La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çikûs


Auteur : Molière
Éditeur : Aram Date & Lieu : 2003, Stenbol
Préface : Pages : 140
Traduction : Yakup KarademirISBN : 975-8242-60-1
Langue : KurdeFormat : 135x203 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 6070Thème : Littérature

Çikûs

Çikûs

Selefxwer Harpagon çikûsekî ewende, çavê wî ji male dinyayê ter nabe û kirêt e ku perên xwe ji xwe û zarokên xwe jî vedişêre, dixe bin erdê; tevî temenê xwe yê şêst salî û keftariya xwe dixwaze dildara lawê xwe ji xwe re bîne, ji lawê xwe re jî jinebiyekê bîne û keça xwe ya ciwan jî bide kalekî dewlemend. Di mesela zewacê de jî, ji ber çavçikûsiya xwe, dike mala xwe û ya zarokên xwe jî bi destê xwe xera bike, lê jê re li hev tê û bi saya comerdiya xizmên xwe ji vê rewşa trajîkomik bi hêsanî rizgar dibe.

Kesayetiyên mezin ên Molière yên wekî; M. Jourdain, Argan, Alceste, Tartuffe û yên mayî hemî jî tevî zeafên xwe hin aliyên wan ên mirovî hene, hinekî dilê mirov bi wan dişewite û ev yek jî rê nade ku mirov bi xwe bigire bi lewçetî û qeşmeriyên wan bikene.

Harpagon kesayetiyeke wiha ye ku ji van kesayetiyên navborî hemiyan cihê ye. Ew ji hemî hîsên mirovî; yên bavîtiyê, dostaniyê, xirabî û qenciyê, mêrxasî û tirsonekiyê bêpar e. Ew bi tenê mirovekî çikûs û nekes e. Çi bikin jê, çi bê serê wî ew disa çikûs, pintî, dilkevir û selefxwer e. Mezinahî, giranî ji bo wî bêmane ye. Ew sermest û serwendayê çikûsiyê ye.

Gava kenê mirov tîne, kesek nikare rê li ber bigire û bide rawestandin. Lê ev yek ne li ser guhekî Harpagon e, ew qet li xwe jî ho venade. Wekî me got, heşê wî fikra wî her li ser çikûsiyê ye.

Aktor

Harpagon, bavê Cléante û Élise û evîndarê Mariane.
Cléante, lawê Harpagon, evîndarê Mariane.
Élise, keça Harpagon, evîndara Valère.
Valère, lawê Anselme, evîndarê Élise.
Mariane, evîndara Cléante, ku Harpagon jê hez dike.
Anselme, bavê Valère û Mariane.
Frosine, jina bidek û rîp, dolabgêr.
Hoste Simon, simsar.
Hoste Jacques, xwarinpêj û ajokerê Harpagon.
La Fléche, xulamê Cléante.
Qewraşa Claude, qewraşa Harpagon.
Brindavoine, xulamê Harpagon.
La Merluche, xulamê Harpagon.
Komiser û Katibê wî.
Bûyer li Parisê derbas dibe

Molière

Aram şano
Berhemên Giştî Yên Molière: II
Çikûs (L'Avare)

Wergera ji Fransî: Yakup Karademir

Weşanên Aram 60
© Weşanên Aram
Weşanên Aram: Kewçêr 2003

Amadekirina ji bo çapê:
Ömer F. Kurhan - Yakup Karademir
Bergsazî: Rauf Kösemen

Çapkirin û Cild: Berdan Matbaacılık

ISBN: 975-8242-60-1

Weşanên Aram
Evliya Çelebi mah. Aybastı s. no:19/5
Beyoğlu İstanbul
Tel: 0212 292 89 40
Fax: 0212 292 89 41

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues