepo
Weşenîka ”Genclîkê”
Xwendevanên Bîrêz ! Ev pirtûka destê weda beş-beşe. Deste kulîlke. Rûpêlên wê serpêhatîyên, ku salên cuda-cudada hatine nivîsarê, çend efrandinên nivîskarên Azerbaycanê, bîranînên salan û gotûbêjên derheqa derd-kulan dixemilînin. Gişk bi tevayî kedeke efrandarîya giranin. Hemû berhemên karpêk-berevokêda, ku hatine weşandinê, şedetîya wê yekê didin, wekî nivîskarê kurd, Endamê Yektîya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo di alîyê wêjezanîyêda xwedanê warekî fireye. Pirtûk jî mîna mirovê ser rîya oxira dûre. Bila oxira pirtûkê bibe oxira xêrê! |