Kadîna Mişkan
Zeynelabidîn Zinar
.....
Welatê bi navûdeng pir fireh, gelekî mezin û bi deşt û çiyayên xwe ve xemilî bû. Deştên wî yên avî her cûre fêkî, zebze û meywe diafirandin. Çiyayên mezin î pahn digel newal û geliyên tije dar û bi daristan xwe ji bihiştê zêdetir bihadar dikirin, yek li dû yekî xwe rapêçî hev kiribûn û li hawîdorê welatê xwe seredor dibûn. Welêt tixûbê xwe yê Rojhilatê gihandibû ta bi Çîn û Maçînê. Tixûbê Rojavayê, digiha nêzî Tengava Tengavstanê. Yê Bakûr, gihandibû çiyarêza Çiyayên Qafqasê. Ji Başûr ve jî tixûb digihande ta bi Mala Xwedê û piraniya Berrîstana sîlekan xistibû nava cergên xwe.
....
Ji Konfuçyus pirsîne :
- Eger tu ji bo îdarekirina welêt bihatinayî vexwendin, karê ku pêşî te yê bikira çi bû ?
- Bêguman bi destpêka îş re min ê ziman di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger ziman bi kêmasî be, peyvin fikirandineke rind diyar nakin. Fikirandin jî ku rind diyar nebin, pêwîstiyên ku bêne kirin rast çênabin. Berpirsyarî ku rast neyêne kirin, çand û tore xirab dibin. Tore û çand jî ku xirab bibin, berambertî (edalet) dikeve riyeke şaş. Berambertî jî ku ji rê derbikeve, xelkê ku dikeve heyretê nizane çi bike û nizane wê bigîje kur. Ha ji ber vê yekê ye ku tiştekî mîna zimên bîrjîyan û girîng tune.