La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tavên Stêrîn


Éditeur : Han Date & Lieu : 2010, Berlin
Préface : Pages : 118
Traduction : ISBN : 978-94040997-00-5
Langue : KurdeFormat : 135x1950 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. . Kar. Tav. N° 5411Thème : Poésie

Tavên Stêrîn


Tavên Stêrîn

Abdullah Karabax

Han

Tu gulşen ne li ber me bûn, em rabûn bi sebrên yûsifî
Li lêvên me sewda dibin gul, gul dibe Şêrîn û Ferhed
Bi hors û kulingan çiya qul nabin, bi gulanîna dibin!

Tu rêber ne li pêş me bûn, em meşiyan bi kelên cizîrî
Li efsaneya me sewda dibin gul, gul dibe Zîn û Mem
Bi devan sewda têr nabin, bi dîtina, wan çavan dibin!

Tu xetere ne li ber me bûn, em ziviriyane berçelanê
Û li wir sewda dibin gul, gul dibe Binevş û Cembelî
Bi tasên kaniyan evîn nabin, bi soza herduyan dibin!

Tu xan ne li ber me bûn, em dagêrîn bi malên koçerî
Li konê me sewda dibin gul, gul dibe Edûl û Dewrêş
Bi şerên eşîran sewda nabin, bi dilhesretkêşan dibin!

Tu çare ne li ber me bûn, me milên xwe dane sîpanê
Wey lê lê! Sewda dibin gul, gul dibe Xec û Siyabend
Bi nêçîran sewda nayê parastin, bi hiş û aqilan dibin!

Abdullah Karabax, 1955, Ereban – Dîlok - Bakur. Dibistana Mamostetî ya Dûzîçî - Edenê, 1968-1975. Mamostett, 1975-1979. Enstttuya Bilind a Dîlokê, 1979, dewam nekir. Gelek caran hat bin çavkirin û bi salan di girttgehan de ma. Roj xwarin. Di sala 1990 de ji welêt derket û niha li Swîsrê dijî. Helbestvan e. Bi semavên "A. Karabag/ A. Karabag/ A. Karabax/Abdullah Karabax" jî nivîsand û dinivîsîne.


I.

Stêrka bêheval, roj e, dilpêketiya rojbûna xwe ye?

Roj tê, koz dikeve hewa, av, axê; tavê dide jiyanê
Eşq in dîjle û ferat, erd û ezman, pevre diherikin.

Ruhber an ne ruhber, her tişt, bi xwe li ser xwe ne.
Mirov, ne wek ên niha bûn di demên bênivîskî de,
Bi xweserî pêk hatine û ne bihuştî ne, ne dojehî ne
Em jî wanî ne, ji çi ne û ji kê ne, divê bên veristin!

Em, ji tavên bi xeml ên dewlemendiyên cîhanî ne
Ku bi dilêş in! Dil, bi dil in, şanogerên gerînde ne
Û ji wek mirovan mirovtir; li deman, bi demtir in!
Û çemek, ji çeman, em dê vebêjin bi çemên stêrîn,
Stêrk, mînanî kuliyên berfê dihelin, şên dikin erdê
Herikînên me, pêde çem in ku bêyî avan jî çem in!
Stêrk mecazî ne, xeml û xeyal in ji dîmenên me re
Û stêrîn, ji wan hatine afirandin, bi perên me ve ne
Birisîn û mirisîn, gelek bi bal in li herikînên çeman
Em heliyan bi ristinên tîroj û tavan, bi lehiyê ketin!

Av ne di kab û tasan de, di çemên xwe de dibin çem
Û tavên stêrîn jî li gorî şûn û hêzên xwe, bi pêl dibin
Ew herikînên wan, ne mîna yên av, çem û behran in!
Daxwaz in ku ezman, reşbînî û bi mij û dûman nebin
Û çol û çolistan, çiya û gelî, zozan û rast, ger û guhar
Bendav, gol û derya, hemû der û ber, jê re karîgeh in.

Ji heyînên asîmanî girtin, danîn; bûn ên axî û candar
Ji roj, heyv û stêran re gotin: em in ên dîjle û feradî!
.....

 


Abdullah Karabax

Tavên Stêrîn

Han

Weşanên Han
Han – helbest / çem
Tavên Stêrîn 
Abdullah Karabax

Berlin-Mijdar-2010
Weşanên Han: 47
Helbest: 19
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han

Çap û Girêdan:
Han-Grafik Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 6212157 Beriîn
Tel.: + 49 (0) 3047987052
Fax: + 49 (0) 3047987054
www.evra-kitap.com
han-grafik@hotmail.de

ISBN: 978-94040997-00-5

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues