Sirmehşer
Feqe Reşîdê Hekarî
Dengê Yekîtiyê
Yek ji helbestvan û nivîskarên Kurd, ê ku navê wî jî mîna navê gelek nivîskar û şairên din di gerîneka dîrokê de temartî û veşarî maye û heta bi niha jî rind diyar nebûye, Feqe Reşîdê Hekarî ye. Mixabin em pir lê gerîyan, lê me tarîxa dayikçêbûn û dilovaniya wî bi dest nexistin. Tenê ev diyar e ku wî xwe bi bernavkê "Feqî"tîyê navdar kiriye û ji xwe re gotiye "Feqiyê Sanî". Îcar ji wê peyva F. Reşîd tê zanîn, ku wî xwe ji Feqiyê Teyran re şairê duwemîn hesibandiye. Çimkî ew tişt berê di nav kesên wisan de, taybetî ji kesên menşûr û navdar re xwiyekî tevayî bûye. Heta ku Melayê Cizîrî jî xwe ji Şêxê Sin’anî re duwemîn şêx hesibandiye û gotiye "Di işqê Şêxê Sanî me".
Belam F. Reşîd di beşa dawî ya vê ... |