Cewahirên Kurdî: Xelîlê Çaçan
Têmûrê Xelîl
Lîs
Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan -wî peyayê payebilind- xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va winda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe. De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike. Heval û dilxwazê we, Cegerxwîn
|