
Şevek bi Şeytên re
Nahîd Huseynî
Avesta
De bila ji Şeytan dest pê bikim belko Şeytan elîfbaya vê toba min be secde dikim li pêş agirê semaya xwe û Şeytan. Sarbûnek e dev bi volkan e û volkanek e dev bi qeşa ye secde dikim bo kufriyê demsala pakbûnê ji pakiyê.. Gotina tobe ji nava rûpelan hildiweşe
Nahid Huseynî - Di sala 1967an de li gundê Dozexdera ser bi şarê Seqiz li Rojhilatê Kurdisianê ji dayik buye. Xwendina xwe ya seretayî û lîse li Seqiz bi dawi aniye. Hê 18 salî dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Çend kurteçiro nivîsiye û weşandiye. Bi navê “Beqê Nav Avê" şanoyeke zarokan li şarê Sine pêşkêş kiriye. Dcmekê mamostatiya zimanê kurdî kiriye. Di desteya birêvebiriya rojnameya Aso de cih girtiye (li Rojhilatê Kurdistanê tê weşandin). Endama damezrêner e di Peymangeha Çandî ya Rojhilata Navîn li Sine. 5 salan di TV Sine de di beşê dublaj de kar kiriye. Bernameyên çandî di radyoya Sine de pêşkêş kiriye. Vêga li şarê Silêmanî dijî. Birêvebira beşê dublajê ya PUK TV û sernûser û berpirsa beşê zimanê farisî ye di rojnameya Çavdêr de. |