Yekbin
Gundî
Compte d’auteur
Di vê pêşgotinê da ez naxazim li ser helbestan bisekinim, ev karê rexnevana ye, lê ez dixazim çend gotinan li ser çarçoyên helbest-an yên dîrokî bêjim û bîrûbaweriya xwe bi kurtî li ser rola huner û wêje bi tevayî û li ser rola helbestvan, nivîskar û hunermendên kurd bi taybetî dîyarkim. Ez çend gotinan derbarê zimanê kurdî jî pêwîst dibînim. Piştî 6-7 sal dûrbûn ji welat min dest bi nivîsandina van helbestan kirîye û çawa ez rewşa xwe ya taybetî (şexsî) bi doza netewî va girêdayî dibînim, wisa jî hevgirêdana doza netewî û ya navnetewî jî dibînim. Bi helbestan da min gelek caran gotîye dayîk û her carê jî dayîka min hatîye pêş çavên min. Her carê navên welatan jî hatine, Kurdistan bûye perda birînan di rûyê min da. Min tu caran jî bawernekirîye, ko azadîya gelê me ji azadîya gelên Rojhilata Navîn û ji azadîya hemû gelên cîhanê bêye birîn. ....
|