DÊ Û DÊMARÎ
Romana Egîdê Xudo ya delal "Dê û Dêmarî" berî ku baş di nava Kurdên Yekîtiya Sovyetê de belav bibe, Yekîtlya Sovyetê ji hev de ket.
Lê ya rastî, gava min ev romana biçûk xwend, ez gelekî pê kêfxweş bûm.
Qet şika min tuneye ku hûn ê jî ji vê romanê hez bikin.
Piştî van bûyerên dawî ku li Rûsyayê bûn, me nizanibû Egîd li ku ye. Lê birayê wî yê delal Prof. Şakirê Xudo Îsal xeberên xweş ji wî gihandin me. Firat Cewerî jî tevlî xeberdana me bû û xwest vê romanê bigihîne xwendevanên kurd.
Spas ji bo hemûyan.
Nacî Kutlay
DÊ Û DÊMARÎ
Egîdê Xudo
Roman
Ji tîpên kirîlîkî: Nacî Kutlay
Weşanên Nûdem : 7
Dê û Dêmarî
Çapa Yekem: Êrêvan 1986
Çapa duwem: Stockholm 1995
© Weşanên Nûdem
Pergala berg û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Matisse
ISBN: 91-88592-057
Navnîşan:
Tennov. 52. 2 tr.
177 75 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-58356468
Egîdê Xodo di sala 1927an de li gundê Elegezê hatiye dunyayê. Wî dibistana pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê înstîtuya Pedagojiyê kuta kiriye. Piştî xwendina pedagojiyê, li gundê xwe dest bi mamostetıyê kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê dibistana gund.