Kadîna Mişkan Zeynelabidîn Zinar
..... Welatê bi navûdeng pir fireh, gelekî mezin û bi deşt û çiyayên xwe ve xemilî bû. Deştên wî yên avî her cûre fêkî, zebze û meywe diafirandin. Çiyayên mezin î pahn digel newal û geliyên tije dar û bi daristan xwe ji bihiştê zêdetir bihadar dikirin, yek li dû yekî xwe rapêçî hev kiribûn û li hawîdorê welatê xwe seredor dibûn. Welêt tixûbê xwe yê Rojhilatê gihandibû ta bi Çîn û Maçînê. Tixûbê Rojavayê, digiha nêzî Tengava Tengavstanê. Yê Bakûr, gihandibû çiyarêza Çiyayên Qafqasê. Ji Başûr ve jî tixûb digihande ta bi Mala Xwedê û piraniya Berrîstana sîlekan xistibû nava cergên xwe. .... |