Bazbend Kewname
Ehmed Huseynî
Apec
Eger hat û dawiya dawî xencer di kalanê de riziya Eger hat û dawiya dawî hespê gumanê ji hişê te reviya Eger hat û dawiya dawî kevoka cîhanê ji pêxîra te firiya Eger hat û dawiya dawî nexşeya ziyanê di çavê te de giriya
Eger hat û birîna demê di gavên te de kûrtir bû Eger hat û êşa gemê di bîr û baweriya te de pîrtir bû Eger hat û zixta rimê di şevçirayên dilê te de tîrtir bû Eger hat û renckêşana pênûsê ji zirt û fortan şêrîntir bû
Eger hat û Kewistana namûsê berê xwe da velerzîna te Eger hat û xewrevînê serê xwe danî ser balgeha Zîna te Eger hat û welatekî sed-serî bela xwe firot zanîna te Eger hat û çar sînorên deyûz xwîna xwe xistin stûyê zemîna te
Ehmed Huseynî di sala 1955an de li bajarê Amûdê ji dAyik bû. Di sala 1985an de ji zanîngeha Şamê lîsansa felsefeyê wergîrt û ji saIa 1 989an û vîr de li Suwêdê dijî. Berhemên wî: - Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990, weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê. - Bi xewna we pênûsê dilorînîm, stockholm, 1 995, Weşanên Jîna Nû - Rono û sirûdên bêrîkirînê, Stockholm, 1994, Weşanên Jîna Nû. - Sîsirkê hesînî (Selîm Berekat) wergerandîn, Stockholm, 1997, Weşanên Apecê |