Tartuffe, sofiyê sextekar Sofiyekî sextekar ku malxwê malê ji dilê xwe yê saf pê bawer dibe û dixwaze pê re alîkariyê bike dikeve nav malbata Orgon; heta ku diz û xwediyê malê bi hev dihesin sofiyê min û te dixwe, vedixwe û bi rûyekî rûşûştî bela xwe di kevaniya malê dide.
Molière ku vê yekê dike mijara piyesa xwe, ji bo ku wê bi derdorên serâyê û dêrê bide qebûlkirin heta sala 1669-an tê dikoşe, ji ber ku gava cara pêşîn li Versaillesê tê nîşandan, piyes ji alî eynî derdoran ve weke piyeseke xeter tê dîtin û demeke dirêj tê qedexekirin. Ger Molière bitenê durûtiyên sofîtiyê jî teswîr bikira, gelo dê dîsa şik û şibhe nehata ser sofîtiya rasteqîn ?
Jixwe fêda û qezenca vê piyesê ewende mezin e ku; durûtiya nava mirov a ku li gor demê reng diguhere û bi awayekî din xwe nîşan dide jî derdixe meydanê. Lê Tartuffe her wiha jî komediyeke xwiy û kesayetiyê ye, ku pêkeniya qebe hêdî hêdî ber bi diramê ve dibe û pê re pirr xweş harmonise dibe. Molière li vir bi hostayî û hunerê xwe yê ku mirov heyran û hişmetkar dihêle nişan dide û binera ku saf saf bi heyecaneke pirr xweş dikene, jidil kêfxweş bûye ber bi fikr, hizir û ramanên pirr ciddî, yan kûr û dûr ve dibe. |