Janya
Rênas Jiyan
Doz
berxikên berdûş,
zû ji dergûşên xwe bi dûr ketin
di çardehsaliya xwe de
ji çekên çardederb çak hez kirin
di bîstûçarsaliya xwe de
- hê tayekî spî neketibû porê wan
mal şûr,
talde cercûr,
milk şikeft
û gor şikart hilbijartin
birayên min wisa xweşik mirin,
wisa tahmStran mirin
hûn bibînin
hûn ê ji kêfa bimirin...
Naverok
kul 1 (bê) / 7
fişargo / 11
strana bajarê bêhîs / 17
hêvî / 19
mişt dibazim mirinê / 20
semîramîs / 23
qesîda qedexe / 40
jînbir / 44
rêwî / 47
jan / 51
di sermê de gerokekî efsûnan / 62
mirina tewş / 63
dê û law / 64
kul 2 (stêrka bêçirûsk) / 67
birîn / 69
janya / 74
êş / 81
bigirî hibra pênûsa min bigirî / 86
li herî jorîn firîn a bêbask / 89
di şkeftên ezmên de birûskên dîlgirtî / 98
kul 3 (neyê) / 101
newala xeyalan a lal / 103
rêzikên ji helbestên xwe xeyidî / 106
KUL 1
(Bê)
li min vegere
kulê...
roj berî rojeke kesk
bi kulman
êvaran ji min re bîne
bi hembêzan bajaran
ji min re bîne “yadê” gotina ewilîn a zarokan hejîran dîlanan
newrozan...
bê
xerîbê
çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn
ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn
xwîn misîn
bêdengî har, barbar, zinar
şev di êşa law de xelîl birahîm (im)
roj di êşa bav de simaîl (im)
êvar qurban
bê
tik î tenê
bê sî jî
bi fereke dil
bi teşqele
bi kul
di nava destên min de can bide
naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin
ez ê li ber te kevim
van keserên xwe yên qilêrî
bi çavên xwe yên bawî
çendîn li benda hatina te me bi teresî
bê...
an na
wê xortanî ber bavê
/ her ku ez li awêneyan dinihêrim
ruyê te bi dizîka li wan tên xêzkirin
mijan li wechê te mayinde kon vegirtine
di rojên zelal û sibehên xunavîn de/
bikeve qiraxa rê
bide tengala bê •
û
bê
tagirtî
ji rehên laşê xwe yên tije xwê
amade kirine ji te re min benikên tayê
sîlûetê te li ser pelên papîrusan dinivîsim
di bin çeng de bi xwe re digerînim
te ji kesên nexwendî dipirsim
geometriya gulê nizanin
lê tu, bi dev û lêv, stû û rû
pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvêşevê havînê
bê...
bi şiva bejna xwe
li koza deriyê berxikên min xe
ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te
ji bişkulên şil
morîk rêzkirinê min li gerdena xwe
.....
Rênas Jiyan
Janya
Doz
Weşanên Doz
Pelîn - Rêza Edebiyara Kurdî - 2
Helbest - 1
Pergala bergê û rûpelan
Fuat Diindar
Wêneyê Bergê
Rebwar Saîd
Çapxane
Ceren Matbaacılık
Çapa Yekem
1999 Gelawêj, Stenbol
ISBN 975-6876-11-5
Doz Yayintan
Istiklal Caddesi
Orhan Adli Apayadm Sk.
Oba Apt. Kat: 4
80050 Beyoglu – îstanbul
Tel / Faks: (0212) 2925605
E-mail: doz@turk.net