Gunehên Xweşik
Vînos Fayiq
Avesta
Nizanim te çawa ji min hez kir? ku te dizanî hemû rojê dest û pencên reşeba min dinivîsin Lêvên ewir min bo erdê dixwîne
Vînos Fayiq, li şarê Silêmanî ji dayik bûye. Di sala 1996an de ji Kurdistanê derçûye û niha li Holanda niştecî ye. Ji 13 salî de dest bi nivîsîna şi'rê kiriye. Xwendina xwe ya seretayî bi zimanê erebî û fransî li Cezayir bi dawî kiriye. Lîse jî bi zimanê kurdî û erebî li Silêmanî xwendiye. Xwendina xwe ya bilind li Bexdayê bi dawî aniye. Xwediya Xelata Anqaya Zêrînî ya Navnetewî bo Afirandina Wêjeyî ye. Di gel grûbek ji şa'irên Iraqî, beşdarî di çapkirina du berhevokên şi'ran bi zimanê erebî û holandî kiriye. Cîgira serokê Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî li şarê Denhag-Lahey li Holanda ye. Endama desteya rêvebir a gelek rojname û kovaran e. Şi‘rên wê bi navê “Gunehên Xweşih" (2000) çap bûne. Naverok
Gunehên xweşik / 11 Welatname / 20 Helbest / 26 Derew / 29 Sîber / 32 Serê niştiman dêşe / 34, 27-9, 39 Konek bo biyanîbûna min Konek bo tenhabûna min / 44 Rêwttî / 48 Bazinên tarîtiyê / 51 Ax... ez ji vir hez dikim / 56 Tiriyên ruhê min / 58
PÊWÎST E BÊ GOTIN
Helbest min mişt dike ji guneh û min paqij dike û min ji benderên tirsê derbas dike û bazinên tarîtiyê bo min ronak dike. Nimêja min helhest e û bi helbestê dişewitim û her bi wê jî şîn dibim...
Eger hevjînê min wê roja min markir, ji min bipirsiya, heza te li çi ye li ser bê markirin? Min ê jê re bigota: Dêrek helbest. Helbest dibe sîber ji bo birînên min, di wextekî de ku kêr dixwazin min zêdetir birîndar bikin, derewê di gel min de nakin, hal nabin û cû di hewara min de tên, hemû salekê bo salvegera ji dayikbûna min, bi yek dêrc bejî min bi janê dixe... kon in bo bivanîbûna min, kon in bo tenhabûna min. Di gel wan rêwîtî dikim û min li şûn xwe nahêlin û di gel wan vedigerim... di gel min bo bîrhatinên Enfal û Helebçe digrin, û bi van kurd im û bi wana jin im û bi wana mirov im...
Tenha û tenha bo helbestê dikarim raza dilê xwe beyan bikim. Ew razên pêşkêşî helbestê dikim xwedî rengekî din in, rengê wan ji rengê gunehê helbestê ye. Ev berhevoka dengekî piçûk e, hewldaneke bo himêzkirina xewnan. Hewldaneke bo gunehkirinê, lê belê gunehên xweşih û pak bûn ji ew gunehên ku me bi dizî ji helbestê kiriye.
Vînos Fayiq
Gunehên xweşik
Ax... ji efsûna wan çavên te her wek serxweş te ez di pêka maçekê de niqum kirim guhê min li dengina dengê te bû ji fezaya qirka te dihat û hemû xanên laşê min hişyar dikir te ez ter kirim, serxweş bûm ku te ji min re got: "Ez te xweş divêm."
Ax... ji wê roja te min li cî hişt zeman jî min li cî hişt şûn di jêr piyê min de winda bû di sîbera şeveke xweyî tenhayî de rûniştim min dîroka gunehên xwe yî xweşik ji birîqa çavên stêrkan re dixwend terîşên tawanên min î rengînî bi hev girêdida
.....
Vînos Fayiq
Gunehên Xweşik
avesta
Weşanên avesta avesta | Şahmaran :215 | 6 Gunehên Xweşik (Şi'rên Bijarte) Vînos Fayiq Ji Soranî bo Kurmancî Dilşa Yusuf
Edîtor: Rûken Bağdu Keskin Berg: Genco Demirer Rastkirin û Mîzanpaj: Avesta Çapa Yekem: 2007, Stenbol Çap: Bariş Matbaacilik
© Avesta, 2006 Ji xeynî danasînê bêyi destûra weşanxanê bi tu awayi nayê kopîkirin
Avesta Basın Yayın Reklam Tanıtım Mûzik Dagıtım Ltd. Şti. Hûseyin Aga Mahallesi Sakiz Agaci Caddesi Ögut Sokak No: 17 Beyoğlu / İstanbul Tel-Faks: (0212) 251 44 80 (0212) 243 89 75
Ekinciler Caddesi Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2 Ofis/ Diyarbakır Tel-Faks: (0412) 223 58 99
ISBN: 9944-382-12-4
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|